Beşdarvanên ji 17 welatan êrişên dagirkeriyê yê li ser Rojava axivîn

Di panela ku ji aliyê Akademiya Jineolojî, Dîplomasîya Civakî ya Rojava, Tevgera Teknolojî ya 1’ê Gulanê ya Meksîkayê, GTA û Meclisa Jinan a GTA ya Hindistanê ve hat lidarxistin de êrişên li ser Rojava û Netewa Demokratîk hat nîqaşkirin.

Navenda Nûçeyan – Akademiya Jineolojî, Dîplomasîya Civakî ya Rojava (BRS), Tevgera Teknolojî ya 1’ê Gulanê ya Meksîkayê, GTA û Meclisa Jinan a GTA ya Hindistanê li ser bernameya Zoomê panelek hat lidarxistin. Di panela ku bi dirûşma 'Berxwedan li dijî dagirkerî û şerê teknolojiyê bilind bikin: Li dijî şerê dagirkeriyê yê Tirkiyeyê Rojava biparêzin!' hat lidarxistin de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û berxwedana gel û jinan, weke amûrek kolonyalîzmê teknolojî û şerê li dijî tevgerên azadixwaz û derfetên xweparastinê li dijî wan êrîşan hat nîqaşkirin.

Di panelê de nûnera Kongra Star a Rojava Stera Ebdo, hevserokê Tevgera Teknolojî ya 1’ê Gulanê ya li Meksiko Ken Montenegro, ji Meclisa Jinan a GTA ji Hindistanê Abha Bhaiya axivîn. Axaftvan Stera Ebdo li ser mijara êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û berxwedana gel û jinan, Ken Montenegro li ser mijara teknolojiyê wekî amûrek kolonyalîzmê û şerê li dijî tevgerên azadixwaz û derfetên xweparastinê li dijî wan êrîşan, Abha Bhaiya li ser kampanyaya bangewaziya lezgîn û pêşxistina hevgirtin û berxwedanê yên li dijî şer, tundî û dagirkeriyê axivîn.

Panela ku bi beşdariya gelek kesên ji 17 parzemîn û welatan hat lidarxistin ji bo zimanê Kurdî, Îngilîzî, Îspanî hat wergerandin. Panel ji aliyê Profesorê Civaknasî ya Kolêja Huner û Zanistê û çalakvana GTA (GLOBAL TAPESTRY OF ALTERNATİV) Melanie E Bush ve hat rêvebirin.

 ‘Tirkiyê ji destpêka Şoreşê ve êrişî heremê dike’

Piştî axaftina destpêkê ya ji aliyê Melanie E Bush ve hat kirin nûnera Kongra Star a Rojava Stêra Ebdo mafê axaftinê girt. Stêra Ebdo bal kişand ku Şoreşa Jin a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye pêşxistin û wiha got: “Li heremê pêkhate bi hev re bi wekhevî di komînan de dijîn. Dewleta Tirk êrişî van deran dike. Tirkiyê ji destpêka şoreşê ve timî êrişî şoreşa me dike. Di dema DAIŞ’ê de piştgirî dida wan. Dema çeteyên DAIŞ’ê êrişên xwe yê li ser heremê dijwar kiribûn kî Tirkiyê sînorên xwe ji wan re vekir ku li dijî YPG û YPJ şer bikin. Sala 2020’an û vir ve dewleta tirk di êrişan de dronan bikar tîne û pêşengên şoreşê hedef digre. Jinên şoreşger tên hedefdigrin. Li Kobanê 3 endamên Kongra Star hatin şehîdxistin.”

Êrişên dagirkeriyê: Tirkiyê dixwaze li heremê aloziyan derbixe

Stêra Ebdo bal kişand êrişên dewleta Tirk ê vê dawiyê û anî ziman ku ne rast hatinek e ku dewleta Tirk di pêvajoyeke ku li Dêrezeorê li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyon heye de êrişên xwe dijwar kir. Stêra Ebdo ya got “Dewleta Tirk dixwaze bi van êrişan îstikrara li heremê têk bibe û aloziyan derxe” wiha bal kişand êrişên dagirkeriyê yê li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê:

“Efrîn di sala 2018’an de bi awayekê hov hat dagirkirin. Di sala 2019’an de Serêkaniye û Girê Spî jî bi heman awayê hatin dagirkirin. Ev der kelehên DAIŞ’ê bûn ku hatibû rizgarkirin. Li seranserî sînoran ev êriş pêk tên. Di van êrişan de wezîrê Tirk got ev merheleya yekê ya êrişan e û binesaziya heremê jî di hedefa wan de ye. 250 êriş pêk hatin, 11 hedefên binesaziyê hatin lêdan. Xelkê heremê bê kerabe hatin hiştin. 17 bîrên neftê hatin lêdan. Ev jî hişt gel bê neft bimîne. Jiyana xelkê heremê dê gelek dijwar be. Êrişî bingehên sivil dike weke nexweşxane. Ev zirar û ziyan nêzî 3 milyon dolar bûn. 28 endamên asayîşê û  bi giştî 48 welatiyên heremê hatin şehîdxistin. Tirkiyê dixwaze li heremê aloziyek pêk bîne.”

