‘Îmralî cihê çareserî, aştî û azadiyê ye’

Endama Koordînasyona Kongra Star Efrîn-Şehbayê Ferîda Îbo der barê pêngava "Ji Ocelan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" de teqez kir ku wê bi hêza gel azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan misoger bibe.

HESNA MIHEMED

Şehba – Ji 10'ê Cotmeha 2023'an ve li seranserê cîhanê li 74 cihên cuda yên welatan kampanyaya bi navê "Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" hat destpêkirin. Gel li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî hemleyê bûn û piştgiriya xwe ragihandin. Der barê pêngava azadiya fîzîkî ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de endama Koordînasyona Kongra Star Efrîn-Şehbayê Ferîda Îbo axivî. Ferîda Îbo ya got “tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîda li ser tevahî gelan e” bal kişand krîz û aloziyên li Rojhilata Navîn heye û got, “Îmralî cihê çareserî aştî û azadiyê ye.”

Ferîda Îbo bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha dest bi gotinên xwe kir: "Tecrîda li ser Rêber Apo zêdetirî du salan girantir û kûrtir dibe. Tevahî hêzên hegemonîk hewl didin dengê Rêber Apo ji civakê bidin qutkirin. Li dijî tecrîda girankirî me dest bi hemleya  bi navê "Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" kir. Ev hemle armanca wê hilweşandina sîstema Îmraliyê ye, ji ber ku ev sîstem dixwaze îradeya şoreşa gelan bişkîne ku ev şoreş ji hemû Rojhilata Navîn re bûye ronahî û çirûska azadiyê. Di van demên dawî de careke din tecrîd li ser Rêber Apo zêdetir bûye."

‘Zagon tên binpêkirin'

Ferîda Îbo diyar kir ku ew jî beşdarî pêngava azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di nav şert û mercên dijwar de ye, bûne û wiha pêl da gotinên xwe: "Em Kongra Star Efrîn-Şehbayê bi hemû zurufên koçberiyê û di nava şert û mercên rêgiriya Hikumeta Şamê û êrîşên dagirkeriya dewleta tirk de beşdarî hemleya azadiya fizîkî ya Rêber Apo dibin û em ê di nava çalakiyan de bin heya ku ev hemle bi ser bikeve û dengê me digihîje cîhanê. Çalakî û plansaziyên me wê ranewestin ji bo azadiya Rêber Apo. Divê êdî dewletên ku li ser mafên mirovan bang dikin û tev digerin xwedî helwest bin li dijî kiryarên dagirkeriya dewleta tirk li ser Rêber Apo tiştek bikin. Li gorî zagonên navneteweyî nabe ku kesek temenê wî 70 sal derbas kiriye dîlgirtî be lê dewleta tirk hemû pîvan û zagonan binpê dike."

‘Em ê dev ji berxwedanê bernedin'

Ferîda Îbo bi van gotinan dawî li gotinên xwe anî: "Bêdengiya nanveteweyî rê li pêşiya çareseriya aloziya li Rojhilata Navîn digre lewre divê hemû dewletên Rojhilata Navîn di nav de Sûriye jî berê xwe bidin Îmraliyê û azadiya fizîkî ya Rêber Apo bi dest bixin, ji ber ku Rêber Apo kilîta çareseriya hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn e. Çareseriya ji bo aştî û azadiyê li Îmraliyê wê bê dîtin. Hêzên hegemonîk bi riya bêdengiya xwe hewl didin şerê navxweyî di Rojhilata Navîn de ava bikin. Li ser vî esasê li welat û derveyî welat em ê li kolanan û ser piyan bin heya ku em digihîjin azadiya fizîkî ya Rêber Apo. Li dijî tecrîda girankirî wê dengê me bilind bibe. Heya em bi azadî bi Rêber Apo re nejîn em ê dev ji çalakî û berxwedana xwe bernedin."