Endama KJAR’ê Denîz Derya: Şoreşa Jin Jiyan Azadî destpêka riyeke nû ye
Endama KJAR’ê Denîz Derya diyar kir ku şoreşa “Jin, jiyan, azadî” destpêka riyeke nû ye û got: “Armanca me Îrana demokratîk a xwe dispêre bihevrebûna gelan e. Ger rejîma Îranê vê riyê hilnebijêre dê ji ber xwe ve hilweşe.”
HEWRÎN CENGAWER
Navenda Nûçeyan – Di vê pêvajoya ku Komara Îslamî ya Îranê li ser civakê her roja diçe zextan zêde dike de, jin di refên pêş ên têkoşîna azadiyê de cihê xwe digrin. Dewleta Îranê, her çendî bi cezayên giran ên li girtiyan dibire, bi astengiyên civakî û siyasî hewl dide civakê bigre bin kontrola xwe jî li dijî van polîtîkayan, gel û bi taybetî jî jin têkoşîna azadiyê didomînin.
Endama Koordînasyona Komala Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Denîz Derya, li ser rewşa heyî ya li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji ajansa me re nirxandin kir
Denîz Derya destpêkê bal kişand ser têkoşîna jinên girtiyên siyasî Pexşan Ezîzî, Ciwana Sine û Zeyneb Celaliyan, diyar kir ku jin li dijî pergala zextê berxwedaneke bi mînak dimeşînin.
Denîz Derya got ku ji ber hikumeta Îranê dizane jin hêza bingehîn a guherînên civakî ne, ji wan ditirse û êrîşê wan dike û got: “Cezayên ji bo Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî û girtiyên din û zexta ku her diçe zêde dibe, nîşan dide ku rejîma Îranê çendî ji jinên berxwedêr ditirse.”
Li Îranê malbat bûye ‘mîkro dewlet’ a ku di hundirê malê de zextê dike
Denîz Derya diyar kir ku hikumeta Îranê ya xwedî feraseta baviksalar, malbat, daraz û çanda civakî ji bo kontrolkirina jinan weke amûrek bi kar tîne û wiha domand: "Rejîma Îranê, jinan ne tenê bi navbeynkariya zagonên hikumetê, di heman demê de bi hebûnên civakî, bi malbat, eşîret û bi karanîna ‘namûsê’ di bin zextê de digre. Di vê pergala zextkar de jin, bi komkujî, tecawiz û şîdeta pergalî re rûbirû dimînin. Gelek ji van sûcan veşartî dimînin, tenê çend bûyer di medyayê de tên ragihandin. Di vê pergalê de malbat, bû ‘mîkro dewlet’ a ku ji hundir ve zextê li jinan dike.”
PJAK û KJAR li dijî newekheviyê têdikoşin
Derya Denîz diyar kir ku Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û Komala Jinên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) xwe dispêrê demokrasiyê û paradîgmaya hevpar, li dijî zext û newekheviyê têdikoşin û got: “Rejîma Îranê, bi polîtîkayên zextkar, nîşan da ku li dijî tevgerên azadîxwaz e lê têkoşîna li dijî pergala netew dewletê, bi herêma Îran û Rojhilatê Kurdistanê re bi sînor nîn e, têkoşîneke cîhanî ye. PJAK û KJAR’ê her dem li dijî navendîbûn û baviksalariyê, têkoşîneke rast û xwedî bingeh meşandin. Armanca me ew e em bi beşdarbûna jinan, pergaleke ku xwe dispêre azadî û edaletê ava bikin.”
Rejîmê li dijî çareseriyê zextan zêde kir
Denîz Derya diyar kir ku şerê cîhanê yê sêyemîn hemû Rojhilata Navîn girtiye bin bandora xwe û got ku ev şer li Îranê bûye sedema krîzên pergalî. Denîz Derya da zanîn ku dewleta Îranê, li cihê ku çareseriyê ji pirsgirêkên aborî, civakî û çandî re bibîne, polîtîkayên zextê zêdetir kiriye û got: “Lê civakê, careke din van polîtîkayan bêbandor kir û riya têkoşînê domand.”
Denîz Derya diyar kir ku di vê pêvajoyê de şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” ji bo jinan û hemû aliyên civakê, destpêka riyeke nû ye û wiha berdewam kir: “Ev têkoşîn, tenê tevgereke protestoyê nîn e, riya guherîna civakê û rizgariya ji pergala netew dewletê ya zextkar e. Di vê merheleya dîrokî de berpirsyariyên mezin dikevin ser milên jinan. Divê ku zanîn û şiyariya civakî zêde bikin, berxwedanê mezintir û bihêztir bikin.”
‘Armanca me demokratîbûna Îranê ye’
Denîz Derya, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “KJAR û PJAK, bi armanca avakirina civaka azad û wekhev dê têkoşîna xwe ya ji bo avakirina neteweya demokratîk bidomînin. Her wiha beşdariya kolektîf, tifaqên civakî çêkir û berxwedana li dijî zulmê bihêztir kir. Armanca me ew em Îrana demokratîk ava bikin da ku gel bikaribin bi hev re bijîn. Ger rejîma Îranê nekeve ser vê riyê dê hilweşe lewre civak bi du pergalan re rûbirû ye. Yek jê; pergala baviksalar a zextker e, a din jî ya ku xwe dispêre demokrasî û bihevrebûna gelan e. Pêşeroj a kesên ji bo azadî û wekheviyê têdikoşin e.”