Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê

Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 74’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin.

Navenda Nûçeyan – Bi boneya 74’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahî û çalakî hatin lidarxistin. Ji qadan banga şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û peyamên bilindkirina têkoşîna ji bo azadiya wî ya fizîkî hat kirin.

Kobanê

Bi boneya roja rojbûna rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan 4'ê Nîsanê rêxistina Kongra Star şahiyeke girseyî bi dirûşma "Rojbûna Rêber Apo vejîna jiyana azad e" li gundê Elpelûrê ku weke gundê Rêber Ocalan tê binavkirin ku dema di 2 Tîrmeha 1979'an de derbasî Kobanê dibe li wir dimîne, birêxistin kir.

Di şahiyê de bi sedan welatiyên Kobanê, Rêveberiya Xweser, TEV-DEM, partiyên siyasî, Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger, Meclisa Malbatên Şehîdan û hwd. bi cil û bergên xwe yên gelêrî amade bûn.

Qada şahiyê bi wêne û posterên rêber Abdullah Ocalan, alên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Kongreya Star hatibû xemilandin.

Şahiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre bênavber dirûşmên ku rojbûna Rêber Ocalan pîroz dikin û 10'emîn salvegera damezrandina YPJ'ê silav dikin hatin berzkirin. Paşê berdevka koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Zozan Bekir axivî û wiha got: "Heger îroj weke jin em rabûne ser piyan û dibêjin "jin, jiyan, azadî", ev yek xwe dispêre têkoşîna Rêber Apo. Ger ku em îro wek pêkhateyên herêmê bi hev re rojbûna Rêber Apo pîroz dikin, ev yek jî bi saya bîrdoziya serokatiyê ye. Ji ber vê divê ku em di sala nû de, bikaribin têkoşîneke mezintir bidin ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê. Em her kes deyndarên keda Rêber Apo ne, bi taybetî jî weke jin divê ku em ranewestin heta em vê rojê li gel Rêber Apo pîroz bikin."

Pişt re bernameya hunerî bi hunermend Silava Bozo, hunermendê ji Başûrê Kurdistanê Pêşewa, koma şehîd Şîlan a govendê, koma Gîvara ya muzîkê û hunermend Şêx Nebî Baqî Xido birêve çû. Di dawiya şahiyê de gel xelekên govendê gerandin û bi berzkirina dirûşmên "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.

‘Wê soz û xebata me ji bo Rêber Apo be’

Jina bi navê Fatma Xelef ku bi coşeke mezin beşdarî şahiyê bibû, hêvî û daxwazên xwe wiha bilêv kir: "Rojbûna Rêber Apo, zayîna me hemûyan e. Ji ber vê di rojeke wiha de weke dayikeke Kurd hêviya min ew e ku rêberê me vegere nav me û ji girtîgeha Îmraliyê rizgar bibe. Ev daxwaz wê di demeke nêz de pêk were, em ji têkoşîn û hêza xwe bawer in ku dê Rêber Apo bi fizîkî rizgar bibe. Bi taybetî em weke jin, xwedî şansekî pir mezin in ku kesayeteke weke Rêber Apo bi mijara me ya azadiyê re mijûl bû ku me gelek gav di vî warî de avêtin. Ji îro û şûn de jî soz û xebata me wê tenê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo be. Em vê sozê jî li mala serok ya gundê Elpelûrê nû dikin."

Qamişlo

Şêniyên bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di bin dirûşmeya “Rojbûna Rêber Apo vejîna jiyana azad e” rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Parka 19’ê Tîrmehê ya bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û di heman wextê de 10’emîn salvegera damezrandina Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê bi coşekê pîroz kirin. qada pîrozbahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YPJ’ê û nameyên ku zarokan ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nivîsandibûn hatibû xemlandin.

‘Rojbûna Rêber Apo mizgîniya xilasî û azadiyê bû’

Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê Berdevka Rêxistina Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rîhan Loqo axivî

Rîhan Loqo roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd li tevahî miletê azadîxwaz û bi taybet li jinan pîroz kir û got: “Em 4’ê nîsanê roja jiyan, rûmet û hebûnê ya rojbûna rêberê me li we hemûyan pîroz dikin. Rojbûna Rêber Apo roja vejînê ye ji  bo gelê me. Gelek serhildanên Kurdî çêbûn, di her serhildanekê de dîrok û berxwedaneke e heye. Ewqas êrîşên mezin li ser serhildanên me çêbûne ji bo ku dîrok û nasnameya me tune bikin bi komployên qirêj. Vê carê di 4’ê Nîsanê de mizgîniyek ji me re hat ku Rêber Apo jidayik bû ji bo ku îradeya gelê me ava bike, bibe hêz ji bo jinan ku xwe azad bikin.

