Layan Darvish ji ber pirsgirêkên tenduristiyê hate berdan

Girtiya siyasî Layan Darvish ji girtîgeha Evînê ji ber pirsgirêkên tenduristiyê bi awayek demkî hate berdan.

Navenda Nûçeyan – Girtiya siyasî Layan Darvish ku 40 saliye li girtîgeha Evînê tê ragirtin, di 5’ê Gulanê de ji ber pirsgirêkên tenduristiyê bi awayek demkî hate berdan.

Layan Darvish  di 21’ê Sibata 2024’an de ji ber sûcên ‘Li dijî ewlehiya netewî kombûn û hevkarîkirin’, ‘heqaret li lîderê dînî kiriye’ û ‘propagandeya li dijî rejîmê’ 5 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn û sewqî qawîşa jinan a girtîgeha Evînê hatibû kirin. 

Daxwaza Layan Darvish  ya tehliyeya bi şert di Adara 2025’an de hate erêkirin. Hat ragihandin ku pêwistiya Layan Darvish ku enfeksyona giran ya gurçik û mesane derbas kiribû, bi tedawiya tibî ya acîl heye.