Rapora Konseya Ewropayê: Li Tirkiye îşkenceya li ser girtiyan zêde bûye

MPKE, bi raporekê ragihand ku li girtîgehên Tirkiyeyê îşkence û kiryarên xerab zêde bûne û wiha hat gotin: “Li gorî daneyên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Tirkiye di mijara binpêkirina mafên girtiyan de di rêzên destpêkê de ye.”

Navenda Nûçeyan- Rapora ku li civata giştî ya Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) li Strasboûrgê hat qebûlkirin, ji 67 parlamenteran bi erêkirina 66 parlamenteran fermî bû. Li gorî raporê, li Tirkiye, Rûsya û Azerbaycanê îşkence û kiryarên xerab hatine tesbîtkirin.

Di raporê de hat diyarkirin ku li gel peyama ‘Ji êşkenceyê re sifir tolerans’ a rayedarên Tirk, di salên dawî de îşkence û kiryarên xerab zêde bûne. Di raporê de her wiha hat destnîşankirin ku pêşketina li vê qadê ya li Tirkiyeyê ‘di asta duyemîn’ de hatiye hiştin.

Parlamenterê Sosyal Demokrat ê Qibrisî Constantînos Efstathîoû ku ji bo amadekirina raporê karekî berfireh da meşandin, têkildarî êşkence û kiryarên xerab ên hêzên ewlekariyê yên li Tirkiyeyê di dema binçavkirin, lêpirsîn û belavkirina xwepêşandanan de îşaret bi biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) kir.

Di raporê de dozên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Osman Kavala û Selahattîn Demîrtaş hatin bibîrxistin û ji Konseya Ewropayê hate xwestin, ku li beramber rîska kiryarên xerab, dosyayan ji nêz ve bişopîne û wiha hate gotin: “Şert û mercên girtin û tecrîda li ser Abdullah Ocalan û li girtîgehan bi ewlekariya bilind a li Îmraliyê, di salên dawî bûye cihê fikaran.”

‘CPT’yê rapora xwe eşkere nekir’

Di raporê de her wiha raporên Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) ên li ser Tirkiyeyê hatin bibîrxistin û wiha hat gotin: “ Îdiayên li ser kiryarên xerab û îşkenceyê yên li Tirkiyeyê ji sala 2017'an û vir ve zêde bûne. Her wiha hat ragihandin ku CPT’yê raporên xwe yên têkildarî serdanên li Tirkiyeyê hê jî neweşandiye.”

Di raporê de bang li welatên endamên Konseya Ewropayê hat kirin ku li dijî kiryarên xerab û îşkenceyê tedbîrên berfireh bigrin û wiha hate gotin: “Guhertina qanûnî ya ku îşkence û kiryarên xerab weke sûc dibîne, hesabpirsîna ji berpirsyaran, lêpirsînên bi bandor, parastina xwediyên giliyê û weşandina raporên CPT’yê bêyî destûra dewletê çend ji tedbîrên hatine pêşniyarkirin in. Xala 3'emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê îşkenceyê qedexe dike û li gorî daneyên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê Tirkiye di mijara binpêkirina vê mijarê de tevî Rûsya, Ûkrayna û Romanyayê di rêzên destpêkê de ye.”