Roja 813’an a Nobetê: 5 sal in em li benda edaletê ne

Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar a li pêşiya Edliyeya Rihayê di roja 813’an de didome. Malbatê vê peyamê parve kir: “Heta ku edalet neyê Rihayê dê neyê Tirkiyeyê! Pankarta ‘Tirkiye dewleta hiqûqê ye’ ya li ser deriyê edliyeyê bila şerma her kesî be!”

Riha- Di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de xizm û parazvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûsa Rihayê êrîşî malbata Şenyaşar kirin. Di êrîşê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xilas bûbû, di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 813’an de berdewam dike.

Emîne Şenyaşar û kurê wê parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ji Pirsûsê hatin Rihayê û li “Quncikê edaletê yê Malbata Şenyaşar” ê li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi nobetê kirin. Malbatê pankarta “Ji bo Malbata Şenyaşar edalet” bi bloqên betonan daliqandin û ji bo kesên dihatin edliyeyê qala têkoşîna xwe kirin.

Malbatê, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Walîtiya Rihayê û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç etîket kir û pankarta “Ev 5 sal in em daxwaza edaletê dikin” parve kir.

Malbatê, di peyamê de wiha hat: “Heta ku edalet neyê Rihayê dê neyê Tirkiyeyê! Pankarta ‘Tirkiye dewleta hiqûqê ye’ ya li ser deriyê edliyeyê bila şerma her kesê be.”