Qirkirina Ermenî û Kurdan û pênesayên cuda yên navneteweyî
Sedema ku qirkirina li ser Kurdan li gorî qirkirina Ermeniyan di qada navneteweyî de nayê naskirin, ne kêmbûna komkujiyên mezin e, ji ber sedemên siyasî, hiqûqî û dîrokî ye.
LAVA KURDÊ
Navenda Nûçeyan – 1915’an de komkujiya li dijî Ermeniyan hat kirin yek ji perçeyê projeya avakirina netew dewletê bû. Di salên pişt wê de, komkujî li dijî Kurdan domiyan. Ev yek bû sedem ku jiyana bi hev re ya Kurd û Ermeniyan a ku bi hezaran salan bi hev re jiyan bi dawî bibe.
Li gorî Ermeniyan asta herî dijwar a komkujiyan 24’ê Nîsana 1915 bû. Di vê dîrokê de leşkerên Osmanî, bi hezaran Ermeniyên ku bi zorê surgun kiribûn, li çolên Dêrazora Sûriyeyê terkî mirinê kirin. Di vê qirkirinê de di navbera milyonek û 1,5 de mirov hatin kuştin
Türkiye dipejirîne ku di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de gelek Ermenî hatine qetilkirin lê îdia dike ku hejmar tê mubalaxakirin.
Her sal 24’ê Nîsanê Ermenî çalakiyên bîranînê li dar dixin lê aciziya Tirkiyeyê ji vê zêdetir ew e ku raya giştî ya navdewletî vê yekê weke qirkirin pênase dikin.
Qirkirina Ermenî û Kurdan, pir dişibin hev. Herdu jî bi awayê pergalî hatine vederkirin, bi armanca qirkirina çandî, qirkirina fizîkî û koçberiya bi zorê rastî êrîşan hatine. Di herduyan de jî taktîkên weke; komkujî, desteserkirina axê û çewisandina nasnameyê hatine bikaranîn.
Zexta dewletê û rêbazên ku dişibin hev
Zexta çandî: Herdu kom jî ji aliyê ziman, çand û mafên perwerdeyê ve rastî zexteke zêde hatin.
Koçberiya bi zorê û surgun: Tiştên ku di sala 1915’an de li dijî Ermeniyan kirin bi heman awayî bi taybetî piştî salên 1930’an li dijî Kurdan bi komkujî û surgunên mezin domiyan.
Operasyonên leşkerî: Kurd jî Ermenî jî bi armanca ku nifûsa were kêmkirin an jî bi temamî bikevin bin kontrolê rastî şîdeta leşkerî hatin.
Desteserkirina mal û milkên wan: Dewletê di sala (1915) de dest danî ser mal û milkên Ermeniyan. Di êrîşên qirkirinê yên piştî wê li dijî Kurdan hatin kirin de jî dest danîn ser malên Kurdan.
Çima qirkirina Kurdan bi fermî nayê naskirin?
Qirkirina Kurdan (Bi taybetî Tevgera Enfalê 1988) dema ku bi qirkirina Ermeniyan re were muqayesekirin tê dîtin ku sedema di raya giştî ya navneteweyî de nayê naskirin ne kêmbûna delîlên qirkirina komî, ji ber sedemên siyasî, hiqûqî û dîrokî ye. qirkirina Ermeniyan, weke bîra mafên mirovan a nûjen tê pejirandin, nasîna qirkirina Kurd, ji ber tifaqên jeopolitik ên didomin û tevlîheviyên hiqûqî yên ji bo pênasekirina sûc hatiye astengkirin.
Berjewendiyên jeopolîtîk: Gelek welat, bi taybetî welatên Rojava, di serdemên ku şîdeta li ser Kurdan zêde bû de, têkiliyên xwe yên diplomatic an jî aborî yên bi Tirkiyeyê re domandin.
Qirkirina bi “Operesyona li dijî îsyan” hwd: Rejîma Sedam Huseyîn, di dema şerê Îran-Iraqê de komkujiyên li ser Kurdan, weke operasyona meşrû ya li dijî îsyankara (Enfal an jî xenîmetên şer) pênase kir. Vê argumanê, rewşeke siyasî ya nediyar ku pêşî li şermezarkirina navneteweyî bigre ava kir.
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan operasyona Enfalê weke qirkirin nas kir, di biryara 2007 a Laheyê de hukum kir ku delîlên belgeyî yên hovîtiyên komî tevî ku ji aliyê parlamento yan jî dezgeheke siyasî ve nehatiye pejirandin jî di vê rewşa taybet de ji bo ku pênaseyeke zagonî jib o qirkirinê çêbike kêm in.
Siyasîbûna pêvajoya darazandinê: Darizandina Sedam huseyîn ji ber ku zêdetir bi mudaxeleya siyasî bi sînor man, biryarên nîhayî, gelek caran hatin lêpirsînkirin û vê yekê bandorên hiqûqa navneteweyî kêm kir.