‘Divê ji bo mîsogerkirina aştiyê rêziknameyên pêwîst ên qanûnî bên çêkirin’ – HEVPEYVÎN
Hevsekretera Giştî ya ELDH'ê Ceren Uysal çalakiyên di çarçoveya kampanyaya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareserî ji Pirsgirêka Kurd' re hatine lidarxistin nirxand.

EVRÎM RONAHÎ
Navenda Nûçeyan – Di 10’ê Cotmeha 2023’yan de kampanyaya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat destpêkirin. Di çarçoveya kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî û Pirsgirêka Kurd re Çareserî’ de, li gelek welatên cîhanê konferansên cuda, çalakiyên girseyî, bangawazî û civîn hatin lidarxistin. Bi taybetî çalakiyên ku ji hêla dostên Abdullah Ocalan ve hatine rêxistinkirin, Bi destnîşankirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd, li Girtîgeha Îmraliyê û polîtîkayên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd, armanca wê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan e. Çalakiyên wekî Dadgeha Gel a Rojava li Brukselê di 5-6’ê Sibatê de, konferansa bi navê "Yekîtiya Ewropayê, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurd" di 26-27’ê Adarê de li Parlamentoya Ewropayê hat lidarxistin û konferansa "Azadî ji bo Abdullah Ocalan, Çareserî ji Pirsgirêka Kurd re" li Romayê di 11-12’ê Nîsanê de hatin lidarxistin.
Bi giştî, bandorên banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de ji bo ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ kir, konferansên li Ewropayê hatine lidarxistin û biryarên hatine girtin; em bi Ceren Uysal ku Hevsekretera Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Demokrasiyê li Ewropayê û Mafên Mirovan li Cîhanê (ELDH) û Parêzera Mafên Mirovan e re axivîn.
*Di 10’ê Cotmeha 2023’yan de kampanyaya ‘ji Abdullah Ocalan re Azadî û pirsgirêka Kurd re Çareserî’ li ser asta navnetewî destpê kir. Ji destpêka kampanyayê heta niha xebatên girîng hatin meşandin. Hûn dikarin van xebatan bînin bîra xwe? Bandorek çawa ava kir?
Saziya ku ez lê hevsekretera giştî me, li dijî polîtîkaya tecrîdê ya li ser Birêz Abdullah Ocalan ku li ser tevahiya civakê belav bûye, rêze înîsiyatîf û kampanyayên qanûnî pêk anîbû. Ji aliyê me ve ev pêvajo bileztir bû. Par di meha Nîsanê de li Brûkselê konferansa li ser girtiyên siyasî û Îmraliyê çêbû. Li wir ji hemû welatên Ewropayê heta hiqûqnasên ji Filîpînê jî amade bûn. Nêzikî 200 kes tevlî parlementoya Ewropayê bûn. Li wir li ser tecrîda ku çawa kirine amûra îşkenceyê, ji bo çareseriya pirsgirêkê tiştên divê werin kirin, bi nîqaşek vekirî hat meşandin. Piştî vir me toreke girêdayî hiqûqnasan a ji bo girtiyên siyasî afirand. Ev tor bi îdiaya meşandina kampanyayan, li ser rêzek mijaran di rêzek waran de hat cem hev. Pêşî, me serlêdanek amade kir ku dê serlêdana ku parêzerên li Tirkiyeyê di çarçoveya mafê hevdîtinê yê li Îmraliyê de dikin xurttir bike. Di vê çarçoveyê de li seranserê cîhanê ev kampanya hat meşandin. Gelek parêzer ji Emrîkayê bigre heta Afrîkaya Başûr, ango nêzîkî 2 hezar parêzer, rasterast daxwaz kirin ku hevkarên wan ên li Tirkiyeyê karibin serdana Îmraliyê bikin. Wan her wiha