Doza dayikên aşitiyê taloqî 13’ê Tirmehê bû

Doza 11 Dayikên Aştiyê û 2 rojnamegerên ku ji ber piştgirîdayîna çalakiya birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên darizandin, ji bo dozgerî mutalaayê amade bike taloqî 13’ê Tîrmehê hat kirin.

Navenda Nûçeyan – Di 10’ê Gulana 2019’an de 11 dayikên aştiyê û rojnameger Îrfan Tunççelîk û Ûmît Turhan ên li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de bûn hatibûn binçavkirin. 5'emîn danişîna doza ku der barê 13 kesan de bi îdiaya "li dijî qanûna civîn û xwepêşandanê" û "li ser navê rêxistinê bêyî ku endamê rêxistinê bin suc kirin" li 23'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çalglayan a Stenbolê hat dîtin. Rojnameger û parêzer beşdarî danişînê bûn.

 Di danişînê de ewil serokê dadgehê got ku rapora pisporê ya ku biryar bû li benda encama biryara navberê ya danişîna 7’ê Sibatê bin, îro temam bû. Piştre dozgeriyê mafê axaftinê girt û xwest dosya ji bo amadekirina mutalaayê jê re bê şandin.

Parêzer piştî nêrînê dê parastinê bikin

Parêzerên ku di danişînê de xwestin xalên kêm bên temamkirin, ew ê piştî mutalayê parastina xwe bikin. Heyeta dadgehê biryar da ku ji bo amadekirina mutalaayê li ser esasê dosyayê ji dozgeriyê re bişîne û danişîn taloqî 13'ê Tîrmehê kir.