'Dîtin û naskirina Rêber Apo jiyana nû ji min re afirand'
Li Rojavayê Kurdistanê bi sedan malbatên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtine hene. Bi taybetî malbatên ku pê re mane ango wî li mala xwe kirine mêvan ji bîr nekirine û tiştên ku jê girtine fêrî zarok û malbata xwe kirine.
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê – Afirînerê felsefeya Jin, Jiyan, Azadî, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 4'ê Nîsana 1949'an de li gundê Amara yê Xilfetiya Rihayê ji dayîk dibe. Dibistana seretayî li gundê Cibînê û ya amadekarî jî li Nizîba Dîlokê dixwîne. Di 1968'an de li bajarê Enqereyê beşa zanistên siyasî dixwîne.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yekemîn nakokiyên xwe yên ji bo doza Kurdan di zarokatiya xwe de dijî. Li malê bi zimanê xwe yê zikmakî diaxive lê di dibistanê de fêrî zimanekî din dibe. Ev xal di hizrên Ocalan de gelek nakokî û lêpirsînan çêdikin. Di dahûrandinên de li ser ev nakokiya ku hê di zarokatiya xwe de dijî wiha dibêje; “Ev nakokî birîneke mezin di ruyê min ê zarokî de vekir û her ku çû ev birîn kûrtir bû.”
Yekemîn gavên têkoşîna azadiyê
Roj bi roj nakokiyên Rêber Ocalan mezintir dibin û asta wî ya têgihîştinê jî kûrtir dibû, ji ber vê di pêvajoya xwendina zanîngehê de êdî biryara destpêkirina têkoşîna ji bo doza Kurd dide. Li gel komeke hevalên xwe di 1978'an de Partiya Karkerên Kurdistanê bi armanca azadiya gelê Kurd a bi sesan salan polîtîkayên dagirkerî û metîngeriyê li ser hatiye meşandin, rizgariya Kurdistanê dadimezrîne, têkoşîna li hemberî pergala desthilatdar û dagirkeriyê, her wiha bi rengekê taybet ji bo azadiya jinan jî didomîne. Bi vê gavê re Ocalan dest bi rêwîtiya azadiyê dike ku roj bi roj rêxistinbûna xwe dorfereh dike û beşdarbûna nava Tevgera Azadiyê zêdetir dibe. Ev têkoşîn bandoreke mezin li ser gelê Kurd dike pêl bi pêl bi xurtbûna têkoşîna azadiyê gel diherike qadên azadiyê.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di heman demê de felsefe û birdoziya wê ya azadiyê ku xwe dispêre azadiya jinê ji bo hêzên hegemon ên cîhanê dibe mijara xeteriyê di 15'ê Sibata 1999'an de bi riya komployeke navdewletî tê girtin û ev 25 sal in li girava Îmraliyê girtiye. Girtina Rêber Ocalan bû sedem ku serhilanên Kurdan derbasî qonaxeke nû bibin, ji ber vê ev 25 sal in gelê Kurd ranewestiyaye û doza ku 1978'an de hatiye destpêkirin berdewam dikin.
Berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bihêzkirina doza azadiyê ya gelê Kurd berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê da ku qada xebatê firehtir bike. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan cara yekemîn di 2'ê Tîrmeha 1979'an de derbasî Kobanê dibe. Ocalan li cem gelek malbatên Kobanê dimîne. Bi taybetî jî li gundê Elpelûrê yê li Rojavayê Kobanê ku niştecihên herêmê mala ku lê mayî weke mûzexane hîştine û navê wê kirine ‘Mala Rêber Apo’.
Yek ji malbatên kevnar ên Kobanê ku rola xwe di derbaskirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya Kobanê de lîstin her wiha demeke dirêj pêşwaziya wî kirin, malbata Elûş e. Piraniya endamên vê malbatê Abdullah Ocalan dîtine û rasterast fikrên wî yên ji bo azadiyê û dahirandinên wî yên derbarê Jin, Jiyan, Azadî de guhdarî kirine.
