Malbata Şenyaşar: Wezîrê edaletê li ku ye?
Malbata Şenyaşar di çalakiya xwe ya roja 640’an de pirs kir û got ka wezîrê edaletê yê ku ji deriyê edliyê re dibêje ‘Deriyê edaletê.’

Riha – Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar u li Sirucê di 14’ê Hezîran sala 2018’an de xizim û parêzvanên miletwekiliyê AKP Ibrahîm Halil Yildiz di 9’ê adara 2021’ê de êrişî malbata Şenyaşar kir di encamê de hevjîn û 2 kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 640’an de berdewam kir. Emîne û Ferît Şenyaşar ji saetên serê sibehê li pêşiya deriyê ketina edliyeyê dest bi nobetê kirin.
Malbata ku çalakiya xwe bi dovîza ser “Edalet” hatiye nivîsandin didomîne, li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Gelo Wezareta Dadê ya ku digot deriyên edliyeyan deriyên edaletê ne, li ku ye... Ev 640 roje dayikek ji bo ku edalet pêk bê li ber deriyê Qesra Edaletê ya Rihayê disekine.”