Kubraya ku gotin ‘întihar kiriye’ derket holê ku xwestine qetil bikin

Kubra Yurta ku li Amedê ji qata 4’an ya avahiyê ketî û bi metirsiya felcbûnê re rû bi rû ye, di dimenê ku piştî ketî ji aliyê mirovên wê ve hatî kişandin de tê dîtin ku bi xwe dibêje ji aliyê Mehmet Alî Yurdê ku pêre zewici re hatiye avêtin.

MEDİNE MAMEDOGLU

Amed- Li navçeya Surê ya navenda Amedê di sibeha 4’ê Tirmehê de Kubra Kurt a  ku 22 salî ji balkona mala xwe ya di qata 4’an avahiyê de bi awayek guman kete xwarê û giranî birindar bû. Kubraya ku ji aliyê mêrê pêre zewicî Mehmet Alî Yurt ve bi awayek sistematik tundîtûjî didît û tedawiya wê di lênêrîna giran de û hişê wê girtiye berdewam dike. Dîmenê piştî ketine derket holê. Dîmen ji ber di dosyaya dozê deye me neweşand Kubra di wê dîmenê de dibêje hevjînê wê ew avêtiye û berê jî gef lê xwaribû.

Hat zanîn ku Kubraya tê tedawîkirin di laşe wê de gelek şikestin heye, ji ber darbeyên giran bi metirsiya felcbûnê re rû bi rû ye. Kubraya xwedî 3 zarokan ji aliyê Mehmet Alî Yurtê ku beriya 5 salan pêre zewicî, ev 3 sale rastî tundîtûjiya sistematik, îşkence û gefa mirinê hatiye. Piştî bûyerê îfadeya Mehmet Alî Yurt hate girtin û hate berdan. Derket holê ku Kubraya digotin ji malê bi awayek guman ketiye, ji aliyê bersûc ve hatiye avêtin.

‘Alî ez avêtim’

Kubra di dîmenê ku di dema radikirin nexweşxaneyê de tê dîtin ku dibêje: ‘Alî ez avêtim. Di wê malê de tenê bûm kes nebû. Ez vê nabêjim polîsan ji ber bi zarokên min gef li min xwariye. Canê min gelek di şewite, alîkariya min bikin.” Di dîmen de di heman demê de Kubra beriya buyerê tîne ziman berê jî bersûc Mehmed Alî Yurt tundîtûjî li beramber wê bikaraniye.   

 ‘Bi salan tundîtûjiya sistematik dît’

Der barê mijarê de me bi mirovek ê Kubra re hevdîtin pêkanî û got bi salane tundîtûjiya sistematik a li beramber berdewam dike. Da zanîn ku Mehmet Alî Yurt heta hewil daye ku bi guleyê jî bikuje.

Mirova Kubra di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Bi xwe ji qata 4’an a avahiyê kete xwarê, niha di rewşek perişan de ye bi metirsiya felcbûnê re rû bi rûye. Ev jin ev bi salane tundîtûjiyê dibîne, lê belê ne dewlet ne kesê tiştek nekir. Dema ku me pirs dikir çima, ‘di gotin bira tişek ku em bikin nîne.’ Çima ji destpêkê ve tişta pêwîst nekirin. Bi xwe dibêje min xwe ne avêtiye, ez avêtim. Yê ku bi salane tundîtûjiyê lê dike ewe û yê ku avêtî ji ewe. Di wê kêliyê de hebûna wî mêrî di malde gumane, ji ber pêre di pêvajoya hevberdanê deye. Hertim bi zarokên wê gefê lê dikir. Ev mêr berê jî ji ber madeya hişbir ketibû girtîgehê. Me ewqas got û gilî kir lê belê kesê tiştek nekir.”

Bersûc piştî ku îfadeya wî hate girtin hate berdan

Li gor ew zanyariyên me ên der barê bûyerê de kom kiriye hat zanîn ku Mehmet Alî Yurt di dema bûyerê de ji zarokê xwe 5 salî ku wê demê di malde bû gef lê xwariye û gotiye: “Ger tu ji yekê re bêjî ez te û dayîka te bikujim.” Bersûcê ku li qereqolê îfadeya wî hatî girtin hate berdan, endamên malbatê gotin emê bibin şopdarê bûyerê û bi van gotinan helwest nîşanî tiştên hatîn jiyan kirin dan û gotin: “Dewlet divê pêvajoyê de tiştek nekir.”