Li bajarê Seqizê biryara greva giştî

Gelê bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê, ji bo şermezarkirina projeya rê ya ji bo astengkirina çûyîna li ser gora Jîna Emînî, greva giştî da destpêkirin.

Navenda Nûçeyan – Li bajarê Seqizê yê Rojhilat, bi armanca ji bo astengkirina çûna serdana gora Jîna Emînî li goristana Ayçî, ji aliyê şaredariyê ve projeya rê hat destpêkirin. Di projeya şaredariya Seqizê de, armanc ew e ku riya goristanê bigrin û parqk li goristanê ji holê rakin.

Piştî ragihandina biryarê, gelê Seqizê, kepengên xwe girtin û çalakiyên şermezarkirinê li dar xistin. Mitinga ku dihat plankirin li Seqizê were lidarxistin, beriya wê leşkeran bajar dorpêç kirin. Hêzên rejîmê riyên ku diçin şaredariyê bi temamî ji trafîkê re girtin. Li ser vê yekê esnafên li bajar, ji bo piştgirîdayîna malbatên xwe dest bi greva giştî kirin.