Pevçûnên li Sûdanê xebatên rojnamevanî asteng dike
Rojnamevanên jin ên Sûdanî tekez kirin ku bi pevçûnên li Sûdanê rû dane re zehmetiyên di dema çêkirina nûçeyan de, zêdetir bûne û gotin: “Divê ji rojnamevanan re derfet werin avakirin da ku bi azadî tevbigerin û bixebitin.”
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250214-sudan-jpg4340a4-image.jpg)
EYA IBRAHÎM
Sûdan – Ji ber berdewamiya pevçûnên di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn ku di meha Nîsana 2023'an dest pê kirin herî zêde rojnamevanên jin bi astengî û kêşeyan re rûbirû dimînin. Rojnamevanan diyar kirin ku girtina agahiyan ji çavkaniyên xwe yên bingehîn, bingeha materyalên rojnamegeriyê ye û hêz û baweriyê dide xwendevanan.
'Astengiyên li pêş gihîştina agahiyan'
Rojnamevan Rifqa Ebdullah destnîşan kir ku astengiyên wan ji bo girtina nûçeyan bi destpêkirina pevçûnan re li herêmê dest pê kirine û got: "Êşa rojnamevanên jin tenê bi astengiyên di warê girtina nûçe û agahiyan de bi sînor nema û dema ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn dest danîn ser saziyên çapemeniyê yên li paytexta Xertûmê û ew veguherandin navendên pevçûnan, rojnamevan neçar man karê xwe berdin.” Rifqa diyar kir ku rojnamevan nikarin xwe bigihîjînin wan herêman û rewşa li herêmê ya tendirustî û mirovî ragihînin. Ji ber ku li wir Hêzên Piştgiriya Lezgîn gelek rojnamevan girtine û hinek ji wan jî jiyana xwe ji dest dan.
'Ji ber derfetên kêm rojnamevan karê xwe berdidin'
Rifqa Ebdullah tekez kir ku ji ber ku rojnamevan nikarin di dema xwe de agahiyan bigrin, neçar dimînin dev ji karên xwe berdin û wiha axivî: "Rojnamevanên ku di saziyên ragihandinê de kar dikin dem ji wan re tên veqetandin ku divê agahiyên xwe kom bikin û nûçeyên xwe amade bikin. Lê ji ber nikarin xwe bigihîjînin agahiyên pêwîst, rojnamevan neçar dimînin dev ji karê ragihandinê berdin. Ev jî zehmetî û astengiyên di qada ragihandinê de zêde dike. Divê derfet ji rojnamevanan re bên avakirin ji bo ku bikaribin hemû agahiyên xwe kom bikin û li ser wê esasê nûçeyên xwe bidin."
'Ji bo gihandina rastiyê canê xwe jî feda kirine'
Rojnamevan Sara El-Tayib bang li cihên pêwendîdar û kesên berpirsyar kir ku divê bi lezgînî û bi awayekî zelal agahiyan bidin rojnamevanan, ji bo ku bikaribin bi karên xwe baş rabin û bi lezgînî nûçeyên xwe derbas bikin. Sara El-Tayîb got: “Ji ber ku rojnamevan berpirs in ji girtina agahiyên rast ji çavkaniyên xwe. Tevî van zehmetiyan rojnamevan teslîm nebûn, ji bo rastiyê û girtina agahiyan ji çavdêriyan, canê xwe jî feda kirin. Rojnamevana televîzyona Sûdan Bukra Helîma Idrîs ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve di Cotmeha 2023'an de dema ku karê xwe li Umdermana paytexta Xartûmê dimeşand, hat qetilkirin. Sendîkaya rojnamevanên Sûdanê jî ev bûyer bi tundî şermezar kir."
'Pêwîst e hikûmet xwe berpirsyar bibîne'
Rojnamevan û edîtora rojnameya Ewel El-Nehar, Meşaêr Osman qala girîngiya bidestxistina agahiyan ji çavkaniyan kir û wiha got: "Ji bo em bikaribin bigihîjin ragihandinek azad divê rojnamevan agahiyên xwe ji çavdêriyan bigrin. Beriya ku pevçûn dest pê bikin jî rojnamevanan di girtina agahiyan de zehmetiyan didîtin. Pêwîst e hikumeta Sûdanê di vê mijarê de xwe berpirsyar bibîne û destek bide rojnamevanan ji bo ku agahiyên xwe bi hêsanî bigrin."