Li Îranê bi jehrêketinên gumanbar

Raporek ku dîtinên der barê jehrîkirina xwendekaran a li Îranê de li pey hev hatin berhevkirin, hat amadekirin. Encam îşaret bi koma Mîlenyumê dike ku li dijî perwerdehiya jinan ne.

Navenda Nûçeyan – Serhildana ku piştî kuştina Jîna Emînî li Îran û Rojhilat dest pê kir, 6 meh in bê navber didome. Digel ku gumana jehrîkirina li pey hev ya xwendekaran li welat heye, encamên ku di der barê dozan de hatine berhev kirin îşaret bi koma Mîlenyûmê dike ku li dijî xwendina xwendekarên jin e.

Profesorê Fakulteya Îlahiyatê ya Kumê Mohammed Teqî Fazel Meybodî der barê bûyerên jehrîbûnê yên li pey hev de agahî da. Mohammed Teqî Fazel Meybodî got, "Grûpeke bi navê Mîlenyum dibe sedema van jehrîbûnê" û diyar kir ku ev kom li dijî perwerdehiya zarokên keç û jinan e.

Li gelek bajaran bi taybet li Kumê xwendekarên jin beşdarî serhildana “Jin, jiyan, azadî” bûn. Jehrkirina xwendekaran polîtîkayeke birêxistinkirî û hedefkirî ya tirsandinê tê dîtin. Berî niha dozgeriya Îranê ragihandibû ku ew bûyerên jehrîkirinê bi qestî bûne û daxwaz kiribûn lêkolîn bên kûrkirin û doz bê vekirin.