Parêzer Dîlan Koç: Li Mêrdînê tundiya bi unîforma zêde bû

Parêzer Dîlan Koç diyar kir ku li Mêrdînê tundiya bi unîforma zêde bûye û wiha got: “Dema em li nasnameya kiryaran dinêrin cerdevan in, bi taybetî jî bi çek in û dewletê jî digrin pişta xwe, helbet ev pêkanîna van kiryaran hêsantir dike.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Mêrdin – Bi polîtîkayên şerê taybet re li Mêrdînê jin dibin hedef. Di nava 2 mehên dawî de 3 jin hatin qetilkirin, du bûyerên êrîşa zayendî qewimîn ku kiryar cerdevan û çawişên pispor in. Nûnera Navenda Piştgiriya Mexdûrê Tundiyê ya Baroya Mêrdînê Parêzer Dîlan Koç, der barê bûyerên tundiyê yên li dijî jinan ên teyisiye navendên wan û kiryarên wan de axivî.

‘Hem bûyerên tundî hem jî cînayet di asta herî bilind de ne'

Dîlan Koç diyar kir dema li Navenda Piştgiriyê di qada tundiya li ser jinan de dest bi xebatê kirin, bûyerên qetilkirin û tundiyê li ser jinan wisa zêde nebûn û wiha got: “Lê belê dema em niha lê dinêrin, hem bûyerên tundî hem jî cînayetên jinan di asta herî bilind de ne. Di du mehên dawî de li bajêr 3 jin hatin qetilkirin. Fikra dê ev rêje zêdetir bibe me dixe nav fikaran.”

'Kiryar ji bo ku cezayê wan were daxistin gavan davêjin’

Dîlan Koç, destnîşan kir yek ji sedemên herî girîng ên zêdebûna tundiya li ser jinê “polîtîkaya bêcezatiyê” ye û wiha got: "Dema em li danişînên piştî van cînayetan hatine destpêkirin dinêrin, em dibînin ku kiryar ji bo xwe ji sûcan xilas dikin, parastin dikin. Ev parastinan jî bi gelemperî 'rewşa baş' an jî 'daxistina tehrîka neheq’ bi xwe re tîne. Kiryar piştî daxistinê digre, bi xwebaweriya 'ez ê vê yekê dîsa bikim’ pê re çêdibe. Em dikarin bibêjin ku ev polîtîkaya bêcezatiyê di zêdebûna cînayetên jinan de faktoreke cidî ye. Dema ku kiryar van cînayetan pêk tînin, piraniya wan bi mantiqa “tiştekî bi me nabe” tevdigerin. Dizanin ku li pişt wan deriyek heye û li gorî wê gavên xwe davêjin. Hinek ji wan dema kravatê bi kar tînin, hinek ji wan jî dema dibêjin ‘ez tehrîk bûn’ baş dizanin ku dê cezayê wan were daxistin.”

‘Kiryarên her du bûyeran jî cerdevan in’

Dîlan Koç, destnîşan kir ku li pişt her du bûyerên dawî yên li bajêr pêk hatin cerdevan hene û wiha axivî: “Di bûyerên sosret di rojên dawî de li bajêr qewimîn. Yek ji wan li Dêrikê jineke ciwan ji aliyê cerdevanekî ve rastî êrîşa zayendî hat û li Mehsertê jî cînayetek jinan a ku kiryar cerdevan e qewimî. Dema em di vê wateyê de dinerîn, dibînin ku li bajêr tundiya bi unîforma bi awayekî cidî zêde bûye. Dema em li nasnameya kiryaran dinêrin dibînin ku cerdevan in, bi taybetî jî bi çek in û dewletê jî digrin pişta xwe, helbet pêkanîna van kiryaran hêsantir dike. Jinên ciwan ên ku serî li me didin, diyar dikin ku dema kiryar bi unîforma bin, gotinên wekî 'tiştekî bi min nabe’ yan jî ‘ez dewlet im’ dibêjin. Wekî ku ji van gotinan jî tê fêmkirin, dema kiryar van sûcan pêk tînin, cih û hêzeke ku bawer dikin heye. Ev yek jî ji bo pêkanîna sûcan zemîn amade dike.”

'Jin dikarin xwe bigihîjînin me'

Dîlan Koç, destnîşan kir ku li Navenda Piştgiriyê di tevahiya darizandinê de wek dilxwaz şopandina dosyayan dikin û wiha got: “Em dibînin ku li bajêr jinên ciwan ji aliyê hêzên ewlehiyê yên dewletê ve rastî êrîşa zayendî tên. Dîsa aliyek din ê vê yekê jî qada medyaya dijîtal e. Di vê wateyê de li ser medyaya dijîtal jî binpêkirinên cidî tên jiyîn. Em ê li dijî van binpêkirinan her dem têkoşîna xwe ya hiqûqî berdewam bikin. Em ê li gel jinan bin. Hemû jinên ku rastî van sûcan tên dikarin xwe bigihîjînin me."

Li bajêr bûyerên tundiya li ser jinan di mehên Tîrmeh, Tebax û Îlonê de ji raya giştî re hatine nîşandan wiha ne:

*Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê çawişê pispor Eyûb K. 4 zarokan tacîz kir. Eyûb K. di danişîna ewil a hat dîtin de bi şertê kontrola edlî hat berdan.

*Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di 2'ê Cotmehê de Omer Durak Semra Durak a ku di pêvajoya hevberdanê de bû qetil kir. Hat diyarkirin Omer Durak ê ku der barê wî de biryara dûrxistinê heye, tevî tundiya xwe ya bi pergalî nehatiye binçavkirin.

*Meha Îlonê li navenda Mêrdînê cerdevan Yakup A. û hevalên wî Çetîn T., Harun Y. û Suud Ç. bi awayekî pergalî tecawizê jineke 22 salî kirin. Kiryarên ku di çarçoveya lêpirsîna ku der barê wan de hatibû destpêkirin de hatin binçavkirin, piştre bi biryara dadgehê hatin berdan.

*Hat îdiakirin ku li Qoserê di 25'ê Tebaxê de Sûriye Akturk a 50 salî li ser banê mala xwe agir berda bedena xwe. Sûriye Akturk jiyana xwe ji dest da.

*Di 11'ê Tîrmehê de li Qoserê Hindirîn Aydogan a ku dixwest biçe cem malbata xwe ya li bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji aliyê hevjînê xwe Zekî Aydogan ve pêşî rastî îşkenceyê hat û piştre bi çekê hat qetilkirin.

*Di 11'ê Îlonê de li navçeya Mehsertê ya Mêrdînê cerdevan Îsmaîl Yildirim, Sahra Yildirim a ku beriya demek kurt bi wê re zewicîbû, bi çekê qetil kir.

*Li Dêrikê jinek piştî ku ji aliyê cerdevanan ve rastî êrîşa zayendî hat, neçarî fuhûş û sîxurtiyê hat kirin. Jina ku piştî bûyerê bi vîdeoya ku kişandibû kiryaran eşkere kir û dûre jî gilî kir.