Çagla Seven û Hevseroka SYKP'ê Gulten Kotanoglu hatin binçavkirin

Çagla Seven a ku di êrîşa DAIŞ’ê ya li Pirsûsê de birîndar bûbû hat binçavkirin û Hevseroka SYKP'ê ya bajara Mêrsînê Gulten Kotanoglu jî hat binçavkirin.

Navenda Nûçeyan – Li Şirnexê ji 18 kesên ku hatibûn binçavkirin 15 kes hatin girtin, li Bedlîs, Mêrsîn, Îzmîr û Stenbolê jî Çagla Seven a ji Komkujiya Pirsûsê bi birîndarî xilas bû jî di nav de 6 kes hatin binçavkirin.

Li navçeya Pirsûsa Rihayê di 20’ê Tîrmeha 2015’an de DAIŞ’ê êrîşek xwekujî pêk anîbû û Çagla Seven jî di wê êrîşê de birîndar bûbû. Polîsan avêt ser mala Çagla Seven û wê kirin binçavan. Hat zanîn ku destên wê ji paş ve hatine kelebçekirin û piştî birine qereqola polîsan a Kadikoyê şûn ve birine Edliyeya Anadoluyê.

Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û xwest Çagla Seven demildest bê berdan.

Hevseroka SYKP'ê Gulten Kotanoglu hat binçavkirin

Hevseroka Partiya Ji nû ve Avakirina Sosyalîst (SYKP) ya Mêrsînê Gulten Kotanoglu, danê sibehê di encama serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin. Gultena ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Mêrsînê.