Li Xezayê komcivîna jinan hat lidarxistin

Li Xezayê komcivînek li ser beşdarbûna jinan di cihên biryardanê de û nîqaşkirina pirsgirêkên wan ên siyasî, civakî û aborî hat lidarxistin.

NAGHAM KARAJEH

Xeza – Komeleya Pêşketinê ya Jinên Kedkar ên Filistînê, bi armanca hesabpirsîna aliyên peywendîdar û danîna mekanîzma û çareseriyan bi sernavê "Beşdarbûna Jinan a di Cihên Biryargirtinê de: Rojevên Femînîst ên li Xezayê" komcivînek li dar xist.

Koordînatora Însiyatîfa bi nave "Tu dikarî" Fîda Jûde di komcivînê de fikra însiyatîfa xwe ya ku nêzî 70 jinên bi temen û 150 yên ciwan dike hedef, şîrove kir û wiha got: “Armanca giştî ya însiyatîfê kêmkirina şîdeta li ser jinan e. Piraniya jinan ji ber nebûna pêvajoyên demokratîk û nebaweriya bi îmkanên wan, ji cihên biryardayînê hatin dûrxistin. Diyardeya karkirina zarokan pir belav bûye. Bûyerên tacîz, destavêtin û bazirganiya jinan zêde bûne, ji ber vê yekê pêwîstî bi parastina lezgîn ji bo jinan heye. Jin ji ber nebûna nexweşxaneyan êşê dikşînin, ev yek jî metirsiyê û hejmara miriyan zêde dike. Tiştê herî xirab nebûna penagehekê ji bo jinên ku rastî tundiyê tên û ev yek bûye sedema zêdebûna rêjeya kuştin û xwekuştinê.”

Mekanîzmayên çareseriyê

Çalakvana femînîst Suha Ebû Oda da zanîn ku jin hê jî ji ber paşguhkirina rola xwe ya siyasî ya di şaredariyan de di asta aborî, civakî û siyasî de êşê dikşînin û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Jin di nava şaredariyê de derfetên kar nabînin û hebûna wan di komîteyên taxan de tenê şeklî ye. Me gelek pirsgirêkên jinan nîqaş kirin. Me mekanîzma û çareserî danîne ji bo kêmkirina tundiyê û belavbûna diyardeyên civakê, di nav de zewaca di temenê biçûk de û tundiya fîzikî, aborî û malbatî jî hene. Em hewl didin yekîneyeke şêwirmendiya malbatê û navendeke jinan bê avakirin û ji bo kêmkirina şîdeta li ser bingeha zayendî rêze atolyeyên hişyarkirinê bên lidarxistin. Jinên astengdar ji gelek mafên xwe, nemaze mafê tevlibûna qada siyasî bêpar mane. Di plansaziya çalakiyê ya li pêş de bernameyên perwerdeyê ji bo jinan hene. Em ê ji bo piştgirîdayîna jinan bi taybetî jinên astengdar di warê aborî de, bi dayîna derfetên kar û jêdera dahatê û balkişandina ser pirsgirêkên wan kar bikin. Kombûna doz û pirsgirêkan zextên derûnî û pirsgirêkên malbatî û rêjeyên bilind ên bêkariyê di nav jinan de zêde dike, ji ber nebûna hêza aborî û siyasî ku dibe sedema xirabûna rewşa giştî.”

Bi xebatên xwe hewl didin sektorên xizmetê zêdetir bikin

Rêvebera Cîbicîkar a Komeleya El-Eta Semahir El-Mesrî got ku jin ji ber nêrîna baviksalarî di civakê de bi gelek zehmetiyan re rû bi rû dimînin û wiha axivî: “Di ronahiya rêjeya zêde ya tundiyê de, em hewl didin ku bi pêkanîna çend çalakî, bername û projeyan di çarçoveya plana stratejîk a li pêş de, gihandina xizmetên sektoran ji bo jinên ku rastî tundiyê hatine, hêsan bikin.”

Yek ji beşdarên komcivînê Esîl Meter li ser pêwîstiya derxistina qanûnekê ji bo parastina malbatê ji tundiyê û pêkanîna kampanyayên parêzvaniyê sekinî û wiha anî ziman: “Divê jin bêdengiya xwe, bi şikandina astengiyên tirsê yên li hemberî tundiya ku li ser wan tê kirin bişkînin û serî li rayedarên pêwendîdar bidin da ku mekanîzmayên parastinê û riyên gihandina xizmetên pêwîst bibînin.”