‘Nobeta Edaletê’ di roja 743’emîn de didome

Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar li ber Edliya Rihayê dane destpêkirin di roja 743’emîn de didome.

Riha – Li Pirsûsa Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de du kur û hevjînê Emîne Şenyaşar ji aliyê xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin. Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar bi kurê xwe Ferît ê di êrîşê de birîndar bûbû di roja 743’emîn de berdewam dike.

Emîne û Ferît Şenyaşar ên ji navçeya Pirsûs a Rihayê hatin ber Edliya Rihayê li ber pankarta “Ji bo malbata Şenyaşar edalet” dinisvîne dest bi Nobeta Edaletê kirin.

Malbata Şenyaşar li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam da, “Dema ku we bê edaletiyê dît û we ji bo wê tiştek nekir, piştî demekî hûn hêza xwe ya parastinê wenda dikin. Li ber deriyê edlia #rihayê bû 743 roj. Şiyar be Tirkiye, şiyar be gelê #Rihayê!”