Ciwanên Şengalê bi meşaleyan meşiyan

Di çarçoveya çalakiyên ji bo pîrozbahiyên Newrozê de Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê û Yekitiya Ciwanên Êzidxanê li bajarê Şengalê meşeke bi meşale li dar xistin.

Şengal-Duh bi şev di çarçoveya çalakiyên ji bo pîrozbahiyên Newrozê de Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê û Yekitiya Ciwanên Êzidxan li bajarê Şengalê meşeke bi meşale li dar xistin. Meşê bi dirûşmên “Newroz pîroz be” “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” ji qada Şehîd Zerdeşt heta meclisa gel a Şengalê, bi rakirina meşeleyan berdewam kir.

Di çalakiyê de li ser navê ciwanan Sara Botan daxuyanî da û da zanîn ku ciwan bi bilindkirina meşaleya agirê Newrozê ku her derê ronî dike. Saran Botan Newroza 2024’an pîroz kir û bang li her kesê kir ku di roja 21’ê Adarê de tevli pîrozbahiya Newrozê ya li Bexçeyê Rêber Apo yê li Geliyê Kersê bibin.

‘Newroz agirê Berxwedanê ye’

Sara Botan di berdewama daxuyaniyê de wiha got: “Di şexsê hevalê Mezlûm û Sema de em Newrozê li hemû şehîdên şoreşê û li Rêber Apo pîroz dikin. Vê Newrozê ji yên berê pir cuda ye, me bedelên pir giran di vê salê de dan. Saleke bi têkoşîn, berxwedan û serkeftinan dagirtî bû. Tevî hemû êrîş û êşan jî ya esas serkeftin bû. Newroz li her çar aliyên Kurdistanê bi coş tê pîrozkirin, em jî weke ciwanên Êzidî agirê Newrozê weke agirê berxwedanê dibînin û bi coş pîroz dikin.”

‘Bi ruhê têkoşîn û berxwedanê em Newrozê pîroz dikin’

Sara Botan bal kişand ser şerê li çiyayên Kurdistanê tê meşandin û ev tişt anî ziman: “Li çiyayên Kurdistanê şerekî giran heye. Li Rojavayê Kurdistanê û Şengalê êrîşên pir giran hene lê hêz û moralê ku em ji berxwedan û têkoşîna li çiyayan bi pêşengiya YJA-Star didome, digrin û bi wî ruhî têdikoşin û Newrozê pîroz dikin. Em ê îsal bikin sala serkeftin û azadiya fizîkî ya Rêber Apo. Pêwîst e ciwanên me berê xwe bidin nava refên YJŞ’ê û YBŞ’ê. Çawa bi dehan û bi sedan kesan xwe kirin xelekek ji agir û li dora Rêber Apo kom bûn, em ê jî bi ruhê wan şehîdan Newrozê pêşwazî bikin û li hemû gerîlayan pîroz bikin.”

‘Newroz pîroz e’

Endama Yekitiya Jinên Ciwan Lîna Xwedêda jî ji ajansa me re axivî û wiha got: “Îro me meşek ji bo pêşwazîkirina Newrozê li dar xist. Em di serî de Newrozê li Serok Apo pîroz dikin, li gerîlayan û li hemû kesan pîroz dikin. Newroz rojeke girîng e ji bo me, ji ber ku berê me Newroz pîroz nedikir lê piştî naskirina zanîna fikrên Serok Apo em bi coş û xweşî pîroz dikin.”

Endama Navenda Çand û Hunerê ya Stiya Nexşa, Sosin Şengalî jî da zanîn ku Newroz cihê kêfxweşiyê ye ji bo wan û wiha got: “Îro em bi coş hatine agirê Newrozê vêdixin û meşa xwe li dar dixin. Rojeke gelek xweş e, em vê rojê li Serok Apo û li gerîlayên serê çiya pîroz dikin li hemû civaka me ya Êzidî pîroz dikn. Newroz pîroz e ji bo hemû civakan û ji bo me jî.”