‘Netewa Demokratîk çareseriya hemu aloziyan e’

Stêra Ebdo destnîşan kir ku di heman wextê de pêkhatina êrişên li ser Rojava û Xezayê ne rasthatinek e û got ku bi vê awayê destpêkirina êrişan demek dirêj hatiye plankirin. Stêra Ebdo da zanîn ku şêwazê êrişên li ser Rojava û li ser Xezayê heman e û wiha pêl da axaftina xwe: “Tirkiye niha vê derfetê ji xwe re bikar tîne ji ber ku çavê cîhanê li Xezayê ye. Tirkiye êrişa li ser nexeşxaneya Xezayê şermezar dike lê heman tiştî li Rojava pêk tîne.” Stêra Ebdo ya got “Netewa Demokratîk çareseriya hemu aloziyan e” wiha domand: “Ev paradîgma xeter tê dîtin lewra êriş tê kirin. Em amade ne xwe biparêzin. Gel li ber xwe dide û xwe pêşandanan li dar dixin. Li vê derê seferberiyekê mezin heye.”

‘Kapîtalîzm teknolojiyê mîna amûrek bikar tîne’

Paşê li ser mijara teknolojiyê wekî amûrek kolonyalîzmê û şerê li dijî tevgerên azadixwaz û derfetên xweparastinê li dijî wan êrîşan Ken Montenegro axivî. Ken Montenegro bal kişand li ser modernîteya kapîtalîzmê ku teknolojiyê li dijî civakan mîna amûrek bikar tîne û destnîşan kir ku divê di bikar anîna teknolojiyê de bandorê kapîtalîzmê ya li ser jiyana mirovan bê bandor kirin. Ken Montenegro destnîşan kir ku riya vê jî li ser hîmên demokratîk bikar anîna teknolojiyê ye.

Ji Hindistanê peyam da jinên Kurd: Em bi we re ne

Abha Bhaiya jî li ser mijara li ser kampanyaya bangewaziya lezgîn û pêşxistina hevgirtin û berxwedanê yên li dijî şer, tundî û dagirkeriyê axivî. Abha Bhaiya got, “Ez meşa jinên Kurd û bi taybet jinên Rojava pîroz dikim û dibêjim Jin Jiyan Azadî, em bi we re ne. Em jî jin jiyan u azadî dixwazin. Jin li hemberî zayendparêzî, tundî û dagirkirinê têdikoşin. Ev Em ji bo erdê xwe têdikoşin. Ji bo welartê xwe yê dagirkirî têdikoşin. Sînor divê neyên qebûlkirin. Ger sînor werin rakirin ew dikare pêşî li pêşiya pêşketinan veke. Sînor wêrankarî bi xwe re anî.”

‘Li ser bedena jinê metîngerî heye’

Abha Bhaiya bal kişand şer û êrişên tê kirin û bandora wê li ser jinan û wiha got, “Em dibînin metîngeriyek mezin li ser bedena jin heye. Jin gelek caran ji bo azadiya gelê xwe dibin parçeyek ji berxwedana çekdarî. Her wiha bedena jinê weke sembola dagirkeriyê tê bikar anîn. Ew bedena wan tê îhlalkirin. Jin li hemberî wê dagirkerî û binpêkirina mafên xwe rabûn ser xwe.”

‘Divê li dijî şerê taybet têkoşînek xurt hebe’

Piştî axaftinên axaftvanan li ser mijarên ‘Ji bo derbaskirina ambargoya medyayê, sansûr û şerê taybet li dijî şoreşa Rojava/Bakurê Sûriyê, em dikarin çi bikin?, Ji bo rawestandina şer û êrîşên qirkirinê yên li cihên cuda yên cîhanê dikewmîn, em dikarin çi gavên lezgîn bikin? Em çawa dikarin girêdaneke xurt navbera têkoşînên herêmî û gerdunî avabikin?, Ji bo aştî, edalet, demokrasiya radîkal, azadiya jinê, alternatîfên ekolojîk û komunal, em çawa dikarin torên xwe yên hevgirtin û hevkariyê xurt bikin?’ nîqaşê vekirî hat meşandin.

