Penaberên li Behra Spî jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn

Di nav vê salê de, zêdetirî 2 hezar 600 koçberên ku di Deryaya Spî de jiyana xwe ji dest dan, li berava Barcelonayê hatin bibîranîn. Bi sedan cilên ku li ser qumê danîn balê kişandin ser koçberan.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Sivîl a Spanyayê Open Arms ji bo zêdetirî 2600 koçberên îsal li Derya Spî jiyana xwe ji dest dane li Barcelonayê çalakiyek li dar xist. Di çalakiya ku li qada nêzî 600 metrekare li berava Barcelonayê ya li navenda bajêr hat lidarxistin de, cil û bergên jin, mêr û zarokan li ser qûmê hatin danîn û bal hat kişandin ser koçberên ku ji bo koçî Ewropayê dikin jiyana xwe ji dest dane.

‘Em dixwazin wijdanan têxin tevgerê’

Open Arms di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku wan bi wesîleya 75’emîn salvegera qebûlkirina Peymana Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ev çalakî li dar xistine û wiha got: "Em dixwazin rastiya gelek koçberên neqanûnî yên ku ji bo xeyalê Ewropayê dijîn derxînin pêş û wijdanan têxin tevgerê."

'Em bi qirkirina pêkhatî re rû bi rû ne'

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku trajediyên koçberan ên li Behra Spî ev 9 10 sal in bûne rewşeke domdar û hat gotin: "Em bi qirkirineke pêkhatî ya tê zanîn û bêdengkirin re rû bi rû ne. Bi hezaran mirov ji belengazî û birçînêbûnê dûr bikevin û ji bo jiyaneke baştir, jiyana xwe ji dest didin.

Li gorî daneyên Rêxistina Koçê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî, di navbera 1'ê Çile û 30'ê Îlonê de 2 hezar û 357 koçberên ku ji beravên Bakurê Afrîkayê ber bi Ewropayê ve diçûn di ava Behra Spî de jiyana xwe ji dest dane yan jî winda bûne. Wezareta Karên Navxweyî ya Îspanyayê jî daxuyand ku di navbera 1ê Çile û 15’ê Mijdarê da piraniya wan derbasî Giravên Kanarya bûne bi tevahî 46 hezar û 862 koçber hatine Îspanyayê.