Peymana Selma ji bo jin bigihîjin mekanîzmayên biryardayînê kar dike

Peymana ji bo Wekheviya bi Hevre ya Selma, bi armanca ku jin bigihîjin asta mekanîzmayên biryardayînê, hedef dike ku beşdariya wan a di hilbijartinên şaredarî û keyatiyê de zêde bike û beşdariya bi awayê adil bixe bin temînatê.

SUZAN EBU SAÎD

Beyrûd – Komeleya Fifty Fifty, Peymana ji bo Wekheviya bi Hevre ya Selma, bi armanca teşwîqkirina beşdariya bi bandor û adil a jinan di wekheviya zayenda civakî û bi taybetî di meclisên şaredarî û keyatiyê de da destpêkirin. Tê pêşbînîkirin ku bi peymanê wê di hilbijartinên li pêş de jin herî kêm ji sedî 30 kursî bi dest bixin.

Nêrîna giştî der barê peymanê de

Peymana ji bo Wekheviya bi Hevre ya Selma xwe dispêre wê yekê ku di meclisên şaredariyan de jin herî kêm ji sedî 30 kursiyan bigrin. Di heman demê de hewl dide di erka serokatiya şaredariyê û alîkarê şaredariyê de wekheviya zayendî pêk bîne.

Di beşa ketina peymanê de, tevî ku jin xwedî têrkeriya zanîn û civakê ne û ji bo pêşxistina civakê înisyatîf girtine, di parlamento û şaredariyan de ji ber sedemên civakî û zagonên ne adil, hê tên dûrxistin.

Kotaya jinan û daxwaza zagonê hê li meclisê ye. Ev zagon, tevî ku ji aliyê 10 parlamenteran ve hatiye pêşkêşkirin jî salek û sê meh derbas bûye, hilbijartinên şaredarî û keyatiyê berê nehatibûn qebûlkirin. Ji ber vê peymana mafê gotinê hatiye destpêkirin. Ev hewldan, ji bo kotaya zayenda civakî were qebûlkirin hedef dike ku çarçoveyek polîtîk a banî ava bike. 

Bi armanca hişyarkirina raya giştî, bi riya medyaya dîjîtal, kampanyayek berfireh hat destpêkirin. Ev peyman, ji aliyê kesên ku di aliyê destekdayîna wekehviya zayenda civakî de, bihêzkirina rola jinan di biryarên siyasî de îmzekirinê weke exlaqê ku daye û teahuda manewî qebûl dike.

Zehmetiyên ku beşdar pê re rû bi rû tên

Serokê Komeleya Fifty Fifty û avakera wê Joel Ebu Fehat armanca peymanê bi van gotinan anî ziman: “Ji bo cihekî bilind di meclisên şaredariyan de bidin jinan, me peymana Selma pêk anî. Kesên ku îmze kirine, hedef dikin ku di meclisên şaredariyan de ji sedî 30 jin cih bigrin. Ev peyman, peymaneke manewî ye û bi armanca zêdekirina hejmara jinan, alternatîfa zagona kotayê ye.” 

Joel Ebu Ferhat diyarkir ku tevî ku ji 7 partiyan 5 peyman îmze kirine, partiya 6’an peyman îmze nekiriye, di lîsteyên berendaman de ji sedî 30 jin hene. Her wiha da zanîn ku di heman demê de zêdeyî hezar û 500 kesan peyman îmze kirine û hêvî dikin ku jin zêdetir di şaredariyan de nûnertiyê bikin.

Joel Ebu Ferhat banga beşdariya hemû jinan di lîsteyên hilbijartinê de kir û got: “Şaredariyên bê jin weke çûkên bê bask in, nikarin bifirin. Ger jin û mêr bi hev re nexebitin, wê xebatên şaredariyê ne bi tendurist û sûd bin.”

Wekhevî di avakirina civakeke demokratîk de rêgezeke bingehîn e

Ativîsta hawirdorê û endama Yekitiya Jinên Pêşketî, Rudîna Hatoum Seyfeddin bal kişand ser girîngiya hebûna jinan di pêvajoyên demokratîk de û sedemên koçkirina ciwanan bi van gotinan anî ziman: “Bajarokê Raşaya El-Wadî ku li Bekaaya Rojava ye, bi mîrasên çandî û şaristanî bi kêrhatiyên jin û mêrên ciwan derdikeve pêş. Lê belê ji ber tunebûna derfetên kar û kêmaniya hişyariya rast, ciwan welatên xwe diterikînin.”

Rudîna Hatoum Seyfeddin wiha domand: “Namzediya min a endamtiya meclisa şaredariya Raşaya El-Wadî, çavkaniya xwe ji hestên min ên berpirsyariya bajarok, zanîna pêwistiyên xwe, wekhevî, bê cudakarî û baweriya min a rêgezên demokrasiyê digre. Min peymana Selma îmze kir, ji ber li gund jinên weke Selma xwedî potansiyel hene. Ez bawer dikim ku divê dengê wan bigihîje navendên biryargirtinê.  Bang li gel dikim ku di hilbijartinan de bi hişyariya berpirsyariyê deng bidin.”

Hilbijartinên berê yên şaredariyan

Dema erka meclisên şaredariyan 6 sal e, meclisa parlamentoyê jî 4 sal dema wê heye. Li Lubnanê heta niha di salên 1952, 1963, 1998, 2004, 2010 û 2016’an de 6 caran hilbijartinên şaredariyan hatine kirin.

Di sala 2016’an de 21 hezar û 932 berendam ketin nava pêşbaziyê, ji vana 12 hezar û 132 endamên meclisa şaredariyê, 3 hezar û 18 weke keya hatin hilbijartin. Bi giştî di hezar û 59 şaredariyan de (niha 1.065), 381 namzedên jin di pêşbaziyê de bûn. Bi giştî tevî ku rêjeya jinên dengdêr ji sedî 50,8’e, bi giştî ji 1.045 namzedên jin tenê 661 hatin hilbijartin. Ev jî nîşan dide ku divê di meclisên şaredariyan de jin werin destekkirin.

Wekî ku hat dîtin gelek jinên namzed, rastî zextên ku çavkaniya xwe ji otorîteyên partî, malbatî û olî digrin hene. Ji ber van zextan xwe ji namzediyê vedikşînin.

Şaredarî di nava pirsgirêkên mezin ên aborî de ne. Piştî hilweşîna aborî ya di sala 2019’an de, gelek valahiyên butçeya şaredariyê çêbûn. Vê yekê jî bandoreke neyînî li rola wan a pêşketinê kir. Rêxistinên ku jin û jinên namzed destek dikin, bawer dikin ku wê jin sûdê bidin pêşxistina herêmên xwe û pêşketina xwecihî û projeyan ji nêz ve bişopînin.