Jinên Efgan: Talîban dê nikaribe pêşî li perwerdeya me bigre!

Xwendekarên jin ên Efgan ên ku dibistana wan ji aliyê Talîbanê ve hat girtin gotin ku Talîban dê nikaribe rê li ber perwerdeya wan bigre, ew ê li malê bixwînin û perwerdeya xwe bidomînin.

BAHARAN LEHÎB

Kabul – Demek beriya niha navendên perwerdeyê yên li Efganistanê bi taybetî li Kabulê bi nameyek fermî dibistanên jinan çalak kirin û mamosteyên jin girtin kar. Lê di demeke kurt de careke din beşa ewlehiya Talîbanê yan jî kesên ku ji wan re dibêjin "Amr Bê Merûf" êrîşî van dibistanan kirin û pola keçan girtin, kursên ku guh nedan gotinên Talîbanê jî hatin girtin. Xwendekarên jin ên Efganî li hemberî girtina dibistanan bertekên xwe anîn ziman û gotin: “Talîban dê nikaribe rê li perwerdeya me bigre! Em ê li malê bixwînin û perwerdeya xwe bidomînin.”

‘Kursên me girtin’

Merwê Mihemedî xwendekara pola 10’an bûye dema ku Talîban ketiye Kabulê weke mîna bi hezaran keçên din destûr nedan ku perwerdeya xwe bidomîne. Kesê navborî dibêje: “Piştî girtina navendên perwerdeyê 4 mehan berî niha bi fermana Talîbanê, di rojên borî de dîsa kursên me hatin vekirin. Lê dîsa Talîban hatin û pir aciz bûn û gotina wan ew bû: "Çima keçên mezin di kursên we de beşdar dibin?"

Her du xwendikar diyar dikin ku hewldana Talîbanê ew bû ku keçan vîdyoyan ji kiryarên wan tomar nekin û mamosteyan û midûrê dibistanê mecbûr kirin ku di zûtirîn dem de keçan ji dibistan derbixin. Li ser vê yekê xwendekarên keç jî gelekî aciz bûn û bi qîrîn ji dibistanê derketin.

Merwê axaftina xwe wiha didomîne: “Ez ê salek berê niha, demek ku Talîbanê ragihand keçên jortir ji pola şeşan dikarin biçin dibistanê, ez û hemû keçên din bi coşeke mezin çûn dibistanê. Demek dirêj derbas nebû ku Talîban hatin dibistana me û dîsa em mecbûr bûn ji dibistanê derkevin.

‘Talîban nikare pêşî li xwendina me bigire!’

Merwê axaftina xwe wiha didomîne: "Talîban nikare pêşî li perwerdeya me bigre! Em li malê dixwînin û perwerdeya xwe didomînin. Ez bêhêvî nabim, ez bawer im ku rojekê ev rejîm dê hilweşe û em ê dîsa diçin dibistanê."

Nîlab H. xwendekara yek ji navendên din ên perwerdeyê der barê êrîşa Talîbanê û girtina dibistana wan de dibêje: “Talîbanê ji me re digot hûn tenê komek keç in û mafê we tune ye perwerdeya xwe bidomînin. Tevî ku mamosteya me jî jin bû lê nehiştin em xwendina xwe bidomînin."

Dema ku Talîban ket Kabulê bû Nîlab pola şeşan dibistanê bû, dema pola şeşan bi dawî bû, destûr nedan ku vê xwendina xwe bidomîne. Xeyala Nîlab ew e ku di pêşerojê de bibe mamoste. Nîlab dibêje: “Di dawiyê de ezê bigihîjim xeyala xwe û hikûmeta Talîban heya dawiyê bi îstîqrar namîne.”