Remziye Mihemed: Wê civak li hemberî êrişan bê bersiv nemîne

Endama Koordînasyona Kongra Star a Rojava, Remziye Mihemed bal kişand êrîşên dewleta tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: “Wê li tevahî qadên têkoşîn û rêxistinê, civak û jin bersiv bidin dagirkeriyê.”

RONAHÎ NÛDA

Qamişlo – Dewleta tirk ê ji 4’ê Cotmeha 2023’an ve êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girantir kir, ji 12’ê Çileyê ve car din êrişî binesaziya heremê dike. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku di 15’ê Çileyê de derbarê êrişan de daxuyanî da got ku di 48 demjimêran de dewleta tirk 73 caran êrîşî seranserî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye.

Têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê endama Koordînasyona Kongra Star a Rojava, Remziye Mihemed axivî.

Remziye Mihemed êrîşên dewleta tirk li dijî gel nirxand û destnîşan kir ku bi salan e êrîşî gel dike û got: “Bi salan e dewleta tirk êrîşî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û dixwaze qirkirinek li ser gelê herêmê pêk bîne. Bi taybetî di van demên dawî de, dewleta tirk bi serkêşiya hikûmeta AKP-MHP’ê êrîşên pir giran li ser binesaziya herêmên me pêk tîne. Di van êrîşan de cih û saziyên xizmetguzariyê û cihên ku gel debara jiyana xwe pêk tînin, dibin armanca êrîşan.”

‘Bi riya êrîşan dixwazin Rêveberiya Xweser vala derbixin’

Remziye Mihemed da zanîn ku netew-dewlet êrîşî pergala Rêveberiya Xweser dike û wiha domand: “Gel pergala xwe ya xweser di Rêveberiya Xweser de ava dikin ku Rêveberiya Xweser ji tunebûnê hebûn ava kir. Bi îradeya gel, îradeya meclis û ya pergala xwe dikaribû bibe dengê gel. Her ku diçe êrîş li ser gel giran dibin û tehdît mezintir dibe. Pergala Rêveberiya Xweser ne li gorî netew-dewletê û berjewendiyên wan e lewma dixwazin Rêveberiya Xweser bi riya êrîşan vala derbixin.”

Remziye Mihemed diyar kir ku ji ber dewleta tirk şikestiye lewma êrîşê axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û wiha pê de çû: “Êrîşên ku tên meşandin û bombebarana li ser binesaziya herêmê pêk tê mîna cihê petrol, kehrebe, av, nexweşxane, rêbend, heta projeyên gel xwe bi xwe ava kirine dibin armanca êrîşan. Ev êrîş gelek sedemên wê hene. Yek ji ber ku gel dikare xwe bi xwe bi rê ve bibe, vê yekê tehemul nake û ya din jî şervanên azadiyê ne ku li herêmên parastina medyayê berxwedaniyek mezin raber dikin û hêzên dagirker têk birine li wan herêman, dixwaze wî kînê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi êrîşên li dijî gel der bike loma êrîş dike.”

‘Armanc koçberkirina gel e’

Remziye Mihemed destnîşan kir ku armanca êrîşan koçberkirina gel û valaderxistina pergala gel a ku xwe bi xwe bi rê ve dibe ye û wiha pêl da gotinên xwe: “Dema êrîşek li ser nexweşxane, ango cihên welatî lê dijîn, cihên ewlehî û parastinê çêdibe ewladên vî gelî wan deran diparêzin. Dewleta tirk li dijî van herêman bi awayekî rojane êrîş pêk tîne. Ji ber ku em baş dizanin armanca dijmin, valakirina herêmê û koçberkirina gel e û ya din jî ew e ku pergala gel a ku hatiye avakirin vala derbixe. Di heman demê de bi riya şerê taybet dixwaze şerê xwe berdewam bike.”

‘Bi bêdengiya xwe destekê didin dewleta tirk’  

Remziye Mihemed berxwedana gel a li hember êrîşan wiha anî ziman: “Berxwedana gel li hemû qadên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî êrîşan, bi sekin, çalakî û têkoşîna xwe cihê serbilindahiyê ye. Bi taybetî gelê me li hemberî dewriyeyên ku Rûs û Emerîka li ser sînorên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê davêjin, qaşo wê êrîş bidin sekinandin lê me baş dizanin ku zêdetir hêz û erêkirina van êrîşan didin dewleta tirk, helwestên xwe nîşanî wan hêzan da. Rûsya û Emerîka bi bêdengiya xwe destekê didin dewleta tirk.”

‘Em ê herêmên xwe rizgar bikin’

Em weke Kongra Star bi navê tevahî jinên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan didin ku em ê heta dawiyê têkoşîna xwe mezin bikin û bi sekna li hemberî êrîşan bibêjin na ji van êrîş û tehdîtan re. Weke gel em dikaribûn şoreşek pêk bînin ku şoreşa me bi pêşengiya jinan pêk hatiye. Em ê şoreşa xwe bi pêşengiya jinan bi ser bixin, êrîş û tehdîtên heyî vala derbixin û dagirkeriyê ji holê rakin. Em ê herêmên xwe rizgar bikin. Êdî gelê me li ser xaka xwe bi awayekî bi aram bijî. Em ji koçberiyê re dibêjin na, çiqas êrîş zêde bin, girêdana me ji axê re zêdetir dibe. Îro, niha û sibê wê li tevahî qadên têkoşîn û rêxistinê, civak û jin bersiv bidin dagirkeriyê. Kesên ku destek didin me gel û şervanên me ne. Bi dirûşma “Jin jiyan azadî” em ê serkeftinê bi ser bixin.”