Qanûnên kurtajê yên Ekvatorê li dijî jinên kêmar cudakariyê dikin.
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan ragihand ku krîmînalîzekirin bi rengek bê pîvan bandorê li jinên xwecihî û Afro-Amerîkî dike û cudakariyê zêde dike.
Navenda Nûçeyan- Gladysa ku jinek xwecihî ya li gundewarê Ekvatorê dijî, piştî ku jehrê vexwar da ku dawî li ducaniya xwe bîne çû nexweşxaneyê. Bijîşkan rasterast gazî polîs kirin û li wê jina ku bi dildarî kurtaj pêk anî, du meh cezayê girtîgehê hat birîn. Li aliyekî din ê welatê Amerîkaya Başûr, jinek 20 salî ya bi eslê xwe ji Afrîqayê bû piştî ket nexweşxaneyê û fêr bû ku ew ducanî ye zarok ji ber çûye. Li gorî The Guardian, jina ku bi jiberkirina zarok a bi zanebûn hat tawanbarkirin hat girtin û li benda dadgehkirina heta ku çar mehan paqij bibe ma.
Jin sûcdar tên hesibandin
Li gorî raporek berfireh a Rêxistina çavdêriya Mafên Mirovan (HRW), ev her du jin tenê du jinên ji gelek jinên li Ekvatorê ne. Gelek jin ji ber qanûnên kurtajê yên ku jiyan û tenduristiya jin û keçan, bi taybetî yên ji herêmên xizan, sûcdarî dibînin, di xeterê de ne.
Ji bilî dema ku jiyan û tenduristiya jinan di xeterê de be yan di encama tecawizê de ducanî bimînin, li welatê katolîk kurtaj ne qanûnî ye. Li Ekvatorê, di meha Nîsanê de dadgeha bilind di hemî bûyerên destavêtinê de kurtajê wekî sûc diyar kir. Berê, kurtaj qanûnî bû tenê heke jinên seqet ên derûnî ji ber destavêtinê ducanî bibûna destûr hebû.
Li ser 148 dozan hat lêkolînkirin
Li Ekvatorê, kurtajên ne qanûnî, bi du sal cezayê zindanê tên cezakirin û bijîşkên ku kurtajê dikin heya sê salan dikevin zindanê. Raporê destnîşan kir ku qanûnên li welat bi rengek bê pîvan bandorê li jin û keçên xwecihî û Afrîqayê dikin ku di nav xizaniyê de dijîn.
Di berhevkirina raporê de, HRW’ê 148 bûyerên kurtajê yên ku di navbera 2009 û 2019’an de qewimîne lêkolîn kir. Li gorî raporê, 120 jin û keçên ku piraniya wan xwecihî yan ekvatorî yan ji nîjada Afrîqayê ne, ji ber kurtajê hatin dadgehkirin û 33 ji wan ketin zindanê. Nêzîkî jî sedî 12 ji wan keçên xizan bûn.
Li gorî HRW’ê jin û keçên ku bi kurtajê tên tawanbarkirin gelek caran mafê wan ê nepenî yê bijîjkî tê binpêkirin û bi "astengiyên zagonî re rûbirû dimînin.
"Divê kiryara zagonî bê rawestandin"
Lêkolînerê mafên jinan a HRW’ê Ximena Casasa dibejê: "Krîmînalîzekirina kurtajê ne tenê gihîştina jin û keçan ji lênihêrîna tenduristiya hilberîna bingehîn re têk dibe, di heman demê de newekhevî û cudakariyê girantir dike." û wiha şîrove kir:
"Divê Ekvator hemû cezayên ji bo kurtajê yên bi dildarî betal bike. Bi kêmanî divê ew gihîştina bi bandor a kurtajê bi hemû bingehên qanûnî bixe bin temînatê û rê li ber dadrêsiya li dijî jin û keçên ku li lênihêrîna bijîşkî ya bingehîn digrin bigire. "
Dermanên mîde bi kar tînin
Sala 2017’an, wezareta tenduristiya welat ragihand ku ji sedî 15,6 mirina dayikan ji ber kurtajê veşartî ne û hejmarek zêde jin û keç dermanê Misoprostol ê ji bo birînên mîde tedawî bikin û di heman demê de dibe sedema ketina zarokan bi kar tînin.
"Divê em têbikoşin"
Analîst dibêjin ku bi taybetî di civakên xizan de, perwerdeya nebes vê rewşê diafirîne.
Ana Cristina Vera ku rêvebera Surkunak li paytext Quitoyê ye; ji jinên ku bi kurtajê tên tawanbarkirin re, bi rêxistinek femînîst re piştgiriya zagonî pêşkêş dike wiha dibejê; "Di dozên ku min dîtin hemû jin di şert û mercên xirab de dijiyan. Ew tenê newekheviya di navbera jinan de berfirehtir dike.”
Latîn Emerîka li cîhanê xwedî qanûnên herî dijwar ên li dijî kurtajê ye. Arjantîn di meha Kanûnê de di 14 hefteyên pêşîn ên ducaniyê de kurtaja li ser daxwazan qanûnî kir. Vera li ser vê yekê jî got: "Tiştek nedan me, em jin neçar in ku ji bo mafên xwe têbikoşin."
Werger: JINHA