Dewleta Tirk êrişî Zirganê kir: Jinek jiyana xwe ji dest da
Dewleta Tirk danê sibehê êrişî gundê Zêdîyê yê rojhilatî bajarê Zirganê kir. Di topbaranê de jinek jiyana xwe ji dest da, du lawên wê jî birîndar bûn.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250214-whatsapp-image-2025-02-14-at-11-31-11-am-jpeg7a2a66-image.jpg)
Zirgan – Îro di danê sibehê de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Zêdîyê yê rojhilatî bajarê Zirganê yê Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikeve topbaran kirin. Di tobrana dewleta Tirk de Rehîma Oso jiyana xwe ji dest da, du lawên wê Hesen Ehmed Sebrî û Nesireldîn Ehmed Sebrî jî birîndar bûn.
Hat zanîn ku birîndar ji nexweşaneya Dirêbsiyê re hatin veguhestin.