Zarokên Amazonan tînin Tirkiye û li yûrdên terîqatan bi cih dikin

Terîqeta Suleymaniyan ya nêzî AKP’ê zarokên malbatên xizan yên li herêma Amazonê ji perwerdeya olî derbas dikin û di nava wargehan de bicih dikin. Ev yek di rojeva Brezilya û Interpolê de ye.

Navenda Nûçeyan - Li Tirkiye Terîqeta Suleymaniyan ya nêzî AKP’ê komek li ser navê Terîqeta Suleymaniyan li Brezilya xebat didin meşandin. Derket holê li herêma Amazonê dijîn, di dibistanên lê radikevin de zarokên xizan di perwerdeya olî de derbas dike û piştre jî tînin Tirkiyeyê û di wargehên terîqetan de bicih dikin.

Perwerdeya 3 salan ya dînî didin zarokên Amazonî

Li gorî agahiyên nûçeya rojnameger Hale Gonultaş ya di Arti Gerçekê de weşandî; Abdulhakîm Tokdemîr û koma wî ya girêdayî terîqeta Suleymaniyan, bi malbatên li gundên Amazonê yên li ser sînorê Kolombiyayê dijîn belgeyekê îmze dikin û zarokan dibin bajarê Manaûs a 953 kîlometreyan ji bajarê wan dûr e.”

Ji van zarokan 6 jê li vir 3 salan perwerdeya olî dîtine, sibata 2022’yan anîn Tirkiyeyê û li wargehên bajarê Kutahya û navçeya Tarsûs a Mêrsînê bicih kirin. Agahiya zarokên ku ji Amazonê di wargehên terîqetan de hatine girtin, li Tirkiyeyê di wargehên terîqedan de tên bicihkirin, bi nûçeya 18’ê adarê ya Arti Gerçekê hatibû rojevê. Du kesên koma Tokdemîr ve girêdayî bûn, şeş zarokên temenê wan di navbera 13 û 17 saliyê de diguhere sala par bi belgenameya ji hêla Sefîriya Brezîlyayê ya Komara Tirkiyeyê ya bi navê “vîzeya perwerdeyê” hatiye dayîn anîn Tirkiyeyê. Ji zarokan duduyan li Kutahyayê çarên din jî li Tarsûsê di wargehên terîqeta Sûleymaniyan de hatin bicihkirin. 

Li Interpolê lêpirsîn, li Brezilya lêkolîn

Li gel ku agahiya zarokên Amazonê tînin Tirkiyeyê ket rojevê jî, Înterpolê lêpirsîn da destpêkirin. Li gorî agahiyên rayedarên Sefîrtiya Enqereyê ya Brezîlyayê daye, şandeyeke Parlamentoya Brezîlyayê dê bê Tirkiyeyê û biçe zarokên li wargehên terîqetan hatine bicihkirin bibîne.

Bûyer di çarçoveya ticerate zarokan a navetewî de digrin dest

Li gorî agahiyên nûçeyê hin siyasetmedarên Brezîlyayê di civîneke meha derbasbûyî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de zarokên ji hêla terîqetan ve li Tirkiyê di wargehan de tên bicihkirin anîbû rojevê. Hat destnîşankirin ku polîs û Înterpol jî bûyerê wek “bazirganiya mirovan a navneteweyî” dinirxînin.