‘Peyama me ya Newrozê azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye’

Berdevka Kongra Star Rihan Loqo, Newroza sala 2024’an pîroz kir û got: “Em bi hev re dakevin qadên Newrozê, peyama xwe ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo ragihînin û dawî li tecrîd û dagikeriya dijmin bînin.”

RONAHÎ NÛDA

Qamişlo- Newroza îsal bi dirûşma “Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî” tê pêşwazîkirin. Berdevka Kongra Star, Rihan Loqo ya derbarê Newroza azadiyê ya sala 2024’an axivî anî ziman bi pêyamên xurtkirina têkoşîna azadiyê û bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Newroza îsal pêşwazî dikin.

‘Daxwaza me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye’

Rihan Loqo ya di serî de Newroza sala 2024’an pîroz kir, wiha got: “Di sala 2024’an de bi coş û kelecan 8’ê Adarê li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê bi hezaran jinên, ji hemû pêkhateyan Kurd, Ereb, Tirkmen, Çerkez, Suryan û Êzidiyan ve hat pîrozkirin û peyama azadiya fizîkî ya Rêber Apo dan. Soza ku bi hezaran jinan ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo dane, em jî careke din vê daxwaza xwe nû dikin û peyama xwe ji bo Newrozê di dubare dikin ku ev azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye.”

Êrişên li ser Netewa Demokratîk

Rihan Loqo bal kişand ser komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha berdewam kir: “Zêdetirî 25 salan e bênavber komploya navneteweyî li ser Rêber Apo bi şêweyên cuda berdewam dike. Bi hincetên cuda her 6 mehan carekê cezayê disiplînê li ser Rêber Apo ferz kirin. Armanca desthilatdaran ew e ku fikir û felsefeya Rêber Apo ya neteweya demokratîk û wekheviya gelan li tevahî cîhanê bûye nimûne pêk neyê. Îro ev pergal li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengiya jinan, bi civaka azad, demokratîk, wekhev û ekolojîk tê avakirin. Bi pêşengiya jinan pergala konfederal û demokratîk tê avakirin. Ev pergal her ku diçe berfireh dibe û dibe îlham ji tevahî cîhanê re. Lewma her ku asta têkoşîna me bilind dibe, asta êrîşan jî li dijî destkeftiyên şoreşê, li ser paradîgmaya neteweya demokratîk û mîmarê vê paradîgmayê zêdetir dibe. Her wiha dixwazin felsefeya Rêber Apo teng bikin û biçûk bikin, ji bo wê jî bi rêbazên tund êrîşî pergala neteweya demokratîk dikin.”

‘Armanca êrîşan qirkirina gelê Kurd e’

Rihan Loqo êrîşên dewleta tirk li her aliyên Kurdistanê û armanca bi van êrîşan wiha nirxand: “Dewleta tirk bi balafirên bê mirov bênavber li ser herêmên me digere û zarok, malbat û welatparêzan dike armanc, binesaziya civakê û pêşengên vê şoreşê hedef digre. Bi hezaran kesên me bê kehrebe û bê av hatine hiştin. Ruxmê van kiryaran jî Rêveberiya Xweser bi alternatîfên xwe yên afrîner ji bo ku xizmeta civaka xwe bike di nava tevgerê de ye ku Rêveberiya Xweser nimûne ye. Rêveberiya Xweser ji bo civakê têkoşîna dîrokî dimeşîne. Armanca dijmin ji aliyekî ve ew e ku tecrîdê li ser Rêber Apo giran bike, di aliyê din de jî êrîşî hemû aliyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn bike da ku êrîşên xwe yên qirkirinê temam bike. Her pêkhate dizane ku armanca dewleta tirk qirkirina nasnameya gelê Kurd e. Rêber Apo li hemberî vê yekê bêdeng nema û niha jî bi milyonan kes bi paradîgmaya neteweya demokratîk têdikoşin.”

‘Bi ruhê şehîdan Newroz tê pêşwazîkirin’

Rihan Loqo da zanîn ku ew ê bi ruhê pakrewanên azadiyê asta têkoşîn û berxwedanê bilind bikin û wiha pêl da gotinên xwe: “Li hemberî tevahî siyasetên qirkirin, tecrîda girankirî û siyasetên dagirker ên dewleta tirk, em ê zêdetir têkoşîn û berxwedanê bi ruhê Rehşan, Zekiye Alkan, Mazlûm Dogan û bi hezaran şehîdan bilindtir bikin. Şehîdên me bi qehremaniya xwe her dem ji bo parastina nasnameya gelê Kurd û hemû gelên azadîxwaz, ji bo avakirina civakên azadîxwaz û demokratîk, ji bo jiyana bi aram û aştî têkoşînek mezin meşandin. Em ê bi ruhê şehîdên xwe Newroza 2024’an pîroz bikin.”

‘Bi rêxistinbûna xwe em ê li qadên Newrozê bin’

Rihan Loqo da zanîn ku peyama wan di Newroza 2024’an de azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha bi dawî kir: “Weke gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em ê Newroza xwe li Kantona Cizîrê li 7 navendan pîroz bikin û agirê Newrozê bi ruhê berxwedana ku 11 salên şoreşê ku li hemberî hemû awayên hişmendiya dagirkeriyê li ber xwe dane pîroz bikin. Banga me li tevahî jin, dayik, kesên sosyalîst, rewşenbîr, hunermend û azadîxwaz ew e ku em bi hev re dakevin qadên Newrozê û agirê sala 2024’an bi hev re pêxin û peyama xwe ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo ragihînin, dawî li tecrîd û dagikeriya dijmin bînin. Her wiha em careke din hêz û rêxistinbûna xwe li qadên Newrozê nû bikin.”