daxwaza ‘wekî parêzer bi min re biaxivin’ kirin. Ji ber ku qanûnên Tirkiyeyê destûrê didin vê yekê. Li hember vê serlêdana me ti bersiv nehat. Wezareta Dadê bersiva qedexeyek li ser serdanan tuneye da. Çalakiya bingehîn jî serlêdana bi berdewamî ya li Komîteya Astengkirina Îşkence û Zilmê ya Ewropayê (CPT) bû. Lê mixabin ev bi salan e têkiliya CPT’ya ku bi Tirkiyeyê re raporan diweşîne, di vê mijarê de tevî tespîtên xwe jî, dawîya pêvajoyê neşopandin. Ev jî ji aliyê civaka hiqûqî ya navneteweyî ve bû mijara rexneyê. Me ji CPT’ê re name şandin û gelek caran serlêdan kir. Ev jî xebatek din bû ku me kir. Bi vêya re li ser mijarê me gelek seminer û agahdarî amade kirin. Niha jî di milekî de di çarçoveya biryarên DMME’yê ku hîn jî nehatine pêkanîn, em destekê didin serlêdanên 9 û 2’yan. Ji ber ku rejîma cezayê mûebbetê ya girankirî li Tirkiyeyê bi xwe pratîkek e ku li dijî hemû rêziknameyên hiqûqî yên navneteweyî û hemû peymanên ku Tirkiye jî tê de alîgir e ye. Mekanîzmayeke yasayî ku bi mantiqeka rehînegirtinê ya tevahî hatiye afirandin. Em hewl didin ku bi zanîna xwe ya qanûnî beşdarî veguherîna vê mekanîzmayê bibin. Ez dikarim çarçoveyê bi vî rengî kurteber bikim.
*Piştî daxuyaniya Serokê MHPê Devlet Bahçelî ya "Divê Abdullah Ocalan were û li parlamentoyê biaxive" di 1ê Cotmehê de, hin pêşketin çêbûn û di dawiyê de, Rêberê Gelê Kurd di 27ê Sibatê de bi "Banga ji bo Aştî û Civaka Demokratîk" îşaret bi serdemeke cuda kir. Bi ya we çi dewlet û hikûmeta Tirkiyeyê gihandiye vê astê? Bi raya we, kampanyaya navneteweyî bandorek çawa li ser vê mijarê kiriye?
Berî her tiştî, bersiveke yekalî ji bo vê pirsê tuneye. Tiştekî ku Tirkiyê aniye vê astê nîne. Ez dixwazim wiha destpê bikim; Bihîstina îfadeya "mafê hêviyê" ji devê Devlet Bahçelî, ji bo me destkeftiyek pir girîng e. Mafê ku heta niha dewlet hebûna wî red dike, di esasê xwe de êdî bê nîqaş hat nasîn. Li ser vê yekê, daxuyaniya Bahçelî ya li ser tecrîdê tê wê wateyê ku rastiyek ku em bi salan e tekez dikin û bi her awayî bi redkirinê re rû bi rû mane, di meclîsê de hat îfadekirin. Ji kêliya ku me cara yekem ev bihîst, em dibînin ku ew ne kampanyayek yek demî bû, lê hewldanek sîstematîk bû ku bi salan belav bûbû, hem mijarên têkoşîna hiqûqî û hem jî civakî û hem jî saziyên demokratîk li deverên cûda hatine organîzekirin. Dîsa, divê ew wekî pêvajoyek bênavber û tev de, helwestek bi îrade ku bi rêxistinên hevgirtinê re li her welatekî ku hûn dikarin bifikirin li derveyî welêt tê meşandin, were şîrove kirin. Di demeke ku nêzîkî îhtîmala bidestxistina encaman dibe de. Bê guman, em difikirin ku bandor li ser pêvajoyên li çaraliyê cîhanê, nemaze ku li herêmê diqewimin kiriye. Bi awayekî, mekanîzmaya dewletê dît ku bêyî çareserkirina vê pirsgirêkê nikare berdewam bike. Em hêvî dikin ku ew ê tiştê pêwîst bike û gavên berbiçav bavêje.
*Banga 27ê Sibatê ji aliyê gelek koman ve hat qebûlkirin. Peyamên destekdayînê hê jî berdewam dikin. Pêwîst e ev tenê bi Tirkiye û Kurdistanê sînordar nemîne. Li ser asta navneteweyî bang çawa hat pêşwazîkirin? Bandorên wê çi ne?
