Parlamenterên HEDEP'ê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxuyanî dan

Parlamenterên HEDEP’ê, di daxuyaniya xwe ya li Meclîsê de diyar kirin ku ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin dê serî li Wezareta Dadê bidin.

Navenda Nûçeyan- Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) der barê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di tecrîda girankirî de tê ragirtin û 32 meh in agahî jê nayê girtin, li ber deriyê çapemeniyê yê Meclisê daxuyanî da.  Parlamenterên HEDEP'ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ji bo bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin dê serî li Wezareta Dadê bidin.

Sarûhan Olûç: Di cîhanê de mînakeke wiha nîn e

Serokwekîlê Koma HEDEP’ê Sarûhan Olûç bal kişand ku ji Abdullah Ocalan agahî nayên girtin û wiha got: “Ne malbata wî ne jî parêzerên wî agahiyê jê nagirin. Me gelek caran got ku ev rewş geşedaneke li dijî mirovahiyê ye. Di heman demê de dema em hem ji aliyê hiqûqa neteweyî hem jî ji aliyê peyman û hiqûqên navneteweyî ve lê dinêrin em bi rewşeke ku nayê qebûlkirin re rûbirû ne. Di cîhanê de mînakeke wiha nîn e. Yekane mînak heye ew jî Îmrali ye, tecrîda mutleq a hem li ser birêz Ocalan hem jî li ser her 3 kesên li cem wî ye.”

Cengîz Çîçek: Meseleya rûmetê ya hemû parlamenteran e

Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û parlamenterê HEDEP’ê yê Stenbolê Cengîz Çîçek jî pêkanînên li Îmraliyê weke “dijhiqûqiya herî mezin a dîroka komarê û dîroka mirovahiyê” penase kir û wiha got: “Ez weke hiqûqnasekê dixwazim bibêjim ku ev sosreteke hiqûqê ye, dijhiqûqî ye. Em li vir li navenda dezgeha qanûnçêkirinê daxuyaniyê didin. Ev yek di heman demê de meseleya rûmetê ya hemû parlamenterên di nava xebatên qanûnçêkirinê de cih digirin e. Heke rejîm derketibe derveyî qanûnê divê hemû parlamenterên ji bo qanûnçêkirinê peywira wan heye li dijî vê yekê helwestê nîşan bidin. Ji ber ku em dizanin xerabî tenê bi muxatabê wê re ne sînordar e, em bi îsrar û bi rikdarî vê dibêjin. Bêhiqûqî û derqanûnî ne tenê li ser birêz Ocalan e. Vê desthilatdariyê 25 sal in li Îmraliyê vê yekê tecrube kir. Her xebat û çalakiya derqanûnî û bêhiqûqî weke penceşerê li civakê belav bû.”

‘Nêzîkatiya li dijî birêz Ocalan nêzîkatiya li dijî daxwaza gelê Kurd e’

Cengîz Çîçek xwest ji mînake girtîgehan derkevin rê û çend tiştan bibêje û wiha got: “Hevseroka me Gultan Kişanak tevî demeke dirêj ê girtinê jî hêj di girtîgehê de ye. Can Atalay tevî biryara AYM’ê hê di girtîgehê de ye. Li girtîgehên vî welatî bi ser hezaran mirovên 30 sal in di girtîgehê de ne hene, girtiyên nexweş hene. Esas bêhiqûqiya li Girtîgeha Îmraliyê weke nebaşiyeke û penceşêrê belavî hemû girtîgehan bû. Ev tişt qet ne tesaduf in. Ji ber wê yekê em ji Îmraliyê re dibêjin çala reş a hiqûqê. Têkoşîna li dijî vê yekê deynê stûyê me hemûyan e. Cengîz Çîçek, destnîşan kir ku pirsgirêka herî kevin û qedîm a komarê pirsgirêka Kurd e û wiha got:

“Heta ku hûn dest ji pêkanînên dijminane yên li dijî Kurdan bernedin, heta ku dest ji dijminatiya li mirovên ku gelê Kurd weke vîna xwe dibînin bernedin û heta ku hûn li dijî polîtîkayên şer nesekinin, ev derdor me bi tenê naxwe, me xelas nake, hemû gel û kedkarên li Tirkiyeyê xelas dike. Hê duh parlamenterekî me got: Ev welat bûye navenda baron û çeteyên tiryakê. Her meh bi dehan ciwan tên qetilkirin. Vê pergala bêhiqûqî û derqanûnî bandor li hemû civakê kiriye. Her yek ji me neçar e rewşa heyî ya Tirkiyeyê bi çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ve girê bide. Em careke din dibêjin; nêzîkatiya li dijî birêz Ocalan nêzîkatiya li dijî daxwaza demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd e. Yekser bi şerê li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn re têkildar e.”

