Bi wêneyan erdhej…

Hin kes dipirsin, “Piştî erdhejê çi ma?” Ma tenê xirabe, goristanên gewr û bajarên bi toz man, an jî mirovên ku difikirin tiştek li paş namîne, çîrok û bîranînên ku qet wê neyên jiyîn?

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Piştî erdhejên 7,7 û 7,6 ên navenda wan Mereşê, bi sedan bajar hilweşiyan. Bandorên erdheja ku bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran xanî hilweşiyan û bi mîlyonan mirov bandorbûn, didome. aloziya rojên ewil ên li bajarên ku ji bilî êşên mezin ên ku kesên xilasbûne, ji ber şert û mercên zehmet ketine metirsiyek mezin ya jiyanê û kesên jiyana xwe ji dest dane jî gorên wan bi betaniyan hatin pêçandin de, niha êdî cihê xwe ji bêdengiyeke mezin re hişt. Gel hewl dide birînên kûr ên erdhejê vekiriye bi yekîtî û yekîtiyê bipêçe. Me ew erdhej û piştî wê ku şopa wê ji hefîzeyên me nayê jêbirîn, bi objektîfa xwe kişand.

Ji Dîlok, Bazarcix, Mereş, Elbîstan, Nurhak, Golbaşi, Besnî û herî dawî jî Semsûr notên ku ji hefîzeyên me nayên jêbîrin…

‘Em bizanebûna dê dewlet neyê êşên xwe bixwe pêça’

Li Bazarcix a ku navenda erdheja ewil bû, kevir li ser kevir nema. Li navçeyê yek malê ku xisar nedîr tune ye, welatiyên ku 3 rojan şeva xwe li derve derbas kirin, piştî alîkariya ji aliyê gel ve hat hinek pirsgirêkên xwe yên stargeh û xwarinê çareser kirin. Li navçeyê ku nifûsa Kurdên Elewî lê zêdeye li gundan jî hilweşinek mezin rû da, xelkê gundên ku em diçûn dibêjin, "Me dizanibû ku ji ber ku em Kurd Elewî ne, dewlet alîkariya me nake, lewma me birînên xwe bi xwe pêça.” Li navçeya ku mirov bê kefen û bi tûrikan hatin defin kirin de, ronahiya rojê ya di nava malên hilweşiyan de diçe ava, sehnayek fîlmêkî şer nîşan dide. Gelê ku hilweşanî û êşên ewqas mezin jiya, encax bi hevgirtina gelan dikarin li ser piya bimînin.”

'Me ji qesra wî odeyek, ji serweta wî parçeyek nexwest'

Li Dîlokê ku taxên Îslahiye û Nûrdagî hilweşiyan jî, li navenda bajêr 20 avahî hilweşiyan. Avahiyên ku AKP'ê an jî mutehitên nêzî AKP'ê çêkirine di erdhejê de hilweşiyan, rant û polîtîkayên siyasetê bûn sedem ku bi hezaran kes jiyana xwe ji dest bidin. Mirovan li bajarê ku alîkarî neçû, dema bi sedan kesî re şeva xwe li mizgeftên xisar de derbas kirin, anî ziman zarokên wan birçî razan û bi rojan nikarine xwarinên germ bixwin. Tiştê ku ji vî wêneyî paşve ma ew gotinên kesên li dora agir germ dibûn “Em ji qesra wî odeyek û ji serweta wî parçeyek dixwazin. Em şorbayek germ, konek dixwazin”.

Bajarekî mezin bi bêhefize hiştin re rû bi rû ye

Rewş li Amedê ya ku welatiyan di dîroka bajêr de cara yekem bi erdhejeke bi vî rengî re rû bi rû man de jî ji bajarên din ne cudatir e. Yekane şansê bajêr ew e ku bajarê ku şaredariyên HDP'ê beriya qeyûm lê dixebitîn bi temamî hat kontrolkirin û destûr nayê dayîn ku înşaatên dereqanûnî bên kirin bû. Piştî erdhejê li bajêr ku 7 avahî hilweşiyan û 409 kesan jiyana xwe ji dest dan de, ji hezaran xaniyan re rapora xisar girtiye hat dayîn. Bajarê ku piştî raporê koçberiyeke mezin pêkte, bi bêhefizê hiştin re rû, dema bajêr dibe tarî bêdengiya xaniyên hatine valakirin valahiyeke mezin li pey xwe dihêle. Valakirina gundan, gelên ku li taxên piştî şerê li Sûrê bi cih bûne ji ber erdhejê terikandin, cara sêyemîn koçkirinê jiyan kirin. Ev wêne ji xirabeya apartmana Serînê ya ku di erdhejê de hilweşiya hatiye kişandin. Di albûma wêneyan a ku ji malbateke mezin a tune bû de ma, çend rûyên bi ken û bîranînên nayvezivirandin man. Dema ku min ev wêne dikişand, polîsên ku li pişt min li ber xirabeyan dirawestiyan, ketibûn derdê kasa bankê ya di bin xirbeyan de bi fikar bûn mabûm û van gotinan bikaranî bû, "Em mirovan durbixin û destpêke kasaya pereyan derbixin.”

