Arzo Temo: Divê destpêkê hesab ji dewleta Tirk bê xwestin
Berdevka Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriye Arzo Temo helwest nîşanî êrişa zayendî ya li li dijî zaroka 10 salî ya li Efrîna dagirkirî anî ziman û got: “Divê despêkê hesab ji dewleta Tirk bê xwestin.”
ROJ HOZAN
Qamişlo- Dewleta tirk di 18’ê Adara 2019’an de herêma Efrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriye dagir kir. Bi vê dagirkeriyê re çeteyên girêdayî dewleta tirk tawanên hovane di herêmê de li dijî jin û zarokan didin meşandin. Di dîroka 6’ê Gulana 2023’an de li Efrîna dagirkirî zarokek bi temenê xwe 10 salî ji aliyê Ehmed Memdûh yê endamê koma El-Emşat ya girêdayî dewleta tirk, rastî êrişa zayendî hat. Heya niha tu aliyên navdewletî û rêxistinên mafê mirovan bi erka xwe ranebûna û sûcdarên ku van tawana dikin ceza nekirine. Têkildarî mijarê Berdevka Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriye Arzo Temo helwest nîşanî êrişa zayendî ya li dijî zaroka 10 salî da, bal kişand li ser polîtîkayên dewleta Tirk a li heremên ku dagir kiriye dimeşîne û got divê destpêkê ji dewleta Tirk hesab bê xwestin.
Li heremên dagirkirî jin û zarok di metirsiyê de ne
Arzo Temo helwesta xwe li dijî bûyera destdirêjî ya der heqê zaroka 10 salî li Efrîna dagirkirî hatiye kirin anî ziman û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Beriya du rojan li Efrîna dagirkirî zarokeke 10 salî ji aliyê endamê çeteyên feyleq El-Emşat ve erîşa zayendî pêk hat. Bûyerek wiha rastî nerazîbûneke mezin di nav civakê de hatiye pêşwazîkirin. Çeteyên dewleta tirk di herêmên dagirkirî de kiryarên derveyî rêzê der heqê zarok û jinan de didin meşandin. Îro bi sedan jin û zarok di zîndanên wan dene û rastî destdirêjiyê, lêxistin û rastî tundiyê tên. Em weke jin vê yekê qebûlnakin û bi tundî şermezar dikin. Tawanên ku di herêmên dagirkirî de di têne qewimandin mirovahî jêre agehdar e, lê tu çareseriyê nabînin ku mirov di aramiyê de bijîn. Ger em pirs bikin çima bûyerên wisa piranî di herêmên dagirkirî de têne kirin ji ber sîstem û serweriya dewleta tirk bi riya çeteyan li wan herêman li pêş e û mirovahî jêre bi bêdengiya xwe piştgirt e. Çeteyan wisa sîstemek li wir avakiriye ku herêm ji medyaya dîjîtal, ragihandin û rêxistinên parastina mafê jin û zarokan re girtî be. Zagon tune ne van jin û zarokan ji îşkence û tundiya çeteyan biparêze û hesab ji sûcdaran nayê xwestin.”
Li heremên dagirkirî polîtîkayên dewleta Tirk
Arzo Temo berpirsyatiya dewletên navnetewî û rêxistinên mirovî der barê van bûyeran de rexne kir ku bi awayek cidî bi erka xwe ranabin û wiha pêde çû: “Ger mirov vê bûyera destdirêjiya zarokê binirxîne mirov bibîne bê çiqas bê wijdan û bê exlaqiye. Dewletên navnetewî û rêxistinên parastina mafê zarokan wekî nikarin li ser bûyereke ewqas qirêj bisekinin çima bi maf û edaletê bang dikin? Ger îro zarokek 10 salî rastî destdirêjiyê hat wê demê bila her kes bizanibe ku tu mafê mirovan tune ye. Pêwîste berî her tiştî hesab ji dewleta tirk bê xwestin ji ber sedema bingihîn ya hemû pirsgirêkên di Rojhilata Navîn de ji tirkiyê despêdike. Bi qasî 5 sal in tawanên herî hov li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî têne kirin ji birîna darekê em despêbikin heyanî erîşên zayendî ku îro li dijî zarokan têne kirin, her wiha xerabiyên ku bi xwe re tînin ev hemû tawanên şeran e û pêwîst e rê li ber bêne girtin. Vaya hemû tawanên ku dewletên navnetewî dibêjin em li dijî wan disekinin di herêmên dagirkirî de têne kirin. Ev ne exlaqê mirovahiyê ye, ger rewş wisa bimîne wê jiyana pir mirovan ber bi tehlûkeyê ve biçe.”
Banga yekgirtin û hesab xwestinê
Arzo Temo bang li rêxistinên mafê zarokan û rêxistinên jin kir ku bi lez erka xwe rabin û wiha bi dawî kir: “Êdî dem hatiye ku her rêxistinek cidî bi erka xwe rabe, wek Rêxistina Sara em bê deng namîn li hember vê bûyerê em ê bi hemû hewildanên xwe van tawana ji raya giştî re eşkere bikin û ragihînin. Banga min ji hemû rêxistinên mafê zarokan û rêxistinên jinan re heye ku werin em destê xwe bidin hev, rê li ber van bûyeran bigrin û hesab ji sûcdaran bixwazin.”