Me destpêkê çi kir, ezê bi vêya destpê bikim. Bangawazî hat nehat, hem ji aliyê saziya hiqûqî ku em tê de dixebitin, hem jî rêxistinên hiqûqî ku em li kêleka hev dixebiti ve, destpêkê pir erênî hate pêşwazîkirin. Tiştê ku me destpêkê kir, daxuyaniyek girêdayî mijarê bû. Ji ber ku deklarasyona ku ji hêla Birêz Abdullah Ocalan ve hatiye nivîsandin, nivîsek bû ku bi zelalî diyar dikir ku ‘li Tirkiyeyê pêdivî bi civakek bê pevçûn heye’ û hem Birêz Ocalan û hem jî mijarên ku bi salan e di vê têkoşînê de ne, pir amade ne ku di vî warî de rola xwe bilîzin.
Herkes dizane ku hemû cîhan wisa bûye, pêvajoya ku em jê re dibêjin aştî, tê îfadeya beramberîhevyê. Êdî piştî ku evqas gavên mezin hatine avêtin, pir aşkera ye ku yê gavê duyem bavêje, dewleta Tirkiyeyê ye. Me wekî saziyên hiqûqî daxuyaniyek li ser vê mijarê weşand. Me daxuyaniyek da û bal kişand ser vê pêwîstiyê, me daxwaz kir ku dewleta Tirk gavên pêwîst bavêje da ku ji bo avakirina vê aştiyê hawirdorek amade bike. Di warê rêziknameyên qanûnî de û di heman demê de, tecrîda giran a li ser Birêz Ocalan were rakirin da ku bikaribe vê pêvajoyê bi awayekî saxlem bimeşîne û şert û mercên ku ew bi awayekî saxlem beşdarî pêvajoyê bibe biafirîne. Me daxuyaniyek din jî bi îmzeyên gelek xwediyên Xelata Nobelê yên navdar, kesên ku berê bi awayekî çalak beşdarî pêvajoyên aştiyê li erdnîgariyên cûda bûne, siyasetmedarên navdar û parêzerên navdar amade kir. Ev daxuyanî di 27’ê Adarê de li Parlamentoya Ewropayê ji aliyê xwediyê Xelata Nobelê ve hat xwendin û ji raya giştî re hate eşkerekirin. Li ser bihêzkirina aştiyê em kar dikin. Em dizanin ku bandora aştiya li Tirkiyeyê û çareseriya ji pirsgirêka Kurd re, dê ne tenê bi Tirkiyeyê ve sînordar bimîne. Em dizanin ku aştî mafek e. Me di vê çarçovê de helwest girt û bi qasî ku ji destê me dihat me hewl da. Min bi xwe di konferansên dawî yên ku ez beşdar bûm de ku mijara aştiyê lê hat nîqaşkirin, ev tişt dîtin; Ji Îtalyayê heta Welatê Baskê, ji Başurê Efrîqayê heta Arjantînê hema bêje li her welatek dinyayê vê bangawaziyê heyecanek mezin ava kiriye. Gelên cuda yên cîhanê ji bo ev bang xurt jiyanî bibe, çi ji destên wan tê, dikin. Mîna ku min got, li vir destpêkê dewleta Tirkiyê ji bo pêkanîna mafê aştî yê ku mafê tevahiya civakê ye, tiştê ku dikevin li ser milên wan bi samîmî û hîn zêde wext neyê windakirin pêwîst e pêk bînin. Ji ber ku derfeteke wisa heye û bangeke wisa ji Birêz Ocalan hatiye, divê ew jî bi afirandina bingehek ku bikaribe bi awayê rast beşdarî pêvajoyê bibe, dest bi xebatê bike.
*Navê herî girîng ê ji bo aştiyek mayînde dixebite, Abdullah Ocalan e. Lê tecrîda girankirî didome. Di vê mijarê de hûn dixwazin çi bêjin?