Elbîstana hat jibîrkirin, cenazeyên hat jibîrkirin û tenêtiyek nayê jibîrkirin!

Elbîstan, Elbîstana hat 'jibîrkirin'. Li bajarê ku wek goristaneke mezin em pêşwazî dike hewa -18 pile bû. Welatiyên ku ji ber hewaya sar nikarîn hem li di kon hem jî li ber xirbeyan biseknîn, Cemevî ya li navçeyê kirin stargeh. Ez der barê tiştên ku min li Elbîstanê dît ez çi bibêjim û çi binivîsim dê kêm bimîne. Li Elbîstanê gel bi cenazeyên xwe re terkî çarenûsa xwe tên kirin, mirovan li nexweşxaneyên ku morg tije bûn, ji ber avên qutbûyî bêyî bên şuştin hatin definkirin. Li bajarê ku tevî hefte derbas bûne jî hêj gelek cenaze di bin xirbeyan de ne, li cemevî ku lê lorî lê bilind dibe du mirovên hevjinê hev bala min dikşîne. Dema ku mêrê ku ji du hevjînên temenê wan mezin bûne xew dike, hevjîna wî li ber serê wî nobet digre. Xaleta ku ji bo hevjinê wê yê ku bi zehmetî ji mala xwe y di erdhejê de xisareke mezin dîtibû şiyar bibe û neçe malê, li ber serê wê nobet digre, ji kêliya ewil dest bi girtina şîna erdhejê kir, cilê reş li xwe kiriye. Ji bo hûn Elbîstanê fêm bikin divê wê sermayê, wê windahî û êşê heta hestiyên xwe hîs bikin.

'Dewlet li ku ye, ev dewlet li ku dere ye?'

Gotinên “Ev dewlet li ku ye, ev dewlet li kudere ye? Min nekişîne xwişka min, xirabeyan bikşîne” derxe” ji navenda Mereşê ye. Bi hezaran kes li bajarê ku hilweşandinek mezin qewimî û hema bejê nîvê wê tune bû de, ji ber hedî meşandina xebatên ekîbên dereng hatin bi hefteyan li ber xirbeyan sekînin. Li gorî nûçeyên ku me li navenda bajêr ku avahî ketina di nav hev de ne bi dest xist, li her dere bêhna cenazeyan dihat de û mirovan jî ji kevirek gorê re hesret man. Jina bi navê Sûheyla ya ku li ber xirabeyan rawestiya, dema diyar dike ku bi îfadeyek zenûk li xirabeyan li benda agahî girtina xwîşka xwe ye, ve gotinê bikatîne, “Em bi kefena xwe ya di bin çengê xwe de, li benda zarokên xwe ne" Awira dawî ya Suheylayê ku piştî hevoka wê îfadeya xwe ya zebûk guhert jî, gelek tiştan nîşanî me dide.

'Çiqas hêsan e, em wekî ku fêkî dihejmêrin, miriyan dihejmêrin'

Li Semsûra bajarê ku dem di saet 04:17’an de disekinî, ewil birca saetê ya ku di dema erdhejê de rawestiyaye me pêşwazî dike. Welatiyên ku dibêjin di şeva erdhejê de ji wan re tenêtiya sedsalê hatiye jiyan kirin, xizmên xwe ji lêlîstok û kincên ku li ser goran danîna nas dikin û li ser her xirbeyê de lorîn bilind dibe. Di bajarê ku hemû kes bi sedan û bi dehan xizmên xwe winda kirine de, xebatkarê goristanê ku hevoka "Çi hêsan e, em wekî fêkiyan dihejmêrin, miriyên xwe dihêjmêrin" bi kar tîne, li kolanê dema hevalek xwe dibîne pir kêyfxweş dibe. Li bajarê ku toza xirabeyan bi şînan re tevlî hev bû, gorên kesên ku qet hev nas nedikirin li kêleka hev veşartin û kevirên goran li kêleka hev hatin çêkirin de her tişt saet di 04:17’an de rawestiya. Kolanên vala, di konan de rûyên zenûn û jineke li ber xirbeyan li çokên xwe dixe û lorînên dike ma…