Foza Yûsif: Divê em qedera xwe bi xwe diyar bikin

Komxebata “Lozan: Rastkirin û çareserkirina pirsgirêkên aramî û ewlehiya herêmî" a ji aliyê NRLS ve hatibû destpêkirin bi nîqaşan didome. Foza Yûsif a di komxebatê de nirxandinan kir, got: “Divê em ji Lozanê dersan derxin û qedera xwe bi xwe diyar bikin.”

Hesekê – Komxebata “Lozan: Rastkirin û çareserkirina pirsgirêkên aramî û ewlehiya herêmî" a ji aliyê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) ve îro li Hesekê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû destpêkirin û dê dû rojan berdewam bike, bi nîqaşan didome.

Rûniştina duyemîn a komxebatê bi sernavê “Xwendineke dîrokî li ser peymanên ku di sedsala 20`an de li dijî Kurdan pêk hatine” ye û ji aliyê Endamê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) Heval Fatimê ve tê birêvebirin. Di rûniştinê de du mijarên sereke; “Xwendineke dîrokî li ser peymana Sêvrê (1920) û peymana Qahîre (1921)” û “Dîroka peymana Lozanê, sedemên wê yên rastî û pirsgirêkên ku anîne hole” tên nîqaşkirin.

Nivîskar û lêkolînerê dîrokê Faris Osman di mijara yekemîn a rûniştinê de axivî. Osman destpêkê Peymana Severê (1920) da nasîn, piştre behsa Kongreya Parîsê “Kongreya Lihevanînê” (1918) kir.

Di mijara duyemîn a rûniştinê de jî, Endama Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif behsa dîroka Peymana Lozanê, sedemên wê û dozên ku pê re derketine kir.

‘Lozan çiqas dirêj bike jî, dê Kurd teslîm nebin’

Foza Yûsif behsa siyasetên Brîtanya, Fransa û Rûsyaya Bolşevîk ên wê demê kir û bal kişand ser rewşa Kurdan di wê serdemê de. Foza Yûsif bal kişand ser Peymana Lozanê jî û got: “Navê Kurdan di Peymana Lozanê de derbas nebû. Ne di nava mafên kêmnetewan, ne jî di tu belgeyên ermî de navê Kurdan derbas nebû. Di peymana Lozanê de 143 made hebûn, dabeşî gelek beşên sereke hatin kirin. Di madeya ku behsa parastina mafên kêmnetewan dike de, hat gotin ku hikumeta Tirkiyeyê soza parastina jiyan û azadiya gelê Tirkiyeyê bê cudahî dide û mafê hemû niştecihên Tirkiyeyê heye ku li cihên giştî, di bawerî û ola xwe de bi azadî tevbigerin.”

Foza Yûsif destnîşan kir ku Peymana Lozanê bi peymana Aştiyê hat binavkirin, lê di rastiyê de ew peymaneke şer bû û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Lozan çiqas dirêj bike jî, dê Kurd teslîm nebin. Sed sal ji bo têkoşînê, sed sal jî ji bo serhildanan bûn. Berpirsiyariyên dîrokî dikevin ser milê me, divê em ji bûyerên dîrokê dersan derxin. Divê em ji Lozanê dersan derxin û qedera xwe bi xwe diyar bikin.”

Kurd dikarin dîroka xwe vejînin

Piştre komxebatê bi nîqaşan dewam kir. Di nîqaşan de hat destnîşankirin ku Lozan ji bo Tirkiyeyê derfetek bû da ku hegemoniyaya dewleta xwe xurt bike û hat gotin ku Kurd dikarin dîroka xwe vejînin, ev jî erkeke li ser milê her kesî ye.

Lêkolînerê misirî Îlhamî Milêcî yê bi rêya Zoomê beşdarî komxebatê bû hezkirina xwe ji bo Kurdan nîşand da û bang li gelê Kurd kir ku ji tecrûbeyên xwe sûdê werbigirin, baweriyê bi dewletên derve neynin û xwe bispêrin hêza xwe.

Komxebat di roja yekemîn de bi rûniştina sêyemîn û ya dawîn didome.