Dema ku em peyva tecrîdê di nav hevokê de bikar tînin, divê bêjin îşkenceya tecrîdê. Destpêkê divê em jibîr nekin ku ev îşkence ye. Dîsa, pêwîst e bê destnîşankirin ku Tirkiye rejîmeke hiqûqî ya bi taybetî ji bo şexsan e, bicîh tîne. Berovajî hemû peymanên navneteweyî yên ku îmze kiriye û pê ve girêdayî ye û tevî destûra xwe wiha dike.
Divê em bibînin ku di warê hiqûqî û têkoşîna civakî de em neçar in ku tecrîdê nîqaş bikin, şermezar bikin û ji bo guhertina wê têbikoşin. Ji ber ku ev îşkence ye, îşkenceyek ku bi awayekî pergalî li ser kesekî tê meşandin. Mixabin piştî bangê tevî ku bendewarî zêde bûn jî, ji aliyê rayedarên dewletê ve ji bo rakirina tecrîdê û xilaskirina îşkenceya tecrîdê tu gavên şênber nehatin avêtin. Hevdîtinên delegasyonê herî kêm bi qasî ku em dizanin, bi qasî ku li raya giştî diteyise, hê jî sînordarî dihewîne. Hin rayedarên dewletê daxuyaniyên bê serûber ên ne li gorî zimanê aştiyê didin. Mîna ku gavek berê jî min got, bi rastî jî ger Tirkiye aştiyê dixwaze, divê rayedarên hikûmet û dewletê wek nîşaneya şênber a vê yekê, vê tecrîdê û îşkenceyê bidawî bike ku birêz Ocalan bikaribe ji bo pêkanîna aştiyê bixebite. Tenê em nabêjin ku ev sepan li dijî hiqûqê û îşkence ye. Di rapora beriya vê ya CPT’ê de ku serdama Îmraliyê dihewand ev tespît hebûn. Di vî warî de êdî ev dem ji bo em bibînin ku gelo ji bo bidawîkirina bê hiqûqiyê û îşkenceyê, her wiha di mijara vîna aştiyê de nêzîkatiyek ji dil heye an na, hîmekî girîng e.
* Di van mehên dawî de we di qada navnetewî de xebatên girîng meşandin. Di van xebat û konferansan de we biryarên girîng girtin. Ev biryar bi kîjan hincetan hatin girtin. Di pêvajoya li pêşiya me de ji bo jiyanîkirina van biryaran wê xebatên çawa bê meşandin. Ev xebat wê bandorek çawa li pêvajoyê bike?
Destpêkê dixwazim li ser trîbunala (koma ji bo çareserkirina pirsgirêkek hatiye avakirin) ku ji bo Rojava li ser Tirkiyeyê hat çêkirin, çend tiştan bibêjim. Tirkiye ji ber sê sûcên cûda hat darizandin; sûcên dijî mirovahiyê, sûcên şer û sûcên êrîşkariya dagirkerî. Du rojan, dosyayên pir berfireh bi tevî delîlên li ser her binpêkirinê ku hûn dikarin bifikirin, ji wêrankirina jîngehê bigre heya kuştinên siyasî û têkiliya wan a bi rolên zayendî, kuştina zarokan, wêrankirina saziyên perwerdehiyê re, hatin pêşkêşkirin. Li şahidên ji Rojava hat guhdarkirin. Kesên ku rasterast di raporkirina vê êrîşkariyê de cîh girtine, ew bi xwe bûne hedefa van êrîşan, li ber çavên wan ev êrîş çêbûne. Di vê mijarê de ev xebatek pir dîrokî, hiqûqî bû. Biryara ku derket holê, lîsteya tiştên ku divê bên kirin jî dihewîne. Divê warê hiqûqî bi tesbîtan re sînordar nemîne, him ji bo mekanîzmayên NY’re him ji bo Parlementoya Ewropayê him jî ji bo gelek saziyan bang dike ku ji bo Tirkiye hesab bide, erkên ku dikevin ser milên wan pêk bînin. Yek ji sernavên ku ez girîngiyê didim, banga ku li saziyên navnetewî, saziyên demokratîk ên navnetewî, derdorên ku pêvajoyê bi baldarî dişopînin hat kirin bû. Em dizanin ku hê jî li ser Rojava êrîşên Tirkiyeyê berdewam dikin. Ji bo pêşî girtina li van êrîşan, pir girîng e ku em balê bikşînin ser erkên ku dikeve ser milê me tevan. Bi rastî jî çi aştiya li Tirkiyeyê çi parastina destkeftiyên li Rojava, berpirsiyariya me ya hevpar e. Ev ne tenê pirsgirêkek hiqûqî ye. Ne mijarek wiha ye ku bi têkoşîna aliyekî bighê serkeftinê. Berpirsiyariya me heye. Bicîhanîna pêdiviyên vê erkê, berpirsyariya mirovbûnê ye. Di vê wateyê de pir girîng dibînim.
