Li Minbicê bi komunan hemû pêkhate bi hev re dijîn

Di komunên ku ji hemû beşên civakê yên Minbicê pêk tên, gel xwe bi rêve dibin û ji pirsgirêkên xwe re çareseriyan dibînin. Kesên di komunan de dixebitin bal kişandin ser yekitiya ku çêbûye û diyar kirin ku ew li dijî dagirkeriyê ne.

SÎBÎLYA EL-IBRAHIM

Minbic – Pergala Rêveberiya Xweser bi riya komunan jiyana civakî birêxistin dike. Komun weke yekeyên herî biçûk û rêveberiyên herêmî yên civakê tên pênasekirin. Endamên komunê ji şêniyên tax an gundan pêk tên. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku sîstema komunan lê hatiye qebûlkirin, gel pirsgirêkên xwe bi vê sîstemê çareser dike.

Hevseroka Komuna Taxa Mizgefta El-Siddiq a Minbicê Ebîr Muhammed jî diyar kir ku sîstema komunan ji aliyê pêkhateya Rêveberiya Xweser ve gelekî girîng e û got: “Pergala Rêveberiya Xweser nûnertiya beden û ruhê sîstema Neteweya Demokratîk dike. Komun jî ji endamên vê civakê pêk tên. Ji ber vê yekê bingeha gelêrî jî di nava komun û rola wê de cih digre. Em tax û derdora xwe bi riya komunan bi rê ve dibin û birêxistin dikin.”

'Her pêkhateyek xwe weke parçeyekî komunê dibîne'

Ebîr Muhemmed diyar kir ku li bajarê Minbicê mozaîka gelên Kurd, Ereb û Tirkmen hene û wiha got: “Di warê cihêrengiya pêkhateyan de dewlemendiyeke çandî heye. Her pêkhateyek di komunan de cih digre û li gorî taybetmendiyên xwe xebatên xwe dimeşîne. Ji ber vê yekê her pêkhateyek xwe weke parçeyekî vê komunê dibîne û bi cudahiyên xwe xebatên xwe dimeşîne. Komun jî ji 6 komîteyên bingehîn pêk tên. Perwerde, Tenduristî, Xweparastin, Jin, Xizmetguzarî, Edalet û Lihevanînê." 

Karên komunan cuda ne

Ebîr Muhammed rola komînan di gihandina dengê civakê ji aliyên pêwendîdar re wiha nirxand: “Komunên ku kar û barên gel birêve dibin, bi pirsgirêkên taxên ku nûnertiya wan dikin re mijûl dibin. Mînak Komîteya Lihevanînê bi pirsgirêkên taxê re mijûl dibe. Komîteya Xizmetguzariyê ji pêşkêşkirina xizmetên taxê berpirsyar e. Li aliyê din Komîteya Jinan ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan û perwerdekirina rola wan a bibandor di civakê de eleqedar e.”

'Em bi yekitiya xwe bawer in'

Hevseroka Komuna gundê El-Esaliye yê dikeve rojavayê bajarê Minbicê Aliya Fadel diyar kir ku gund gundekî ji sê pêkhateyên Kurd, Ereb û Tirkmenan e. Aliya Fadel got: “Em bi yekitiya xwe bawer in, ji ber ku pirsgirêkên li gund tên jiyîn, pirsgirêkên me hemûyan in û kêfxweşiya xwe em bi hev re parve dikin. Gundê El-Asaliyê ku yek ji gundên girêdayî herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin e, gelek caran rastî bombebaranên bê serûber tê. Li ser vê yekê em weke Ereb, Tirkmen û Kurd li dijî bombebarana li ser gundê xwe bertekên xwe nîşan didin." 

'Em ê destûr nedin axa me were dagirkirin'

Aliya Fadel têkildarî hevkariya di navbera pêkhateyên li gund de wiha got: “Em xwe bi biratiya nava gund bi rêxistin dikin û piştgiriya sîstema xwe ya parastinê dikin. Ev ax axa me ye û parastina wê erka me ye. Em rê nadin welatên cuda werin û axa me dagir bikin.” Aliya Fadel ku bi zimanên Kurdî, Erebî û Tirkmenî dizane, diyar kir ku wê bi hemû aliyên li gundên xwe re têkiliyê deynin û got: "Ez bi her sê zimanên gund dizanim û bi vî awayî em ji hev baştir fam dikin û baweriya di navbera me de xurtir dibe."

'Em hemû kes bi hev re di nava têkiliyê de ne'

Hevseroka Meclisa Xeta Rojhilat a bajarê Minbicê Sabah Bozan jî wiha got: "Ji ber ku em xwe dispêrin pregala Neteweya Demokratîk, ji hemû pêkhateyên komunan bêyî cudahiya ziman û ol, em hemû bi hev re di nava têkiliyan de ne. Weke pêkhateyên bajarê Minbicê em ê ji şaneya herî biçûk a bajêr dest pê bikin. Armanca me ew e ku em rêveberî û xizmeta vî welatî bikin. Em bi nêzîkatiyeke xizmetê dixebitin. Em gel û civaka xwe bi gihandina meclisên qanûndanîn û rêveberiyê yên li bajêr û bi vê projeyê birêve dibin. Armanca me ew e ku em civakeke xweser a demokratîk, exlaqî û polîtîk ku tê de edalet û wekhevî pêk were ava bikin."