Îdareya Silêmanî şahiya ji bo piştgiriya Partiya Çepên Kesk asteng kir
Wê îro ji bo piştgiriya Partiya Çepên Kesk li Silêmaniyê şahiyek bihata lidarxistin, lê Îdareya Silêmaniyê rê neda şahiya ji bo piştgiriyê were li darxistin.
Navenda Nûçeyan- 14’ê Gulanê li Tirkiye wê hilbijartinên serokomarî û parlemntoyê werin kirin. Ji bo piştgiriya Partiya Çepên Kesk, dibin pêşengtiya komek kesayet, rewşenbîr û hunermendên Silêmaniyê de, wê îro li Parka Azadî ya Silêmaniyê bi dirûşma “Serkeftina we têkçûna faşîzm û dîkdatoriyê ye” şahiyek girseyî bihata li darxistin, lê belê Îdareya Silêmaniyê rê neda çalakiya ji bo piştgiriya Partiya Çepên Kesk were li darxistin.
Derbarê astengiya Îderaye Silêmanî de organîzatoriya çalakiyê daxuyaniyek dan û wiha got: “Me dixwest îro ji bo piştgiriya Partiya Çepên Kesk şahiyek organîze bikin, ji bo vê jî hemû rêyên yasayî temam bûbûn. Lê Îdareya Silêmaniyê rê li çalakiya me girt. Wê ketina Erdogan bibe destpêka dûrxistina şer û lewaziya faşîzmê. Em bang li hemû Gelê Kurd û azadîxwaz dikîn, piştgiriyê bidin Partiya Çepên Kesk.”
Hêjayî bi bîrxistinê ye duh saet 12-30’ê nîvro parlementerê Partiya Demoqratîk a Gelan HDP’ê yê Şirnexê li ser daxwaza hêzên siyasî yên Başûr û beşek ji çalakvan û siyasetmedaran serdana Herêma Kurdistanê kir. Lê Hesen Ozgûneş li balafirgeha Hewlêrê ji aliyê hêzên PDK’ê ve bi îdîaya “Biryar li gel Iraqê ye” hate astengkirin û dûbare vegerandin Bakûrê Kurdistanê.