Li Îtalyayê keştî noq bû: Herî kêm 59 koçber mirin

Di encama binavbûna keştiya penaberên Îran, Pakistan û Afganîstanê de li peravên Îtalyayê 12 jê zarok herî kêm 59 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Hat diyarkirin ku di encama binavbûna keştiya koçberan a li bajarê Crotone yê li başûrê Îtalyayê 59 kesan jiyana xwe ji dest dan. Rayedaran di daxuyaniyên xwe de agahî parve kirin ku windahiyên canî zêdetir bûne.

Tûgaya Agirkujiyê ya Îtalyayê (Vigili del Fuoco) li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal daxuyaniyek da û diyar kir ku operasyona xilaskirinê ya ku piştî binavbûna keştiya koçberan a ji bajaroka Steccato di Cutro ya bajarê Crotone hat destpêkirin dewam dike. Tîmên li herêmê gihiştine cenazeyê 59 koçberan.

Di nûçeyên ku di çapemeniyê de cih girtin de, hat diyarkirin ku hejmara koçberên Iraqî, Sûriyeyî, Afganî û Îranî yên di keştiya binavbûyî de 250 kes in. Hat diyarkirin ku heta niha 81 kes bi saxî hatine rizgarkirin, 20 kes jî li nexweşxaneyê tên dermankirin. Di nûçeyê de hat destnîşan kirin ku hejmara koçberên ku di nav wan de pitik û zarok jî hene jiyana xwe ji dest dayîn dê bigihe 100’an.

Wezîrê Karên Hundir ê Îtalyayê Matteo Piantedosi daxuyaniyek da û diyar kir ku di serdana wî ya li cihê bûyerê de dibe ku 20 heta 30 kes winda bin. Li gorî amarên Rêxistina Koçê ya Navdewletî, ji sala 2014’an ve 20 hezar û 333 kes li ser rêyên koçberiyê yên li nava Deryaya spî de jiyana xw eji dest dane yan jî winda bûne.