Piştî erdhejê li Idlibê rewşa jin û zarokan
Zarok û jinên ku di erheja Idlibê de mexdûr bûne nêrînên xwe wiha anîn ziman: “Piştî erhejê heta niha tu alîkarî ji me re nehatiye pêşkêşkirin, ji lewra em di çol, zêvî û çiyayan de dijîn.”
Hala El- Ehmed
Idlib- Di 6’ê Şibatê li Bakurê Kurdistan û Sûriyê erhejek pêk hat ku gelek mirov jiyana xwe ji destdan, birîndar bûn û di bin kawilan de man. Piştî erhejê li gelek welatan alîkarî ji mexdûrên erdhejê re hatin şandin, lê belê hikûmeta Sûriyê û dewleta tirk wan alîkariyan nedidan mexdûrên erdhejan. Di heman demê de gelek ekîbên ku ji bo alîkariyê hatibûn şandin, ji aliyê dewletan ve rastî astengiyê man û ev yek bû sebeb ku gelek kes di bin kawilan de jiyana xwe ji dest bidin. Yek ji wan cihan ku di erhejê de rastî zehmetiyan hatin gelê Idlibê bû. Bi dehan malbatên li Idlibê dijîn ji ber rewşa erdhejê dem û wextên zehmet dijîn. Cih nîne biçin, ji lewra gelê Idlibê di bin dar, zevî û cihên çiyayî de dijîn. Di derbarê erhej û zehmetiyên ku jiyan dikin zarok û jinên Idlibê nêrînên xwe parve kirin.
‘Piştî erhejê, ji ber nebûna alîkariyê di zêviyên çandînî de dijîm’
Rîm Fetrawî 33 saliye penabera li bajarê Selqînê, niştecihê Rojavayî Idlibê bûye, ew û 3 zarokên xwe ji ber erdhejê li ser erdê xew dikin ku êdî nikarin di mala xwe de bijîn nêrîna xwe wiha parve dike: “Piştî erhej pêk hat em ji mala xwe derketin. Ji bo ewlekariyê em di nava zêviyên çandiniyê de dijîn. Piştî erhejê ez nikarim maleke baştir ji bo jiyaneke bi ewle û aramtir peyda bikim. Her wiha rewşa jiyanî û aborî bandor li me dike ku em malek din kîra bikin, ji ber keraset berê jî hebû. Em îro neçarin ku di nava vê sermê de li çol û zêviyan bijîn. Heta niha me tu alîkariyên mirovî wernegirtiye, ji bilî çend xwarinên amade li hin navendên tên zanîn. Di dawiya salê de hevjinê min jî di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da, niha ez û zarokên xwe tenê mane.”
Piştî ku mala wan di bin çemê de ma derbasî çiyayan dibin
Xezel El-Safî 38 saliye ji niştecihên gundê El-Teilûl a Rojavayê Idlibê ye piştî erhejê rewşa ku jiyan kiriye wiha tîne ziman: “Piştî erhejê mal û gundê me di bin çemê Asî de ma û em û gelek malbat ji ber vê rewşê derbasî çiyayan bûn. Piştî erhejê em niha di şert û mercên giran re derbas dibin ku êş û trajediyek mezin bi xwe re ava kir. Piştî erhejê çemê asî herikîna xwe guhert û beşek mezin ji gund di bin avê de ma. Piştî erhejê tu alikariya mirovî ji me re nehat pêşkêş kirin. Piranî kesên ku ji erhejê bandor bûne tenê bi cilên li ser xwe derketin. Niha bi erhejê re rewşa mirovahî gelek zehmet e. Erdhej tenê bandor li jin û malbatan nekir, li kêlek wê bandor li zarokan jî kir ku gelek zarok piştî erhejê sêwî man. Gelek zarok dayik û bavên xwe di bin kavilan de winda kirin.”
Dayik û bavê xwe di erhejê de winda kir
Ji aliyekî din ve, bandora karîset ne li ser malbat û jinan tenê bû, erdhej bi dehan zarokên sêwî li pey xwe hiştin ku wan dê û bavên xwe di bin kavilan de winda kirin ew jî winda bûn di siya nebûna aliyên peywendîdar ku piştgiriya wan bike. Zaroka bi navê Rexed Abdul Munim14 saliye ji gundewarê Şamê penaber bûye, tevî du birayên xwe li navendekê di kampa bajarokê Atma ya sînorî li Bakurê Idlibê dijî piştî dê û bavê wan bin kavilan de mirin wiha dibêje: “Ez nizanim kuve biçin, xizmên me li vir nînin. Piştî ku min dayik û bavê xwe wina kir niha berpirsiyartiya her du birayên min ên biçûk li ser min ma. Dema erhej pêk hat ez di xew de bûm û li ser dengên bilind û bi tirs ez şiyar bûm. Ji bilî toz û dîwarên rûxandî min tiştek nedît. Dayika min li kêlek mîn bû, lê deng jê nedihat, piştî demekê tîmên hawarçûnê em rizgarkirin û derbasî navendê kirin.”