Nîqaşên Xelata Aştiyê ya Nobelê
Li Romayê ji gelek deverên din ên dinyayê mirovên ku heta niha ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê li erdnîgariyên cuda kampanya meşandine, gihîştin he. Rastiya li pişt vî planî pênase kirin. Bi hin mêvanan re li ser berfirehiya pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê û çarçoveya mafê hêviyê nîqaşên pir bi wate û hûrgulî meşiyan. Bi nîqaşên ku beşdariya wan pir baş bûn, ez dikarim biryarên ku hatine girtin wiha hevpar bikim; destpêkê li Tirkiyeyê pêvajoyek dimeşe, dibe ku ev pêvajo dirêj jî bibe. Lê belê emê çawa tevkariyê li vê pêvajoyê bikin? Ji bo tevkariya vê pêvajoyê destpêkê divê zimanê aştiyê were bihêzkirin. Ji bo rewatiya xwe derxe holê roja 1’ê Îlonê rojekê dîrokî îfade dike. Di encama nîqaşek wiha de hat diyarkirin. Nîqaşa xelata aştiyê ya Nobelê bi qasî deklarasyona 27’ê Sibatê ewqasî bihêz pêdiviya aştiyê nîşan dide. Bi qasî nîqaşa li ser mijara ku divê Xelata Aştiyê ya Nobelê ji kesê/a ku bangê kiriye re bê dayîn tiştek din ê asayî tuneye. Bihincetkirina vêya jî zilmek e. Di pêvajoyek wiha de ku li dinyayê her tişt veguheriye zimanê şer, ev bang îfadeya bangekî li dijberî van hemûyan e. Ji bo tevahiya cîhanê daxwaziya aştiyê ye. Ji ber vê yekê li gor min pir bi wate ye.
Dayîna xelatek bi vî rengî, di heman demê de wê tevkariyekê pir mezin a ku raya giştî ya navnetewî bide aştiyê jî, nîşan bide. Ji ber vê yekê jî biryar hat dayîn ku xebatên vê jî bên meşandin. Ev hemû xebat wê li ser qenalên cûda bimeşin. 1’ê Îlonê roja çalakiya kurevî ya ku dê her kes bikaribe ji cihê ku lê ye tevkariyê bike, îfade dike. Pêvajoya namzetiya Nobelê di nav mekanîzmayên xwe de wê bi rêbazên xwe bimeşe. Tu kes ne di wê rewşa ruhî de ye ku bêje erê pêvajoyek dimeşe, em jî xwe bidin aliyek, jixwe çawa be pêvajo dimeşe. Berovajî vê yekê her kes di wê zanebûnê de ye ku ji bo aştiyek mayînde, divê asta xebatan bê xurtkirin. Ji ber wê yekê biryarên bi vî rengî hatin girtin.
* Ji xeynî van xebatan têkildarî pêvajoya li pêşiya me plansaziyên we çi ne? Gelo hûnê xebatên cûda bikin?
