Li Îranê grev belavî seranserî welat bû
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê greva giştî di roja xwa ya çaran de didome. Li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurditanê esnafan dikanên xwe venekirin û piştgirî dan serhildanên ku li seranserî welat belav bûne.

Navenda Nûçeyan- Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê serhildanên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kirin li tevî hemû zextên rejîma Îranî berdewam dikin. Hemwelatiyên Rojhilatê Kurdistan û Îranê greva giştî di roja çaran de berdewam dikin, li gelek bajaran dikan hatin girtin, xwendekarên zanîngehê jî ber ku beşdarî grevê bûne hatin girtin.
‘Grev belavî gelek bajaran bû’
Şêniyên bajarê Banê yê Rojhilatê Kurdistanê û gelek bajarên din, piştî banga lidarxistina greva ku rastî roja xwendekaran hat, xwendekar beşdarî greva giştî bûn. Gelê Banê ketin û derketina bajar girtin û derebeyên dikanan venekirin. Li bajarê Banê navanda bazarê ku bi hezaran kes lê diçin bazarê weke navendek gelek girîng tê dîtin. Girtina bazarê dê bandorê li gelek bajarên din bike, hêzên rejîma Îranê riya ku diçe şaredariya Banê girtin. Di heman demê de ji bo pêşîlêgirtina kombûnên li ber deriyê walîtiyê kolan hat girtin. Hema bêje li hemû noqteyên navedên bajaran hêzên rejîmê hatin bicihkirin. Li bajarê Firdevs û Sine esnafan dikan venekirin piştgirî dan grevê. Hat zanîn ku bi hinceta esnaf beşdarî grevan bûne hesabên wan hatin blokekirin, li gorî nûçeyên ku bi dest ketine li Kamyaran, Sine û gelek bajarên Kurdistanê girtin, lêgerîn û oporasyon zêde bûne.
Gelek xwendekar hatin girtin
Di Roja Cîhanî ya Xwendekaran de ku dikeve 7’ê Kanûnê, zext û zordariya hêzên ewlehiyê li bajaran zêdetir bû û piraniya xwendekaran hatin girtin.
Girtina bijîşkên ku birîndarên serhildanê derman dikirin zêde bû. Li Sine Dr.Îman Newabî yek ji pizîşkên nexweşxaneya Kewser, hat girtin.
Di sê rojên borî de grev û xwepêşandanan berdewam kirin, kolan bi agir û keviran hatin girtin û dirûşma mirin ji bo dîktator û “jin jiyan azadî” û “Jîna nemir e” hatin berzkirin.