Projeya Pirtûkan ji bo bilindkirina rêjeya xwendinê dixebite

Projeya Pirtûkan a li bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê tê pêkanîn, armanc dike ku xwendinê weke çandeke bi taybetî di nava ciwanan de bide rûniştandin û çalakiyên cur be cur li dar dixe. Rêvebera projeyê qala Projeya Pirtûkan kir.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî - Di 31’ê Çileya 2020’an de ji aliyê komek ciwanên dilxwaz ve bi armanca bilindkirina rêjeya xwendinê, li Başûrê Kurdistanê dest bi projeyek kirin. Projeya Pirtûkan a li bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê yên weke Kerkûk, Silêmanî, Hewlêr, Soran û Çemçemal bi 100 endaman tê pêkanîn, armanc dike ku xwendinê weke çandeke bi taybetî di nav ciwanan de bide rûniştandin û li ser vê bingehê çalakiyên cur be cur li dar dixe. Mamosta û rêvebera Projeya Pirtûkan a Silêmanî Dilpak Osman behsa projeyê û armancên wê kir.

Dixwazin çanda xwendinê ava bikin

Dilpak Osman anî ziman ku armanca wan a sereke ew e ku rêjeya xwendinê ya bi pêşketina teknolojiyê re her ku diçe kêm dibe bilin bikin e wiha got: “Em her dem hewl didin xwendin bibe çandek, hezkirina xwendevanan li hemberî pirtûkan çêbibe. Sedema damezrandian vê komê, ew e ku ciwanan diyar kirine valahiyek zêde di aliyê xwendinê de heye û di navbera pirtûk û xwendevanan de valahiyek mezin heye. Ji ber wê weke pêwîstî dîtine di nava civakê de xwendinê weke çand bidin rûniştandin. Komê heta asteke baş dikaribû bi çalakiyên xwe armanca xwe pêk bîne.”

Pirtûkan dixwînin û bi hev re şîrove dikin

Mamoste Dilpak dibêje ku çalakiyên koma xwendevanan zêde ne û wiha domand: “Çarçoveya çalakiya wan ji bo xwendin bibe çand e û ew ji bi çend riyan cuda tê destgirtin. Li darxistin semîneran, beşdarbûna pêşangehên navdewletî, nasandina nivîskar û pirtukxaneyan ji bo xwendevanan, ji derveyî wê jî bexşkirina pirtûkan, damezirandina projeyên xêrxwazî ji bo komkirina pirtûkan û dabeşkirina di roja zarokan de li ser ciwan û zarokan. Endamên komê her meh bi hev re pirtûkan dixwînin û bi hev re li ser pirtûkan şîrove dikin. Her endam pirtûka ku dixwîne piştre li ser guftûgo dike, yan jî bi hev re tenê pirtûkekê dixwînin û piştre guftûgo dikin. Ev şêwaz wisa dike ku zêdetir nivîskar û pirtûkan nas bikin û bikaribin pirtûkên cuda bixwînin bixwazin pirtûkên herêmên cuda jî bixwînin.”

Bêtir jin di komê de cih digrin

Dilpak Osman destnîşan kir ku bêtirê xwe eleqeya jinan ji bo koma xwendinê heye û got: “Ne tenê endamên me bi awayek giştî jin zêdetir ji xwendinê hez dikin. Gelek girîng e ev kêrhatiya xwendinê li gel jinan hebe da ku bikaribin li hemberî hemû pirsgirêkan li ser lingan bisekinin.”

‘Xwendin bingeha pêşketina civakê ye’

Dilpak Osman wiha behsa girîngiya xwendinê kir û got: “Xwendin civakê di aliyê edebî, bawerî, şaristanî û dîrokê de ber bi pêş ve dibe. Bi taybetî ger jin xwendevan bin. Ji ber ku dema jinek xwendevan be civak û malbata wê jî dibin xwendevan. Dema kêrhatiya jinekê ya xwendinê hebe, malbatê û malê tijî pirtûk dike. Ev yek jî wisa dike ku kesên bi wan re dijîn jî dest bi xwendinê bikin.”