Hemîde Elûş a 55 salî di 9 saliya xwe de Rêber Abdullah Ocalan dîtiye. Bav û pismamên wê rêber Ocalan û komek hevalên wî derbasî Kobanê kirine û demeke dirêj bi hev re derbas kirine. Piştre Hemîde Elûş ji bo hevdîtinek din, berê xwe dide bajarê Helebê.
Hemû hûrguliyên dîtinê hê di hizrên wan de zindî ne
Dema mirov li Hemîde dinêre û li ser vê mijarê pê re diaxive, girêdana wê ya bi birdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dibîne. Hemîde Elûş xwedî kesayeteke bihêz, hestiyar û çalak e. Beriya ku behsa hevdîtina xwe bike, çavên wê biriqîn û rondik dan, her wiha destên wê lerizîn. Heta mirov dikare texmîn bike ku lêdana dilê wê zêdetir bû. Bi hestekî wiha behsa hevdîtina xwe kir ku carekê bi coş dibû û carekê xemgîn.
Ev xalên me behsê kirin, di gelek kesên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtine de xwe didin der. Piraniya jinên ku hevdîtin bi Abdullah Ocalan re kirine, weke ku duh dîtibin behs dikin. Hemû detayên ku beriya 30-40 salan jiyankirine, di bîra wan de zindî ne. Çîrok û bîranînên jinên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtine û ji nêz ve felsefe û birdoziya wî guhdar kirine, mirov bi dil û rihê xwe guhdar û hîs dike. Heta dema kesa diaxve dikene ango xemgîn dibe, yê ku guhdar dike jî xwe ber ew jî heman helwestê raber dike.
Hemîde Elûş qala hevdîtina xwe ya bi Abdullah Ocalan re kir.
'Bi naskirina Rêbertî re gel şiyar bû'
Hemîde Elûş di nava axaftina xwe de qala rewşa gelê Kobanê ya beriya hatin û piştî naskirina bîrdoziya Abdullah Ocalan kir û wiha got: "Beriya ku gelê Kobanê Rêber Apo nas bike, jiyan di xeteriyê de bû. Rejîma Sûriyeyê gelê Kurd tirsandibû û zexteke pir mezin li ser me dida meşandin. Dem bi dem malên me lêgerîn dikirin û heta tê bîra min simêlên mêran jêdikirin ji bo ku kes serî hilnede. Ji ber vê Kurd roj bi roj asîmîle dibûn. Kurdên me yên li bajarên mezin ên Sûriyeyê diman jî gelek ji wan bi Erebî diaxivîn. Bi naskirina Rêber Apo re, ev rewş ji bingehê ve hat guhertin. Em ketin ferqa ku dijmin me li ser axa me qir dike, em xwediyên vê erdnîgariyê ne lê dijmin me koçber pênase dike. Bi vê hişyarbûnê êdî me dest bi têkoşîna nûjenkirin û parastina hebûn, nasname û mafên xwe kir."
'Rêber Apo xwedî li gotina xwe ya azadiya jinan derket'
Hemîde Elûş di domandina axaftina xwe de guhertina ku di rewşa jinan de pêk hat wiha bilêv kir: "Ev rewş ji bo jinan jî derbasdar bû, dema Rêjîma Baasê mêr dixistin bin kontrola xwe, mêran jî ew zext li ser jinan dikirin. Jin di nava tarîtîyeke bê dawî de bûn, mafê wê yê fikirandin, nêrîn dayîn ango biryar girtinê de tune bû. Çawa ku welatê Kurdan dihat înkarkirin, hebûn û mafê jin jî dihat înkarkirin. Wê demê li şûna ku peyva jin bi kar bînin, digotin "Eksik." Ez bawer im bikaranîna vê peyvê rewşa ku jinan, baş îfade dike. Tê bîra min Rêber Apo ji me re digot; ‘Ez bala xwe didim rewşa jinan, ez dibînim ku ew hatine fetisandin û di tarîtiyê de ne. Ji ber vê ez dixwazim jinan azad bikim û ji vê rewşê derxim. Dema jin azad bibin, wê Kurdistan jî azad bibe.’ Ev gotina Rêber Apo ku 40-50 sal berê got, di roja îro de berhem dide. Di roja îro de jin şoreşan li dar dixin, li dijî hemû rêbazên êrîşan şer dikin, berê digotin serok hene lê niha hevserok jî hene."
