Li Kobanê meşa dirêj a ciwanan
Rêxistinên ciwanan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an li Kobanê dest bi meşa dirêj kirin.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250214-img-0627-jpg017739-image.jpg)
Kobanê – Bi boneya salvegera 26’emîn a Komploya Navneteweyî ku 15’ê Sibata 1999’an li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan meşa dirêj da destpêkirin.
Meş li pêşiya avahiya Meclisa Gel a gundê Taşlûkê yê rojhilatê bajarê Kobanê bi dirûşma “Bi rihê Ciwanên Apoyî ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî” dest pê kir. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Tevgera Ciwanên Şoreşger û yên Yekitiya Jinên Ciwan hatin hildan û dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Îmraliyê”, “Bijî berxwedana QSD” hatin berzkirin.
‘Azadiya Rêber Apo, azadiya tevahî mirovahiyê ye’
Beriya meş dest pê bike, deqeyek rêz hat girtin, piştî rêzgirtinê, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger Mûrad Elem komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir. Mûrad anî ziman ku ew ê bi hemû têkoşîna xwe azadiya fîzîkî ya Rêber Adullah Ocalan misoger bikin û got: “Komploya li dijî Rêber Apo ya di sala 1999`an de ne tenê li ser Rêber Apo bû, li ser tevahî gelê Kurd bû. Em wek gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, em azadiya xwe di azadiya Rêbertî de dibînin. Azadiya Rêber Apo, azadiya tevahî mirovahiyê ye.”
Mûrad Elem anî zima ku ew ê têkoşîna xwe berdewam bikin da ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan misoger bikin û got: “Divê roja 15`ê Sibatê bibe roja azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Em ê bi hemû hêza xwe heta ku Rêbertî bi fîzîkî azad bibe, em ê her tim li kolanan bin û berxwedan û têkoşîna xwe xurttir bikin.”
Meşa dirêj dê 2 rojan dewam bike û îro wê heta gundê Helincê bimeşin.
Sibê dê saet di 11.00`an de meşa ciwanan tev li meşa li Kobanê bibe ku dê ji Qada Jina Azad destpê bike.