Roja yekemîn a komxebata li ser Lozanê bi dawî bû

Roja yekemîn a komxebata têkildarî Peymana Lozanê ya Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk bi beşdariya zêdetirî 150 siyasetmedar, hiqûqnas û lêkolînerên kar û barên Rojhilata Navîn li dar dixe, bi dawî bû.

Hesekê – Komxebata “Lozan: Rastkirin û çareserkirina pirsgirêkên aramî û ewlehiya herêmî" ya ji aliyê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) ve îro li Hesekê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû destpêkirin û dê dû rojan berdewam bike, bi dawî bû.

Di rûniştina roja yekem ji komxebatê 3’ê babetên nîqaşê hatin lidarxistin. Mijarên ku hatin nîqaşkirin jî Rewşa Siyasî ya herêmî berî peymana Lozanê, xwendineke dîrokî li ser peymanên ku di sedsala bîstan de li dijî Kurdan pêk hatine û peymana Lozanê û encamên wê yên li ser gelê Kurd bû.

Di maseya yekemîn de rewşa siyasî ya herêmê ya berî Peymana Lozanê ji aliyê Lêkolîner li Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk NRLS Murşid Yûsiv ve hat birêvebirin. Peymana Sykes-Picot û dîroka netewedewletê li Rojhilata Navîn ji aliyê mamosteyê zagona navneteweyî li zanîngeha Kîptawn li Efrîqaya Başûr Dr Mehmûd Batil ve hat nirxandin bi rêya Zoomê. Her wiha Rewşa Kurd û Kurdistanê bi damezirandina netewe-dewletê re ji hêla Hevseroka KNK’ê Zeyneb Mirad ve hat nirxandin.

Di maseya duyem de xwendineke dîrokî li ser peymanên ku di 20’an de li dijî Kurdan pêk hatine, hat vekirin û rêvebera wê jî  Endamê NRLS Dr Heval Fatimê bû. Xwendineke dîrokî li ser peymana Sêvrê 1920’an û peymana Qahîre 1921’an ji aliyê Lêkolîner û Nivîskar Faris Osman ve hat nirxandin. Dîroka peymana Lozanê, sedemên wê yên rastî û pirsgirêkên ku anîne holê jî ji aliyê Endama Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Foza Yûsiv ve hat nirxandin.

Maseya sêyemîn a ku Semşnerevan Sorgul Ebdilselam bi rê ve bir li ser Peymana Lozanê û encamên wê yên li ser gelê Kurd bû. Peymana Lozanê û siyasetên dewletên ku Kurdistan dagir kiriye (neteweperestî, koçkirina bi zorê) ji aliyê Rêveberê NRLS Minzir Şiyar ve hat nirxandin. Peymana Lozanê û bandora wê ya siyasî, aborî, çandî û civakî li ser gelê Kurd ji aliyê semînerevan Sîpan Îsmayîl ve hat nirxandin. Rewşa tevgerên kurdî di nîvê duyem ê sedsala 20'an jî ji hêla Hevserokê PJAK Siyamend Neîmî ve hat nirxandin.

Helbet di van rûniştinan de nêrîn û pêşinyarên beşdarvanan jî hebûn çi di hundir komxebatê de û çi bi rêya Zoomê. Piraniya wan dan zanîn ku dê xwe nespêrin tu hêzeke navneteweyî û spartina wan û baweriya wan li ser gelê xwe be ku dê bikaribin bi destê xwe mafê xwe misoger bikin. li hêleke din nêrînin hebûn li ser dûrbûna ji terefê hestyarî ji mijara Lozanê ku êdî gereke ji hestyariyê zêdetir kar û xebat bê kirin ji bo ku Lozaneke nû bi ser gelê Kurdistanî de neyê. Her wiha hat destnîşankirin ku dewleta Tirk dewleteke dagirker e û gereke bê cezakirin di warê navneteweyî de û wekî dwwleteke sûcdar bê hesibandin ji ber ku dixwaze bi rûya Mîsak-i Millî dest deynê ser Rojhilata Navîn.

Bêguman mijara jin jî hat vekirin ku ew bû têkoşer û pêşenga herî mezin û yekem ji bo şoreşa Rojava û tevahî Kurdistana ta gihîştina cîhanê. Li hêleke din daxwaza hevgirtin, yekrêzî û  piştgiriya hemû pêkhateyan hat kirin da ku bikaribin bi hev re jiyaneke aram û ewle jiyan bikin.

Hêjayî gotinê ye ku xebatên roja yekem a komxebatê bi dawî û dê sibê di roja xwe ya duyem bi vekirina mase û babetên din ên cuda berdewam bike.