Piştî salek ji binçavkirinê rojnamevan Hala Badawî hat berdan
Rojnamevan Hala Badawî ku ji sala 2021’an ve girtî bû, hat berdan û hemû sûcên li ser wê de hatin rakirin.

NOOR SURAIB
Yemen – Rojnamevan Hala Badawî di 30’ê Kanûna 2021’an de ji ber ku li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsek nivîsandibû hatibû girtin. Dadgehê di 20’ê Nîsanê de daxwaza berdana wê qebûl kir û rûniştinên dozê heta 7’ê Kanûnê berdewam kir. Piştî bi mehan neheqî û binçavkirina keyfî li girtîgeha Îstîxbarata Leşkerî rojnaveman Hala Badawî hat berdan.
Parêzer û parêzvana mafên mirovan Efra El-Herîrî ji ajansa me re wiha got: “Rojnamevan Hala Badawî bi gelek sûcan hat sûcdarkirin ku yek ji wan jî têkiliya wê ya bi kesek ji welatekî biyanî ye. Bernameya Parastinê û Înîsiyatîfa Aştiyê bêyî cudahî piştgiriyê dide hemû jinan.”
Parêzvanên mafên mirovan redkirina xwe li hember binçavkirina keyfî ya rojnamevan Hala Badawî nîşan dan.