'Hikûmet mehkûmê têkçûnê ye '
Komek girtiyên siyasî yên jin li girtîgeha Evîn a Îranê, bi nameyekî darvekirinên dawî yên li welat şermezar kirin.
Navenda Nûçeyan- Komek aktîvîstên jin ên li Îranê girtî ne, nameyek ku darvekirinên dawî yên otoriteya serwer a welat li dijî xwepêşandanan pêkt înê weşand.
6 aktîvîstên jin yên bi navê Sepideh Gholian, Clarok Iray, Narges Mohammadî, Zahra Saro, Nesrîn Javadî û Behr Hedayat ên li girtîgeha Evînê tên ragirtin, îro bi nameyek darvekirinên keyfî yên xwepêşandanên Îranê şermezar kirin.
Di nameya ku ji aliyê çalakvanan ve hatiye belavkirin de, hat diyar kirin ku serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ çêbûna îradeya gel a ji bo bidawîkirina rêveberiya tariya li Îranê ye û bi taybetî di van rojên dawî de berdewamkirin û lezkirina cezayên darvekirinê, ji bilî hewldana hikûmetê ya ji bo tepeserkirina gel û belavkirina tirsê di nav wan de tiştek din nîne û hat dest nîşan kirin ku darvekirinên tên pêkanîn ji bo nîşandana binpêkirina gelê Îranê rû bi rû dimîne, kiryarên tundî yên vekirî ne.
Her wiha diyar kirin ku sûcdariyên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê zêdebûnê û bidarvekirinên bilez û neadilane tên pêkanîn, ji rastiyên qanûnî û exlaqî dur in.
Girtiyên jin di dawiya nameya xwe de helwesta xwe ya li hember van binpêkirinan wiha anî ziman: “Em darvekirin û qetilîama ku ji aliyê dewleta dîktatoran ve tê kirin wek jinên li girtîgeha Êvînê tên ragirtin şermezar dikin û em dixwazin demil dest ev yek bê dawî anîn. Em li gelê xwe bawerin ku bigihêjin armanca tevgera xwe ya şoreşgerî ku dawî li desthilatdariya otorîter û zordariya hikûmetê bine û em îlan dikin ku hikûmet bi pelçîqandin cînayetê re dê nikarî bigihîje cihekî û mehkûmê têkçûne ye. Her wiha em bang li saziyên navneteweyî û medyayên navneteweyî dikin ku rê li ber berdewamiya tundiya bipergalî ya desthilata serwer bigirin û bi pişgirî kirina gel alîkariya bidestxistina îradeya gelê Îranê bikin."