Qonaxa Sêyemîn a Operasyona ‘Mirovî û Ewlehiyê’ li Kampa Holê destpê kir

Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê li Kampa Holê ya malbatên DAIŞ'ê bi daxuyaniyeke fermî dest bi Qonaxa Sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê kir.

Hesekê - Piştî Qonaxa yekem a Operasyona Ewlehiyê ya di 27'ê Adar a 2021'ê, Qonaxa duyem a di 25'ê Tebaxa 2022'an de, Qonaxa Sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve li Kampa Holê, bi daxuyaniyekê dest pê kir.

Daxuyanî ji aliyê Berdevka Ragihandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rûken Cemal bi Zimanê Kurdî, Berdevkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî Hesen bi zimanê Erebî hat xwendin. Her wiha ji Rêveberiya Kampa Holê Cîhan Henan amade bû.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Rêveberiya Xweser û hêzên wê yên ewlekarî û leşkerî di salên borî de hemû barên têkildarî rêgirtina li ber zêdebûna metirsiya terorî li kampa Holê û kêmkirina hovîtiya çalakiyên terorîstî yên ku şaneyên DAIŞ`ê li dijî niştecihên kampê pêk tîne, girt ser xwe. Ev yek bi ruxmê kêmbûna asta baldariya navdewletî ku diviyabû bi berpirsyariya xwe ya di der barê vê mijara bi xeter de rabin, pêk hat.

‘Çeteyên DAIŞ`ê tevger çalakî û şaneyên xwe di nava kampê de zêdekirin’

Di dema derbasbûyî de, çeteyên DAIŞ`ê tevger, çalakî û şaneyên xwe di nava kampê de zêdekirin. Ev zêdekirin jî hemwextî mijûlbûna hêzên leşkerî û ewlehî di bersivdayîna êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî rejîma Sûriyeyê, pêk hat. Lewre van çeteyan gelek çalakiyên tirsandin û kuştinê pêk anîn. Her wiha zext li ser niştecihên kampê kirin û alîkariyên mirovî yên weke pêwîstiyên tenduristiyê şewitandin û nehiştin bi aramî bigihîjin hundirê kampê. Bi vî rengî hewldan ku hawirdoreke guncav ji bo şaneyên terorî ava bikin, zêdetir zarokan beşdar bikin û bi riya jinên DAIŞ’î yên ku ji bo vejandina DAIŞ`ê roleke aktîf dilîzin, zarokan li ser fikrên radîkal û tund perwerde bikin. Her wiha planên xwe yên revandin û derxistina tevlîheviyan di nava kampê de zêdetir kirin da ku ewlehiya kampê têk bibin.

‘Kampa Holê weke hedefa sereke û amûra propagandaya DAIŞ`ê ye’

 Li gel van kiryaran jî, gelek mikurhatinên şaneyên DAIŞ`ê ku di demên dawî de hatibûn girtin, piştrast dike ku çeteyan bi fermanên yekser ji serçeteyê xwe, plan kirine ku ji derve bi riya pêwendiya bi tevgerên şaneyên di hundir de êrîşî kampê bikin. Jixwe hîn jî Kampa Holê weke hedefa sereke û amûra propagandaya DAIŞ`ê ye û di hemû weşanên xwe de vê bi kar tîne. Lewre, weke berdewamiya têkoşîna me ya giranbiha û erkên me yên exlaqî û mirovî ji bo pêşîlêgirtina li ber vê yekê, weke Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk a ku di pêşengiya Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê de beşdar dibe û bi piştgiriya hêzên Hevpeymana Navdewletî ya şerê li dijî DAIŞ`ê, em qonaxa seyemîn a operaseyona “Mirovî û Ewlehî” li Kampa Holê radigihînin. Ev operasyon wê endamên şaneyên DAIŞ`ê û çavkaniya wan, girtina kesên xirabkar û di nav de berpirsên êrîşên terorîstî û hevkarên wan her wiha kesên ku fikrên radîkal û tund di nava zarokan de belav dikin, hedef bigre.

‘Bi salan e em têkoşînê li hemberî terorê didomînin’

Weke hêzên operasyonê yên ku di salên dirêj ên têkoşînê de li hemberî terorê, bi hêz û disiplînê, xwe îsbat kiriye û di vî warî de me gelek bedel dane, em pabendbûna xwe ya bi qanûn û peymanên mafên mirovan, teqez dikin. Nemaze qanûnên ku mekanîzmaya ewlekariyê yên li hember jîngehên weke Kampa Holê ku şaneyên terorîst xwe tê de bi cih dikin û ji bo çalakiyên xwe bi kar tînin, rêxistin dike, em pabendbûna xwe pê nû dikin. Jixwe wê hêzên me hemû erkên ku dikevin ser milên wan ji operasyon û tedbîrên ewlehiyê yên bilez an jî demdirêj ji bo têkbirina xeteriya terorê li ser herêmê û gelê wê, erka xwe pêk bînin."