‘Ji bo me bû hêviya jiyanê’
Hemîde Elûş hurguliyên der barê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ku heta niha di bîra wê de ne wiha parve kir: "Piştî ku Rêber Apo civîn bi gel re çêdikir, em weke malbat bi tenê diman. Me li gel serok civat digerandin. Her dem ew diaxivî û me jî bi baldarî lê guhdar dikir. Behsa zarokatî û dayika xwe dikir. Her wiha henek dikir û bi me zarokan re mijûl dibû. Piştî her dîtinê, me meraq dikir ka gelo em ê careke din hev bibînin. Heta gelek bi wate bû, em pir caran li ser vê mijarê diaxivîn, serokên welatên cîhanê di qesrên xwe de bûn, ji bo mirov wezîrek bidîta diviyabû serî li deh cihan bida. Lê Rêber Apo kesayeteke gelek cuda bû, bi zarokan re zarok bû, bi mezinan re mezin bû. Ji ber vê em û mirovahiyê deyndarên yadê Ûveyş in ku kesayeteke weke Rêber Apo anî û ew ji bo me bû hêviya jiyanê."
'Min parçeyek ji kezeba xwe diyarî Rêber Apo kir'
Keça Hemîde Elûş a herî biçûk beşdarî nava refên têkoşîna azadiya Kurdistanê bûye. Hemîde Elûş wiha behsa vê mijarê dike: "6 keçik û 2 kurên min hene. Zarokên min ên mezin beşdarî nava refên azadiyê nebûn, keça min a herî biçûk tevli nava refên tevgera azadiyê bû. Min dizanibû ku wê rojekê beşdar bibe, ji biçûkatiya xwe ve ji vê tevgerê hez dikir. Dema ku 5 salî bû, min ji xwîşk û birayên wê re cilên cejnê dikirî û ji bo wê jî bi taybetî cilên şervanan didan dirûtin. Piştî mezin bû, min ew li mal nedît. Her dem di çalakiyan de bû. Herî dawî ji min re got ez dixwazim beşdarî nava tevgera Rêber Apo bibim, min jê re got tu serbest î keça min lê agahiyê bide me dema bixwazî biçî. Li ser vê bingehê min û bavê wê weke diyarî pêşkêşî keda Rêber Apo kir û ev çend sal in ku biçûka min li gel hevalên xwe ye û ji bo azadiya Kurdistanê têdikoşe. Her malbateke welatparêz zarokeke û 2 jî dane, ji ber vê heger min parçeyek ji kezeba xwe da ne kêm e. Pêwîst bike ez ê dîsa jî bidim."
‘Rih û mêjiyê min vejand’
Hemîde Elûş di dawiya axaftina xwe de berhemên têkoşîna ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîşan dane wiha vegot: "Ji aliyê kesayetî ve, ez dikarim bibêjim ku Rêber Apo rih û mêjiyê min ji nû ve vejand. Nêrîn, sekn û hizrandina min derbasî pêvajoyeke nû bû. Di destpêkê de min ew bendên ku ji aliyê mêrê paşverû ve hatibûn danîn, şikandin û li gorî vê yekê jî malbateke têgihîştî ava kir. Dema ku me Rêber Apo nas kir û me îdiayên wî yên azadiya Kurdistanê dît, me bawer kir ku em ê bigihîjin rojên wisa. Sekin, axaftin û vîna ku Rêber Apo nîşan dida, bû sedem ku em îro parçeyek ji axa Kurdistanê rizgar bikin, hêzên xwe yên parastinê ava bikin û bi ziman û çanda xwe ya resen bijîn. Baweriyeke bêdawî bi bîrdozî û doza Rêber Apo hebû. Lewra ev bawerî îro bi şoreşa jinê re her roj xurttir û bihêztir dibe."