Ev dê bibe xebatek gelek cuda. Yek ji vana, ragihandina biryara Rojava ye. Di ser vê biryarê re emê hewl bidin ku binyadên siyasî yên cur bi cur ên navnetewî pozîsyona xwe bigirin û bikevin nav liv û tevgerê. Ji beşa xebata taybet a NY’yê ya Sûriyeyê re dê biryarek bê şandin. Ji Parlementoya Ewropayê re ev biryar bê ragihandin. Emê li gelek welatan bi çalakiyên cur bi cur vegotina komkujiyên ku heta îro jî berdewam dike, bidomînin. Ji aliyek ve jî em hewl didin ku bi tevkariya hevalên me yên hiqûqnas ên ji MAF-DAD’ê jî, li ser bingeha prensîba daraza gerdûnî, çend sûcên berbiçav ên li welatên cuda cuda pêk hatine, bînin rojeva qada darazê. Her çiqas Tirkiye aliyek statuya Romayê nebe, lewma jî deriyên wê di hinek aliyan de ji bo Dadgeha Cezaya Navnetewî girtî be jî, em hewl didin ku di pozîsyonek wiha de dîsa jî zorê bidin ser vê qadê. Hedefek me ya bi vî rengî heye.
Ev bi xwe bi rastî di nav xwe de aliyek ku saziyên demokratîk ên li Tirkiyeyê jî hewl bidin, dihewîne. Ji ber ku ji bo Tirkiye di statuya Roma de bibe aliyek jî, divê daxwazek me ya bingehîn hebe, daxwazek polîtîk bikaribe hebe. Nebûya aliyê statuya Romayê, bi taybetî di aliyê welatên êrîşkar wek Tirkiye de, dibe sedema vebûna qadeke bê ceza de. Lewma jî emê ji bo ku Tirkiye tevlî statuya Roma bibe, xebatên xwe bimeşînin û kampanyayan çêkin. Ji aliyekî din ve, derbarê bicîhneanîna biryara komî ya DMME’yê ya di çarçoveya mafê hêviyê de ji bo Tirkiyeyê, me heta niha serlêdanek 9 beramberî 2 kiriye. Wekî serlêdana ku ji hêla hevkarên me, parêzerên Birêz Ocalan û gelek parêzvanên mafên mirovan ve hatiye kirin, tê zanîn. Her wiha em li ser pêvajoya ku li dijî Tirkiyeyê ji ber bicîhneanîna biryarên DMME’yê û aşkerakirina pratîkên cezayê muebbetê yên girankirî li Ewropayê hatiye destpêkirin, nêrînek pisporan amade dikin. Em li ser vê mijarê hewldanek mezin a berfireh jî nîşan didin. Di vê pêvajoyê de di mijara aştiyê de çi bikeve ser milê me, emê bikin.
Li vir rola me ya herî bingehîn ew e ku em bînin ziman ku aştî mafeke mirovan e, yek ji mafên herî bingehîn ên civakan e. Em di hemû konferans û semînerên ku tê de cîh digirin de dixwazin balê bikşînin ser vê mijarê. Em ji aliyek ve jî xebatên xwe yên ji bo zimanê Kurdî jî didomînin. Ne tenê Kurdî, hemû gelên ku di aliyê ziman de rastî zextan tên jî dikevin qada me. Em hewl didin ku têkildarî vê yekê ber bi dawiya îsal ve li Parlementoya Ewropayê li ser navê ELDH’ê konferansek lidar bixin. Hedefek me ya bi vî rengî jî heye.
*Tiştek dawî ku hûn dixwazin bêjin, heye gelo?
Ji niha û pê de jî em tenê bagnek li hemû kesên ku aştiyê dixwazin, dikin. Aştî tenê bi xwestinê nabe, divê ji bo avakirina aştiyê em erka xwe bicîh bînin. Hinek ji me dikarin tiştek biçûk bikin hinek jî dikarin tiştên mezin bikin. Ev dê bi hewldanên me yên kolektîf pêk bê. Lê berpirsyariya esasî, aydê dewletê û mekanîzmayên wê ye. Pêwîst e ku tavilê îşkenceya tecrîdê ya li Îmraliyê bidawî bibe. Bi vê yekê re divê sererastkirinên yasayî yên ji bo pêkhatina aştiyê û hawirdorek wiha bê avakirin. Hêvîdar im ku emê rojên xweş bibînin, ger ku em li vir encamek baş bistînin.