Stera Ebdo ya derbarê van mijaran de axivî, wiha got; “Divê têkoşîna me li dijî şerê taybet hebe. Ev semîner rêbazek ji bo wê ye. Em kampanyayan lidar dixin di asta heremî de. Ji 2019’an de kampanya Jin Rojava Diparêzin hat destpêkirin, ji bo balê bikşînin ser êrişên li ser heremê û şoreşa jinê biparêzin. Tevgerên jinên cîhanê ji bo çalakiyan hatin gel hev. Çalakî baş in, lê divê çalakiyên afirîner jî hebin. Semînerên bi vê rengê ango di cih de jî dibe. Bi taybetî di tora medyayê de dikare xebat û çalakî bê kirin.”

Ken Montenegro li ser mijarê anî ziman ku divê ji bo van mijarên ku tên nîqaşkirin bi enternasyonalîstên cîhanê yên li dijî faşîzmê têdikoşin re hevgirtinek xurt bê avakirin.

Tevgerên jin di bin tecrîdê de ne: Divê piştgiriyek xurt bê avakirin

Abha Bhaiya jî bal kişand li ser tecrîdkirina tevgerên jin ên azadîxwaz û da zanîn ku li hemberî polîtîkayên tecrîdê divê li seranserî cîhanê piştevaniyek xurt bê avakirin. Abha Bhaiya wiha got: “Em divê weke malekê ronî ya alternatîf a nûçeyên femînîst ava bikin. Têkoşîna jina Kurd nabe ku di bin tecrîdê de be. Hemu tevgerên wiha di bin tecrîdê de ne. Lewra divê em hemu bi hev re stratejî ava bikin. Li seranserî cîhanê em çawa dikarin piştgiriyekê xurt ava bikin. Mirov dikare vê danustandinê berdewam bijke û piştgiriyekê ava bike. Dijminê me di nav xwe de piştgiriyek xurt ava kiriye lewra em jî divê weke bindestan piştgiriyek ava bikin. Dagirkeriyek ekolojîk heye li cîhanê divê em jibîr nekin ji ber ku ekolojî sibêroja me ye.”

Paşê guhdarvanên panelê pirsên xwe pêşkeşî axaftanan kirin û panel bi pirs û bersivan berdewam kir.

‘Belavkirina berxwedanê her wiha tê maneya şikandina tecrîdê’

Di dawiya panelê de Endama Akademiya Jineolojî Şevîn Nûdem axivî û got ev panela ku tê lidarxistin dikare ji bo avakirina piştevaniyek xurt weke destpêkek bê dîtin. Şevîn Nûdem ji bo beşdariya her kesê spasiya xwe pêşkeş kir wiha got, “Berxwedana me ya li hemberî qirkirin û dagirkeriyê ji bo jiyanek bi rûmet em berbelav bikin û em piştgiriya hemu tevgerên berxwedêr ên cîhanê dikin ji ber ew jî weke me li ber xwe didin. Ava me ji me tê dizîn, erdê me tê dagirkirin.” Şevîn Nûdem a bal kişand li ser tecrîda ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin wiha got: “Belavkirina berxwedanê her wiha tê maneya şikandina tecrîdê. Ji bo me piştevanî tê wateya azadiya fîzîkî ya Ocalan jî.”

‘Rojava Şoreşa Jinan e, lewra di hedefa êrişan de ye’

Şevîn Nûdem wiha domand: “Li hemberî pergala kapîtalîst em li ber xwe bidin ji ber kapîtalîzm dixwaze hiş û mêjiyê me manîpule bike. Divê em hemu teknolojî bi nirxê mirovî bikar bînin. Kuştina jinan qirkirina jinan divê li dijî we em piştgiriya xwe xurtir bikin. Tirkiyê hê bi berdewamî me hedef digre. Rojava Şoreşa Jinan e û fikra Netewa Demokratîk û konfederalîzma demokratîk li vê de rê tê çandin, lewra di hedefa êrişan de ye.”

Jin Jiyan Azadî li cîhanê deng vedide: Encamê têkoşîna 50 salan e

Şevîn Nûdem a got “Jin jiyan azadî niha li her çar aliyê cîhanê deng vedide, lê ev di heman demê de encamê têkoşîna 50 salan a gelê Kurd e” wiha bidawî kir: “Divê li ser esasê demokrasî û ekolojîk em civakê perwerde dikin. Piştî şoreşê şoreşek din nayê. Lewra divê em têkoşîna ji bo azadiyê û avakirina jiyana ekolojîk di dema niha ya em di nav de bidin. Ji bo me ji her demê girîngtir e ku em berxwedana xwe xurttir bijin. Ocalan dibêje hêvî ji serkeftinê girîngtir e. Em jî bi vê şiyarê didomînin û dibêjin Jin Jiyan Azadî.”