'Qeyûm li cihê xizmeta gel ji bo şerê taybet dixebitin!’

Jinên hilbijartî diyar kirin ku qeyûm li herêmê li cihê xizmeta gel, ji bo polîtîkayên şerê taybet dixebitin û kaseyên pere ji bo cematan bedikin û gotin: “Em ê di vê pêvajoyê de xebatên xwe bidomînin û xwedî li vîna xwe derkevin.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Amadekariyên hilbijartinên şaredariyan ku dê di 31'ê Adara 2024'an de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêk bên, dest pê kirin. Qeyûmên ku tayînê bajarên Bakurê Kurdistanê tên kirin jî bi qeydên bêhiqûq ên hilbijêran li navçeyan dikin re starta amedekariyên hilbijartinê dan. Qeyûmên ku butçeya şaredariyê ji bo rêxistinkirina cemaet û terîqetan bi kar tînin, di vê pêvajoya 5 salan de ji bo gel tu xebat nekirin. Di van 5 salan de ne xizmeta gel, ji bo polîtîkayên şerê taybet xebitîn, hemû xebatên têkildarî jinan rawestandin.

Siyasetmedarên hilbijartî yên ku li şûna wan qeyûm hatine tayînkirin, diyar kirin ku ew ê di hilbijartinên şaredariyan de bi gel re tevbigerin û dawî li texrîbatên qeyûman bînin.

Hevşaredara Pîranê Yasemîn Uçer, diyar kir ku li navçeyê qeyranên civakî yên giran tên jiyîn û da zanîn ku li navçeyê ji bo gel tu xebat nayê meşandin, ciwan bi neçarkirina polîtîkayên şerê taybet re rûbirûne, bêkarî heye, madeyên hişbir bi kar tînin û bi zexta sîxuriyê neçarî koçberiyê tên kirin. Yasemîn Uçer, diyar kir ku qeyûm bi “Hîleyan” ketine şaredariyan û bal kişand ku beriya hilbijartinê dîsa serî li "lîstokan" dane.

'Qeyûm xizmeta şerê taybet dikin'

Yasemîn Uçer, anî ziman ku qeyûmên hatine tayînkirin ne li navçeyê û ne jî li navendan der barê jinan û civakê de tu xebat nadin meşandin û diyar kir ku di vê pêvajoyê de tenê xizmeta polîtîkayên şerê taybet kirine. Yasemîn Uçer, wiha axivî: “Niha li navçeyê polîtîkayên AKP’ê xistine meriyetê. Wekî hemû cihan li Pîranê jî ji bo jin û ciwanan tu qad nehiştin. Malên stargehên jinan hebûn. Yekane tişta kirin girtina wan bû. Ji ber ku der barê çandiniyê de tu xebat nakin, bi xwe rê li ber koçberiya ciwanan vekirin. Bi tu awayî xizmeta gel nekirin, a pergalê kirin. Pereyên ku divê ji bo gel werin xerckirin, ji bo çêkirina lojmanên qeymeqamtiya navçeyê hat xerckirin. Di 5 salan de tu projeyên wan ji bo navçeyê çênebûn. Berevajî vê yekê bi polîtîkayên ku civakê belav dikin tevgeriyan. Hemû polîtîkayên têkildarî civakê beralî kirin. Li şûna ku xizmetê bikin, bi madeyên hişbir, fuhûş û çanda kafeyê gel ji nirxên wan qut kirin.”

'Em ê bi zanîna kêmasiyên xwe yên serdema berê tevbigerin’

Yasemîn Uçer, bal kişand ku ew bi bi dîtina van hîle û lîstikan, xwe ji bo hilbijartinên pêşwext amade dikin û bi sererastkirina kêmasiyên di demên berê de dê tevbigerin û destnîşan kir ku ew ê bi gel re xwe ji hilbijartinê re amade bikin. Yasemîn Uçer, diyar kir ku ne şerê taybet û ne jî polîtîkayên rantê li herêmê dê negihîjin armancên xwe û wiha got: “Bi qeyûmên ku di sala 2016’an de hatin tayînkirin re, gelek şaredariyên me ketin nava deynan. Di kaseyên şaredariyan de pere nehat hiştin. Ev pere ne ji bo gel, ji bo pergalê hat xerckirin. Em ê di heyama pêşiya xwe de şaredariyên xwe zêde bikin û bigrin. Em ê der barê jin û civakê de pergala rêveberiyên xwecihî bi pêş bixin. Em ê bi nîqaşa ka em ê çawa van her du serdeman derbas bikin, biçin hilbijartinê. Em ê kêmasiyên xwe di heyama berê de bibînin û li gorî wê xebatên xwe bimeşînin. Pêvajoya rast dê bi gel dest pê bike. Em ê di xebatên xwe yên hilbijartinê de û di polîtîkayên xwe yên piştî hilbijartinê de jî bi gel re tevbigerin."

'Kaseyên şaredariyan ne ji bo gel ji bo terîqetan in’

Endama Meclisa Şaredariya Yenîşehîra Amedê Nevriye Çur ku di Mijdara 2019'an de qeyûm li şûna wê hat tayînkirin jî diyar kir ku qeyûm di vê pêvajoyê de li şûna gel ji bo terîqet û cemaetan pere xerc kirine. Nevriye Çur, diyar kir qeyûm xebatên hilbijartina xwecihî jî di vê nuqteyê de dimeşînin û hewl didin hilbijêrên dîndar bi xebatên 'serdana umre' yan jî ‘kursa Quranê’ bi rêxistin bikin û wiha axivî: "Di du hilbijartinên dawî de ji şaredariyên me re di du heyamên cuda de qeyûm hatin tayînkirin. Em li qadan tînin ziman ku ev qeyûm ji xeynî desteserkirina îrade û mafan ne tiştekî din e. Di vê heyama 5 salan de me dît ku qeyûm ne tenê îradeya gel desteser dikin, di heman demê de bi awayekî cidî dibin sedema desteserkirina xizmetê jî. Em dikarin vê yekê bibêjin: Qeyûm li şûna park û baxçeyan çêbikin, xwendekar û mamosteyên Îmam Hatîpê bi pereyên şaredariyê dibin umrêyê. Dîsa ji ber ku di kaseyên şaredariyan de pere nemaye, bi armanca rantê taxan difiroşin. Ev rewş ne tenê ji bo Yenîşehîrê, ji bo hemû şaredariyên ku li Kurdistanê qeyûm li wan hatine tayînkirin derbasdar e. Yekane armanca qeyûman ew e ku pereyê gel ji bo polîtîkayên xwe xerc bikin.”

‘Em ê hemû gavan bi gel re biavêjin’

Nevriye Çur diyar kir ew ê di hilbijartinên nêz de bi gelek xebatan şaredariyan ji destên qeyûman bigrin û destnîşan kir ku bi vê armancê ew ê ji polîtîkayên şerê taybet re jî bibêjin 'raweste.' Nevriye Çur axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Butçe ne ji gel re, ji kom û terîqetan re tê xerckirin. Şaredarî li cihê ciwanan, xizmeta polîtîkayên şerê taybet ê li herêmê bi rêbazên gelek qirêj tê meşandin dike. Em jî gel jî di ferqa vê yekê de ne. Qeyûm ji me baştir dizanin erka şaredariyan çi ye, çi nîn e lê ji ber ku yekane armanca wan rant e, berjewendiya gel û xizmet ne di xema wan de ye. Ev pergal, pergaleke bêhiqûq e, em ê di van hilbijartinan de vê pergalê hilweşînin. Em ê hemû gavan bi gel re biavêjin û vê pergala qeyûm tu carî qebûl nekin."