Rewşa ku ji ber şer jixwe xirab bû bi erdhejê girantir bû
Zarokên Idlibê bi salan e ji ber şer, bombebaran, koçberî, tunebûna hawirdoreke bi aram û ewle rastî gelek zextan tên. Di ser van de jî erdheja di 6’ê Sibatê de gelek bandorên xirab li derûniya zarokan kir.
HADEEL AL-OMAR
Idlib - Derûnînas Kerîma Rehal teqez dike ku divê reşwa derûnî ya zarokên ji erdhejê rizgar bûne li ber çavan bê girtin, piştgirî û cihên bi ewle ji bo wan ava bikin, da ku tirsa ji ser xwe bavêjin û fêrî tiştên nû bibin.
Dayik û bavê wî di erehejê de jiyana xwe ji dest dan
Rabiî El-Bandar 7 salî ye. Di erdhejê de dê û bavê wî mirine, wî ji bin kavilan derxistine û ew niha tenê bi xwişka xwe ya bi 5 salan jê mezintir re dimîne. Ji ber tiştên jiyane derûniya wî xirab bûye. Meta wî dibêje ku tiştên Rabiî di bin kavilan de kişandine gelekî bi êş in, bandoreke neyînî li ser derûniya wî kirine, ew kêlî ji bîra wî naçin.
Ji ber tirs û fikaran zarok nikarin razên
Keça Fadiya El-Berhom a 6 salî jî pirsgirêkên derûnî, piştî erdehjê pê re çêbûne. Weke tirs, metirsî û pirsgirêkên xewê ji ber ku dema erdheja li bajarê Harim ew zarok di xwe de bûye ji nişkêve bi tirsê şiyar bûye. Dayika wê dibêje: “Di wan kêliyan de bêhna wê digirt, me bawer nedikir em bi saxî ji bin avahiyê derkevin em di qata 4’an de bûn. Di dema erdhejê de me xwest em bi zarokên xwe re birevin, wê demê dîwar diqelişîn.”
Piştî erdhejê Fadiya El-Berhom tevî malbata xwe di koneke li kampên herêmê de dimîne lê keça wê ji tirs û girînê her şev bê xew dimîne. Tevî gelek nexweşiyên ku bi zarokan re çêbûne, xirabûna derûniya wan ji ber erdhejê jî daye ser vê yekê.