‘Şengal a me ye û em ê xwedî lê derkevin’

Hevşaredara bajarokê Siba Şêx Xidir Elmas Nayif bal kişand polîtîkayên şerê taybet yên tê xwestin vegera gel a Şengalê bê astengkirin û bi gotina “Şengal a me ye û emê xwedî lê derkevin” banga vegera ser axa xwe li Şengaliyan kir.

NÛJIYAN ÊZIDÎ

Şengal – Neh sal di ser fermana li dijî civaka Êzidî ya ji aliye çeteyên DAIŞ’ê ve hat rakirin de derbas bûn. Di nava van salan de civaka Êzidî roj bi roj, meh bi meh bêyî ku raweste, ji bo avakirina Şengalê bi keda xwe û hêza xwe warê xwe ava kirin. Yek ji wan kedkaran jî hevşaredara bajarokê Siba Şêx Xidir, Elmas Nayif ji ajansa me re axivî û da diyarkirin ku ew 24 demjimer di xizmeta gel de ne û qala girîngiya vegera Şengalê kir.

‘Koçberî gefek li dijî çanda me ye’

Elmas Nayif diyar kir ku di encama fermana 74’an de bi hezaran mirov koçber bûne heya derveyî welat çûne û ev ji bo çanda Êzidayetiye tehdîdek e û wiha berdewam kir: “Li başûrê Kurdistanê jî bi dehan kampên koçberan hene û ev yek rewşeke ku divê neyê pejirandine ye. Ji ber ku li wan kampan gelê me rû bi rûyê her cure êrişê tên. PDK li wir polîtîkayek şerê taybet dide meşandin û wisa dike ku civak me venegere ser axa xwe. Bi taybetî bi gotinên ‘Şengal ewle nîn e her roj balafir lêdidin, li wir tiştek tune ye’ wisa dikin ku gel venegere lê gelê me ji fermanê heya niha Şengalê nedîtine di serê wan de tenê tabloya dîmenên fermanê mane lê na gelek tişt guherîn. Şehîdên ku di berdêla avakirin û aramiya Şengalê, canê xwe ji dest dane rojek jî ranewestiyane û hatiye wê astê ku li Şengalê bi dehan sazî û dezgeh hene. Pergala Rêveberiya Xweser heye hêzên wê yên parastinê hene Şengal ava bûye divê gel guh nede derewên wan û vegere axa xwe em hêvî dikin ku gelê me tev ji wan kampan vegerin, werin warê xwe.”

‘Vîna gel ji her tiştî mezintir e’

Elmas Nayif di berdewamiya gotinên xwe de bal kişand ser hêza gel û wiha got: “Heya gelê me ji koçberiye venegere wê avakirina Şengalê her dem kêm bimîne lê divê gelê me baş bizanibe Şengal a wan e û divê xwedî lê derbikevin. Ji ber ger em xwedî li warê xwe derbikevin em ê xwedî li xwe jî dervikevin. Li ser Şengalê her kes planan çêdike lê tenê em xwediyên vê axê dikarin li ser axa xwe li ser xwe biryaran bidin divê gelê me vegere û vê yekê nîşanî xîyanetkar û dujminan bide.”

‘24 demjimêran em di xizmeta gelê xwe de ne

Hevşaredara Siba Şêx Xêdir Elmas Nayif bi van hevokan qala kar û xebatên xwe kir û got: “Weke şaredarî ji roja ku me saziya xwe ava kiriye ve heya niha em bêrawestan kar û xebatan didin meşadin. Em ji bo gelê xwe çi jî bikin kêm e. Em bi xwe jî bi feraseta şaredariyeke ku di xizmeta gel de be ji bo gel bixebite bê ferq û cudadî kar didin meşandin. Em ji bo kesên ku vedigerin paqijiya malan dikin av û kehrebeya wan dikşînin, pêdiviyên wan bi cih tînin. Her ku gel vegere em ê bêtir xebatên xwe berfirehtir bidin meşandin. Ji ber ku hatina biharê weke her sal em li tevahî gundan daran belav dikin ji bo ku Şengala me xweşik bibe kesk bibe. Divê em ji axa xwe dûr nekevin Em bi Şengalê, Şengal jî bi me heye.”

Elmas Nayif di dawiya gotinên xwe de Newrozê li hemû Êzidiyan û gelê Kurd pîroz kir û got ku ew hêvî dikin ev Newroz bibe wesîleya vegera gelê me û avakirina Xweseriya Şengalê