Derhiqûqî bû hiqûq

Cengîz Çîçek bal kişand ser “qedexeyên” li ser Îmraliyê û wiha domand: “Girtîgehekê bifikirin ku ji sala 2011’an ve heta niha parêzeran tenê 5 hevdîtin kirine. Ji sala 2014’an ve heta niha jî malbat tenê dikaribûne 5 hevdîtinan bikin. Di nava 25 salan de girtî tenê 2 caran mafê axaftina bi telefonê bi kar anîn. Hevdîtina dawî di jêrzemîna avahiya edliyeyê de bi awayekî korsanvarî hatiye kirin û ji ber ku bi kêrî karê wan nehat, rayedaran ev hevdîtin bi 2.5-3 deqeyan bi sînor kir. Ez qala hevdîtina wî ya bi birayê wî Mehmet Ocalan re dikim. Hevdîtina di 25’ê adara 2021’ê de hatiye kirin. Gelo ku dera vê hiqûq e, çi tiştê vê edalet e? Lewma em dibêjin ku li vî welatî derhiquqî bûye hiqûq û derqanûnîtî bûye qanûn. Ev rejîm bi pêşeroja me tevan dilîze. Heke li vî welatî pirsgirêka ked û kedxwariyê hebe, vê yekê girêdana xwe yekser bi tecrîda li Îmraliyê re heye. Girêdana xwe yekser bi polîtîkayên neçareserkirina pirsgirêka kurd re heye.

Qirkirina jinan ji ber hebûna vê pergala serdest a mêr e

Heke ji bo şer 7 milyar dolar hatibin xerckirin, divê gelên me yên kedkar li gel çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd bin. Heke em qala qirkirina jinan bikin, sedema vê pergala serdest a mêr e ku encama şer e. Ev rewş, raste rast encama şerê li dijî kurdan e. Lewma têkoşîna ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û ya li dijî polîtîkaya agahînegirtina mutleq, tenê têkoşîna komekê nîne. Peywira xwezayî ya her kesê ji xwe re dibêje ez mirov im, peywira her kesê li gel pêşerojeke demokratîk û azad e. Deynê wan ê li dijî vê xakê ye.

Kobanê şoreşek jinan e

Duh, 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bû. Bi kûmpaseke hiqûqê re em rû bi rû man. Parlamentera me ya berê Huda Kaya di çarçoveya Doza Kûmpasê ya Kobanê de hat binçavkirin û dûre hat girtin. Kobanê, şoreşa jinan e. Kobanê, sembola rûmeta gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn e. Di Roja Kobanê de li dijî hevala me birêz Huda Kaya kûmpaseke wiha hat kirin. Ev yek, di heman demê de kîn û nefreta îqtîdarê ya li dijî nirxên azad ên vê erdnîgariyê ye. Weke duh, em ê îro jî sibê jî durûtî û riyakariya li dijî agahînegirtina mutleq a li Îmraliyê li rûyê rayedarên vî welatî bidin. Ev îqtîdar û rejîm, li ser rexnekirina rejîma 12’ê Îlonê bûn desthilatdar. Di her firsendê de dibêje ku destûra bingehîn a 12’ê Îlonê destûra bingehîn a darbeyê ye. Di halê hazir de li Îmraliyê qanûna darbekaran jî ji holê hatiye rakirin. Heta sepanên wan ji yên darbeyê jî xerabtir in. Di rewşeke wiha de qala destûra bingehîn a nû dike. Jidil nînin û divê vê nakokiya xwe bibîne.

‘Em ê ji bo hevdîtina bi birêz Ocalan re serî li Wezareta Dadê bidin’

Em careke din bang li dewletê û yên wê birêve didin dikin ku rêzê ji bo qanûnên xwe bigrin. Em dixwazin ku birêz Ocalan bikaribe ji hemû mafên xwe yên qanûnî sûdê bigre. Li gel hevalên xwe yên komê ji bo hevdîtina bi birêz Ocalan re em ê bi awayekî komî serî li Wezareta Dadê bidin. Ji ber pirsgirêka Kurd û çareseriya demokratîk em dixwazin pê re hevdîtinê bikin. Em ji tecrubeyên berê dizanin ku di vê mijarê de xwedî roleke krîtîk û dîrokî ye. Ev serlêdan di heman demê de serlêdana ji bo vexwendina hiqûqê ye. Saet di 16.00’ê de dê bi destê serokwekîlên koma partiya me ev serlêdan bi komî dê were kirin.”