Parlamentera HDP'ê ya berê Huda Kaya hat binçavkirin

Parlamentera HDP'ê ya berê Huda Kaya di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de hat binçavkirin.

Navenda Nûçeyan – Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Huda Kaya, di çaçroveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de li Balafirgeha Stenbolê hat binçavkirin.

Hat hînkirin ku der barê Kayayê de bi sûcên "beşdariya li civîn û xwepêşandanên li dijîq anûnê û astengkirina peywirê" lêpirsîn hatiye vekirin.