Komîteya Nobelê ji bo Nergîs Muhammedî daxuyanî da

Komîteya Nobelê ya Norveçê ji bo Nergîs Muhammedî ya ku li girtîgeha Evînê tê girtin, xwediya xelata Nobelê ya 2023’an e û dest bi gireva birçîbûnê kiriye daxuyanî da bang kir û got: “Em ji rewşa wê bi fikar in.”

Navenda Nûçeyan- Aktivîsta mafên mirovan Nergîs Muhammedî ji ber têkoşîna ku li Îranê li dijî zextên li ser jinan didomîne di girtîgehê de ye. Nêrgiz Muhamedî ji bo têkoşîna mafên mirovan û azadiyê didomîne, layîqî xeleta Aştiyê ya Nobelê ya 2023’an hat dîtin. Beriya çend rojan li girtîgeha Evînê ya Îranê ku lê tê girtin dest bi greva birçîbûnê kir.

Nergîs Muhammedî tevî pirsgirêkên xwe yên tendirustiyê jî ji ber hîcaba bi zorê red kiriye wê nabin ba bijîjk. Komîteya Nobelê ya Norveçê ji bo Nergîs  Muhammedî  daxuyanî da. Serokê Komîteya Nobelê ya Norveçê Beriy Reiss- Andersen da zanîn ku ji ber rewşa Nergîs  Muhammedî bi fikar in û wiha got: “Ji bo mehkûmên jin ji bo bibin nexweşxaneyê wan neçarî bikaranîan hîcaba bi zorê dikin, ev yek dermirovî ye û di aliyê pîvanên azadî û exlaqî de nayê qebûlkirin.”