‘Ji bo nasnameya gelan têkoşîn dike’

Rîhan Loqo wiha axaftina xwe bidawî kir: “Rêber Apo hat ji bo ku bibe hebûn ji me re, bêguman ew ji bo nasname û azadiya gelan têkoşîn dike. Ji ber ku her kes ji îradeya wî ditirser û hesaban ji felsefeya wî dikin, bi komployeke dijmirovî bi alîkariya hêzên navdewletî li ser wî dan meşandin ku ev 24 sal in di navbera çar dîwaran de ye. Berî salekê CPT serdana Îmraliyê kir lê heta roja îro encama wê serdanê nehatiye ragihandin û rewşa Rêber Apo û hevalên pê re nayê zelalkirin.”

Pîrozbahî bi gerandina govendê ji aliyê Koma Welat a Govendê, her wiha strandina stranan ji aliyê koma Şehîd Sakîne, Koma Pela û Koma Saz û Awaz a muzîkê, xweş û geş bû.

Hesekê

Pêkhateyên navçeya Til Temira Kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Meclisa Malbatên Şehîdan bi şahiyek li dar xistin, jinên ciwan Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pîroz kirin. Her wiha bi pêşengiya Yekitiya Jinên Ciwan û Kongra Star ên Efrîn-Şehbayê şahiya 4'ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li kantona Şehbayê hat organîzekirin û parkek bi navê 4'ê Avrêlê hat vekirin.

'Abdullah Ocalan rêberekî neteweyî ye'

Paşê Rêvebera Kongra Star a navçeya Til Temirê Madlên Ibêd axivî û wiha got: "Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan rojbûna mirovahiyê ye, em vê rojê li tevahî civakên demokratîk pîroz dikin. Ev roj rojeke nû ye di dîroka mirovahiyê de bi taybetî ji bo gelên ku bi desthilatdariya dewletê re rû bi rû diman xwedî girîngî ye. Fikr û ramanên Rêber Ocalan hêz da gelên bindest ku serî hildin. Bi fikrên rêbertiyê em dikaribûn di gelek şeran de serkeftinê misoger bikin. Abdullah Ocalan rêberekî neteweyî ye. Her wiha rojbûna rêbertiya me, rojbûna jinan e. Di heman wextê de fikir û ramanên Rêber Apo di Rojhilata Navîn de roleke mezin lîstin. Divê ku her kes ji bo azadiya Rêber Apo tiştek bike."

Piştî axaftinê Koma Şehit Sosin a govendê derket ser dikê û beşdaran li ber stranan govend gerandin.

Şehba

Bi dirûşma "4'ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo vejîna jiyana azad e" Kongra Star û Yekitiya Jinên Ciwan ên Efrîn-Şehbayê şahiyek li dar xistin û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin. Şahî li parka 4'ê Avrêlê ya navçeya Ehdasa kantona Şehbayê hat lidarxistin. Ev park bi boneya 4'ê Nîsanê ji aliyê dayikên şehîdan û aştiyê ve hat vekirin û şahiyê tê de dest pê kir. Her wiha qada parkê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xemilandin. Jinên ku beşdarî şahiyê bûn bi rengên xwe balê kişandin û qada şahiyê xemilandin..

Şahiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre li ser navê Kongra Star endama Meclisa Malbatên Şehîdan ên Efrîn-Şehbayê Hacer Miho axivî û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û girîngiya vê rojê anî ziman û got: "Em 4'ê Nîsanê li Rêber Apo û tevahî gelê xwe pîroz dikin. Di vê rojê de Rêber Apo ji dayik bûye û ev roj bûye roja vejîna gelên bindest. Rojhilata Navîn di nava tarîtiya zihniyeta desthiladar de dijiya bi derketina Rêberê mirovahiyê Rêber Apo çarenûsa Rojhilata Navîn hat guhertin û ji vê tarîtiyê rizgar bû. Em ê bi ruhê 4'ê Nîsanê Rêber Apo ji tecrîda girankirî rizgar bikin û zindanan azad bikin."

Paşê komên çandî bi navê Ş. Ruksen Zaxros û Mava roj ên stranên Kurdî, koma Baz Mordem a stranên Erebî û koma Ş. Zerdeşt a stranan bi stranên xwe şahiya 4'ê Nîsanê geş kirin û pîroz kirin. Di nava şahiyê de gel li parkê bi wesîleya rojê dar çandin.