Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Newrozê

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Newrozê didome.

Navenda Nûçeyan –  Bi sedan şêniyên Eyn Îsayê û Girê Spî li parka Jina Azad a navenda navçeyê Newrozê pîroz kirin. Di çalakiyê de kesayetên civakî, eşîr û nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn.

Di serî de cîgirê hevseroketiya meclisa Girê Spî Heza Mihemed Newroz li gelê herêmê pîroz kir û destnîşan kir ku tevî têkoşîn û fedakariya mezin a avakirina jiyaneke birûmet dîsa jî hewldanên têkbirina projeya demokratîk a Rêveberiya Xweser didomin, lê belê berxwedana gel dê wan hewldanan jî têk bibe.

Hevseroka Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Girê Spî Bêrîvan Îsmaîl destnîşan kir ku fikrên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rêya rast a pêkanîna azadî, edalet û demokrasiyê ne. Bêrîvan Îsmaîlê teqezî bi girîngiya bilindkirina asta têkoşîn û berxwedanê bi ruhê Newrozê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û jiyana aram ji bo tevahî gelan, da.

Di çalakiyê de berhemên hunerî ji aliyê gelek komên wek koma Dayikan, koma Zemara, koma Navenda Baqî Xido ya katona Firatê ve, hatin pêşkêşkirin.

Kobanê

Bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî" agirê Newrozê li navçeya Sirînê û Zanîngeha Kobanê hat pêxistin. Li navçeya Sirîn a Kobanê şahî li Navenda Çand û Hunerê ya Sirînê bi amadebûna bi sedan kesan dest pê kir. 

Hevserokê Meclisa Navçeya Sirînê Şebo Ebdirezaq Elo axivî û got: "Em vê rojê li tevahî neteweyên herêmê û tevahî gelan pîroz dikin.”

Her wiha li Zanîngeha Kobanê bi amadebûna xwendekar û mamosteyan agirê Newrozê  hat pêxistin. Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Mislim di şahiyê de axivî û ev roj li gel û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, kesên jiyana xwe ji dest dane pîroz kir û got: "Em Newroz îsal teqez bikin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, dê di vê Newrozê de wê pêngaveke nû bê kirin. Em jî bi rihê neteweya demokratîk agirê Newrozê pîroz bikin."

Minbic

Bi sedan xelkê kantona Minbicê, endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantonê, komîte û saziyên girêdayî wê, Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Kombûna Jınan a Zenbûiya, Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Meclisa Leşkerî ya Jin, xet, meclisên sivîl, Rêxistinên Civaka Demokratîk beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn.

Newroz li daristana Toq Xelîl ê li başûrê kantonê hat lidarxistin. Şênî bi cilên xwe beşdar bûn û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hildan. Di şahiyê de dayikên şehîdan agirê Newrozê dada.

Hevseroka Meclisa Rêveber a kantona Minbicê Ezab El Ebod axivî û got: "Li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Minbicê em Newrozê li gel pîroz dikin û girîngiyê didin şoreşa li dijî zulmê."

Paşê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Rebîi El Hemade axivî û got: "Em xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser rêya azadî û demokrasiyê, rêya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berxwedana Newrozê nû dikin."

Li aliyekî din jî li ser navê Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Minbicê Ruweyde Hinêzil axivî û got: "Cejna Newrozê çand û mîrasa Rojhilata Navîn e û sembola berxwedana û meşaleya azadiyê ye. Em ê her salê kom bin ku meşaleya azadiyê ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide vemirîne pêxin."

Dûre koma ˊÇiyayên Kurmêncˊ, koma ˊNavenda Çand û Hunerêˊ, koma ˊAştiyêˊ, Koma Çeçen û koma Dîlana Kurdî gelek stranên folklorîk û dîlan gerandin. Piştre hunermend Casim Tirmiş, Zeyneb Hebaq û Seidûn El Ehmed gelek stran gotin.